NAVENDA NÛÇEYAN – Xebatkarên tenduristiyê li Amed, Wan û Edeneyê bijîşk Fîkret Haciosman ê li Stenbolê di encama êrîşa çekdarî de hat kuştin şermezar kirin. Xebatkarên tenduristiyê gotin: “Hêj li benda çend kesane ji me bimirin?”
Li navçeya Bahçelîevlera Stenbolê Pisporê Nexweşînên Ruh û Sînîr Dr. Fîkret Haciosman duh ji aliyê kesê bi navê Serhat Tunçdemîr ve bi çeke hat kuştin. Kuştina bijîşk Haciosman bû sedema nerazîbûna bijîşk û xebatkarên tenduristiyê. Hevpîşe û xebatkarên tenduristiyê li Amed, Wan û Edeneyê kuştina Haciosman şermezar kirin.
AMED
Kedkarên tenduristiyê yên endamê TTB’ê, SES’ê û Odeya Hekîmên Diranan ên Amedê li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazîyaşargîla Amedê bi daxuyaniya çapemeniyê bertek nîşanî kuştina Haciosman dan û bi pankart û dovîzan berteka xwe anîn ziman.
Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Recep Oruç êrîş şermezar kir û diyar kir ku ev kuştin rê li ber gellek kuştina xebatkarên tenduristiyê vedikin û heke ev wisa dewam bike dê ev kuştin zêdetir bibin.
Endamê Konseya Navenda TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya jî êrîş şermezar kir û xwest qanûna astengkirina tundiyê bê derxistin.
Sekreterê Odeya Tabîban a Amedê Orhan Îlim jî got li welêt her roj bi dehan xebatkarên tenduristiyê rastî tundî û êrîşan tên û divê pêşiya vê bê girtin û got: “Hêj li benda çend kesane ji me bimirin?”
EDENE
Odeya Tabîban a Edeneyê jî li ber Fakûlteya Tibê ya Zzanîngeha Çukurova daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û bûyer şermezar kir. Serokê Odeya Tabîban a Edeneyê Dr. Ahmet Hîlal axivî û kuştina bijîşk Haciosman bi tundî şermezar kir.
WAN
Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê û Şaxa SES’ê ya Wanê jî li ber Nexweşxaneya Herêma Wanê êrîşa li dijî hekîm Haciosman û kedkarên din ên çapemeniyê şermezar kirin. Sekreterê Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê Dr. Huseyîn Yavîç axivî û li dijî kuştina bijîşk bertek nîşan da û got roj bi roj tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê zêde dibe.