STENBOL – Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li dijî operasyona Efrînê derketibûn, dadgehê biryara qedexeya derketina derveyî welat danîbû ser 30 xwendekaran. Di danişîna hat dîtin de qedexeya li ser xwendekaran hat rakirin.
Li Zanîngeha Bogazîçiyê ya Stenbolê xwendekaran bi boneya di serdema operasyona Efrînê de pankartê “Liqûmê dagirkirin û komkujiyê nabe” vekiribûn 30 xwendekar bi îdaya “Propaganda rêxistinê kirin e” dihatin darizandin. Danişîna duyemîn a doza xwendekaran li 32’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin.
Piştî parastin û daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî welat, heyeta dadgehê biryara qedexeya derketina derveyî welat rakir û paş de dayîna materyalên dîjîtal red kir. Doz taloqî dîrokek pêş hat kirin.