EDENE – A.Y. ku ji Girtîgeha Tarsûsê hat berdan diyar kir ku li girtîgehê binpêkirina mafan ên dijwar diqewime û dermankirina girtiyên nexweş tê astengkirin.
Li Girtîgeha Kampûsa Tarsûsê ya li herêma Çukurovayê girtîgeha herî mezin e, binpêkirina mafan sînoran nas nake û nizane rawestandin çi ye. Di asta herî jor de binpêkirina mafan pêk tê. 3 jê girtîgehên tîpa T ne yek jî ya zarokan yek jê ya jinan û bi giştî 6 girtîgeh di hundirê vê kampûsê de ne. A.Y. ya demek beriya niha ji Girtîgeha Tarsûsê hat berdan behsa binpêkirina mafan kir.
DU GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
A.Y. destnîşan kir ku li Girtîgeha Jimarên 1, 2 û 3 yên Tîpa T a Tarsusê binpêkirina mafan ên micid diqewimin û got: “Remzî Akyurek û Suncan Gedîk 15 roj in di greva birçîbûnê ya bê dem de ne. Ji bo binpêkirina mafan bi dawî bibe û tecrîd bê rakirin di greve de ne. Hevalên din jî dê dorveger destek bidin greva birçîbûnê.”
AVA WÊ NAYÊ VEXWARIN
A.Y. da zanîn ku nexweş nayên dermankirin û got: “Tevî ku sewqên hevalên girtî yên nexweşxaneyan tên derxistin jî lê wan nabin. Ava girtîgehê nayê vexwarin. Bêhna pîs jê tê. Ji roja ewil ve av wisa ye. Lê em neçarbûn wê avê bikar bînin. Me bi pereyê xwe av dikirî û vedixwar.”
‘ÎŞKENCEYÊ DIKIN’
A.Y. anî ziman ku girtiyên ji doza PKK’ê bi girtiyên DAIŞ û FETO re derdixin hevdîtinan û her tim gardiyan li pey provokasyonan e. A.Y. got her tim cezayê dîsîplînê li girtiyan dibirin û gardiyan her tim di bin navê lêgerînê de îşkence li girtiyan dikin.
Li ser îdayan em li rayedarên girtîgehê geriyan lê bersiv nedan telefona me.
MA/ Hamdullah Kesen