* Li Îzmîrê kesên xwe wek polîsan didin naskirin, li Mehmet Şerîf Salman geriyan û gotin: “Tu di sala 1992’yan de hatiyî girtin. Me tu tişt ji te wernegirt. Tu tiştekî ku tu ji bo zarokên xwe û hevjîna xwe bikî tune ye. Ger tu pêşniyaza me qebûl nekî dê tiştek bê serê hevjîna te û zarokên te.”
* Petêxê taxa li Melava ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şîn dibin, li bazara û esnafan li ser dezgehan e.
* Li Wanê welatiyan tevî ku pereyên xwe dan xwediyê Înşaata Rayt a ji wan re sîteyan çêkir jî lê tapûyên xwe negirtin. Welatiyan got: “Me baweriya xwe bi xwediyê înşatê anî. Me pereyên malên xwe da lê bes daîre ji Şekerbankê îpotek derketin.
* A.Y. ku ji Girtîgeha Tarsûsê hat berdan diyar kir ku li girtîgehê binpêkirina mafan ên dijwar diqewime û dermankirina girtiyên nexweş tê astengkirin.
* Berîvan Bayindir, diyar kir ku li Girtîgeha Baybûrtê tif li xwarina girtiyan tê kirin û kêzikan dixin nav xwarinê û tê xwestin ku belgeya “em poşman in” bi wan bidin îmzekirin.
* Derket holê ku di Bernameya Ji Bo Fêdeya Civakê ya ÎŞKÛR’ê de, di nav salekê de bi awayekî neheqe 4 milyon û 269 hezar lîre pere belav kiriye.
* Ji 11'ê Îlona 2016'an ve tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Ji sala 2005'an heta niha 250 rojî cezayê hucreyê li Ocalan hatiye birîn.
* Wezareta Karê Hundir ji bo tazmînatê bide malbata Mursel Hacioglu yê polîs li Mêrdînê di pevçûnekê de hatibû kuştin, doz li malbata 2 endamên PKK’ê ku bi îdiaya tevli bûyerê bûne vekiribû. Doz hat redkirin. Lêçûyînên darizandinê jî li ser Wezaretê ma.
* Suleyman Kaya ku li kuçe û kolanên Rihayê bi ereboka destan amûrên kevnar difiroşe, bereksê kesên li semtên luks amûran buha difiroşin tev digere.
* Li Yedîkule, welatiyên bertek nîşanî çêkirina otoparkê ya li ser araziyê werzan nîşan didin, 11 rojin nobetê digirin. Welatiyên li dijî çêkirina otoparkê ya li ser araziyên werzan û betonkirina dîrokê derdikevin, pirsa “Ma ev dewlet çi dixwaze bêje?” kirin.
* Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş a duh hat destpêkirin, dê li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê berdewam bike. (09.30)
* Egitîm Sen, dê derbarê kampanyeya bi şîara “Mamoste Cîhanê Diguherînin” a ji bo mafê mamosteyan dayî destpê kirin de, li Yekîtiya Mulkiyeyan civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)
* Parêzer, bi armanca serbest berdana hempîşeyên xwe yên girtî, dê li ber Edliya Çaglayana Stenbolê di hefteya 73’yemîn de Nobeta Edaletê pêk bînin. (11.30)
* Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û malbatên girtiyan, dê li ber Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ya bi îdîaya îşkence di girtîgehê li girtiyan hatiye kirin de, daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (16.30)
* Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglu û Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş dê li Navenda Hunera Hendem a di çarçoveya 1’yemîn Hevdîtina Pirtûkan a Çankayê de pirtûka Gultan Kişanak a binavê Di Siyaseta Kurd de Rengê Xemrî yê Jinê îmze bikin. (18.00-20.30)