NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerê papaz Andrew Brunson, Îsmaîl Cem Halavurt ji bo miwekîlê bê berdan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.
Parêzerê papazê Amerîkî Andrew Craîg Brunson, Îsmaîl Cem Halavurt serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da û xwest ji miwekîlê wî ji hepsa malê bê berdan û şertê kontrola edlî bê rakirin.
Brunson di cotmeha 2016’an de hatibû binçavkirin û di kanûna 2016’an de jî hatibû girtin. Brunson bi hinceta “Tevî ku ne endamê rêxistina terorê ye li ser navê rêxistinê sûc dike” û “casûsî kirin” tê darizandin û heta 35 salan ceza jê re tê xwestin. Brunson niha li Îzmîrê di hepsa malê de tê ragirtin û ev yek bû sedemê krîza di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de.