Demîrtaş: Erdogan bi dewama girtina min kampanya hilbijartinê dest pê kir

  • rojane
  • 13:39 3 Cotmeh 2018
  • |
img
ENQERE – Danişîna doza  Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş hat dîtin. Demîrtaş, diyar kir ku Serokomar Erodgan di hilbijartina  24'ê Hezîranê de li ser girtina wî kampanya da destpêkirin û bi biryara girtina wî kampanya xebatên hilbijartinê meşand. 
 
Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya Kampusa Girtîgeha Sincanê hat dîtin. Demîrtaş ku danişîna berê amade nebûbû, vê carê amade bû. Demirtaş, diyar kir ku min biryar da ku bi SEGBÎS'ê tev di danişînê bibim. Ez neçarim bi SEGBÎS'ê parastinê bikim. Çûn û hatina Enqereyê 24 saetan daajo. Ev seyehata jibo tenduristiya min ne guncav e. Ji ber vê yekê ençarim bi SEGBİS'ê tev li danişînê bibim. Ji bo ev yek têkeve qeydê ez dibêjim. Li salonê jî Parêzerên Demirtaş, parêzerên Baroya Amedê amade bûn. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sezai Temelli û Pervin Buldan jî di nav de gelek parlamenter û rêveberên HDP'ê amade bûn. Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî li salonê amade bû. 
 
Demirtaş, hemû kes silav kir û Parlamenterê HDP'ê yê Rihaye Îbrahim Ayhan bibîr anî û dest bi parastinê kir. Demirtaş, bal kişand ser hilbijartina 24'ê Hezîranê û wiha got: "Ev hilbijartin bû sedema guhertina rejîmê. Beriya hilbijartinê min di 10-11'ê Hezîranê de parastin kiribû. Ji wê demê heta niha yekem car derdikevim danişînê. Hefteya li pêş me 10'ê Cotmehê roja komkujiya GAR'a Enqereyê ye. Ez wê komkujiyê şermezar dikim û sersaxiyê ji malbatên wan kesên hatin kuştin re dixwazim. Di pêvajoya hilbijartinê de li ser girtina min kampanya dan destpêkirin û operasyona hiş pêş xistin. Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de li ser girtina min û dosya jê têm darizandin hişekî pir mezin ava kirin û kirin kampanya hilbijartinê. Ez dê delîlê vê yekê pêşkêş bikim. Ji destpêka parastinê heta niha bi israr dibêjm beriya kuem wekilên HDP'ê bên girtin û destnedayîna me bê rakirin operasyona hiş li ser me dan meşandin. Dema destnedayîna me rakir min diyar kir ku helwestek çawa ya siyasî pêş xistin. Têkildarî bûyerên 6-8'ê Cotmehê helwestek çawa nîşan dan. Min ev hişê ku tê avakirin û li dadgehê çwaa bi ruh dibe yek bi yek ve gotibû. Hêj dadger der barê min de biryar nedabû medya ez pêşin sucdar kirim û hikûm li min birîn. Hikûmet televîzyon bi televîzyon geriya û rojê 2-3 wezîr derketin televizoyanan ez reş kirim û sucdar îlan kirim. Ez wekî kesê qatil îlan kirim. Ev operasyona avakirina hişekî ye. Lê min dît di vê mijarê de dadgeh bêdeng ma. We  bi biryara da bêdengiya xwe anî ziman. Hûn hem bêdeng man û hem jî we bi vê bêdengiyê piştgirî da." 
 
Demirtaş, da zanîn ku ji du dozan girtî tê darizandin û wiha berdewam kir: "Ji dozekê wekî rêveberê rêxistinê, ji doza din jî ji bûyerên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê têm darizandin. Ji ber van dozan zêdeyî salekê ez girtî têm darizandin. Hûn bi van sucdariyan herîzêde dikarin 1,5 salê bin girtî darizînin. Lê piştî 1,5 sal derbas bû, we dîsa biryara berdewama girtina min da. Mînaka ku nehatiye dîtin we bi girtîgeha Edirne re muzakere çêkir. Demirtaş ji bûyerên 6-8'ê Cotmehê cezayê wî hat înfazkirin an jî ji rêvebeiya rêxistinê ye? Girtîgeha Edirne biryar da.  Têkildarî bûyerên 6-8'ê Cotmehê 32 kes tên darizandin. Diviya bû ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmehê ez bihatima tahliyekirin. Lê we li dijî hiqûqê biryarda " 
 
Demirtaş, helwesta dadgehê jî rexne kir û ani ziman ku di hilbijartinê de bû aliyê siyasî û wiha got: "Ez siyasetvan im.14  salin çalak siyasetê dikim. Ji baskê ciwanan heta  niha di partiya xwe de siyasetê dikim. Dema me amadekariyê hilbijartinê dikir, daraze ajî amadekariyên hilbijartinê dikir. Ji bo têkildarî bûyerên 6-8'ê Cotmehê min tahliye nekin operasyona hiş dan avakirin. We mudaxaleyî hilbijartina herî girîng a tirkiyeyê kir. Me îmze avêt binr biryarek balkêş." 
 
BERTEKA LI DIJÎ AYM’Ê 
 
Demîrtaş serlêdana bi rêya parêzeran a ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn ku hêj negirtiye dest rexne kir û got: “AYM yek ji daraza herî bilind e ku Destûra Bingehîn bipêraz e. Tevî ku 4 meh derbas bû hêj dosyeya min ne nirxandine. Rewş ewqas girîng e. Hilbijartin pêk hat û xelas bû lê hêj AYM’ê biryara der barê girtina min de nedaye. Dikaribûn bigotina ne ‘Demîrtaş dê girtî bimîne’ û ne jî ‘tahliye bibe.’ Tirkiye derbasî rejîmek nû bû lê hêj nû dadgehê ji Wezareta Dadê nêrîn pirsîye.” 
 
‘ME DIKARIBÛ PÊŞIYA TIRKIYEYÊ VEKIRA’ 
 
Demîrtaş di parastina xwe wiha axivî: “Ev gellek girîngin birêz Serok. Ez bi 142 salan li dadgeha we têm darizandin. Ev tişt hemû li ber çavê Tirkiyeyê pêk tên. Hûn dadger in û xisûmetek min bi we re nîne. Dadger ew kesin ku di demên kirîtîk de rolên girîng bigirin ser milên xwe. Li Tirkiyeyê rejîm guherî. Di vê rewşê de berpirsyariya darazê jî heye. Me dikaribû pêşiya siberojên ronî yên Tirkiyeyê vekira. Tirkiye dikaribû neketa destê rejîma yek zilamî.
  
Ez kapîtîlazmî naparêzim. Ez tevahiya jiyana xwe de çepgir bûm û aboriya çep jî diparêzim. Lê min dizanibû welatek wek mîna Tirkiyeyê nikare vê kapîtîlazmê hilde û dê krîz pêk were. Min derdê xwe ne anî ziman, ji ber ku min yek mitîngê pêk neanî. Ez derkenetim yek kanaelekê. Ez AKP’ê û Erdogan dijminê welat nabînim, lê fêm nakin. Ne de ferqa talûkeyê de en. 
 
DARAZÊ TEREF GIRT 
 
Tirkiye neçar bû dîroksiyonê xwe bizivirîne ser darazek serbixwe. Her çiqas Erdogan qezenc kir jî lê divê daraz li ser xeta demokratîk bûya. Lê bes daraz bi biryarên girt ve ji bo yek zilam bi ser bikeve alî girt. Li dijî min alî girt. Darazê ji namzedek serokomariyê re got ‘Tu ne namzetê me yî. Tu yê li hundir bimînî. Çimkî dibe ku ti kampanyeyek bi bandor birêve bibî û li pêşiya serkeftina Erdogan bibî asteng.’ 
 
KRÎZÊ DIGOT ‘VA EZ TÊM’ 
 
Heman darazê dê serlêdana min a takekesî lêkolîn bike û di der barê min de biryar bide. Ev daraz darazek ku namzetek serokomariyê tahliye nake ye. Dê ji niha şûn ve di der barê min de çawa biryarek adilane bide. Ne pêkaniya vê ez ê vebêjim. Mesele ne ez im, ku şexsê xwe rizgar bikim. Min welatê bindestan Tirkiyeyê û siberoja demokratîk parast. Qey tu yê bêjî krîza aborî bi zemgîlê ket. Na, krîza aborî bang dikir û digot ‘va ez têm.’ 
 
EM DI KEŞTIYA TALANGERAN DE CIH NAGIRIN 
 
Niha jî dibêje ‘em di heman keştiyê de ne.’ Ez jî namzet bûm lê em ne di heman keştiyê de bûn. Ez nakevim keştiya talanger û yên Tirkiyeyê dişêlînin. Em ne di heman keştiyê de ne. Piraniya Tirkiyeyê di heman keştiyê de ye û niha dixwazin vê keştiyê têk bibin. Aliyê din di keştiya luks de ye û ew dê nekevin çiravê. Em nikarin bi yên krîzê derxistin re di heman keştiyê de cih bigirin. Em li aliyê bindest ên Tirkiyeyê ne û di keştiya wan de ne.
 
MIN Ê JI SEDÎ 20 DENG BIGIRTA 
 
Min wek namzetê serokomariyê dikaribû van vegota. Heke min dikaribûya van vegota, dê encama hilbijartina serokomariyê ne wiha bûya. Encama van hilbijartinan manîpulatîf e û di çend hilbijartinên dawî de YSK karên bi guman dike. Ez vê hilbijartinê rewa nabînim û ez ê nebinim. Wê civak jî rewa nebîne. Heke ez li derve bûma ez angaşt dikim ku min ê ji sedî 20 deng bigirta. Min ê ji bo parastina dengan jî xebat birêve bibira. Min dikaribû partiya xwe hin bêtir baştir amade bikira. Hevalên me bi kedek mezin xebitîn û ez wan pîroz dikim. Tevî hemû astengî û êrîşan HDP di hilbijartinê de serkeftinê bi dest xist. Bi berxwedana gelê me û hêza HDP’ê ew krîz hat vekirin. Ez li derve bûma dê encam cuda bûya. 
 
RIZGARIYA JI KRÎZÊ RÊYA DEMOKRASIYÊ YE
 
Têkçûna aborî bi lez bûye û ne pêkan e bê sererastkirin. Rizgariya ji vê yekê demokrasiye û modelek nû ye avakirinê ye. Çareserî û aştiya pirsgirêka kurd e. Dermanê şer û tundiyê çareseriye. Reforma darazê divê pêk bê. Divê dadger bên berdan. Medya azad bibe. Rojnameger bên berdan. Heke wisa bibe dê aboriya welat rast bibe. Heke wisa nebe berevajiyê vê yekê dê aborî têk biçe û dê her kes berdêlê vê yekê bide. Hûnê jî berdêlê vê yekê bidin birêz Serok. Em ê jî berdêla vê yekê bidin. Berpirsê vê yekê biryarên darazê ne. 
 
ERDOGAN KAMPANYA XWE BI DEWAMKIRINA GIRTINA MIN DA DESTPÊKIRIN 
 
Di serdema hilbijartinê de bi awayekî alenî mudaxeleyî dosyeya min hat kirin. Ez ê yek bi yek bixwînim û dixwazin derbasî girtekên SEGBÎS’ê bibin. Li dijî xala 138 a makeqanûna me 3u xala 18’emîn a PMME mudaxele hat kirin. We van tiştan bihîst û hûn jî dengdêrin li vî welatî. Hûn jî parçeyek îradeya milî ne. Çawa dest pê kir ez bibêjim. Me serî li dadgeha we da. Dadgeha we serlêdanê û bedana min red kir. Parêzerên min veguhezandin AYM’ê. AYM dosyeyê bi lez girt dest û wê biryar bidana. Bêguman ev hat bihîstin. Ez jî agahdar bim her kes jê agahdar e û bi lez û bez mudaxeleyî vê hat kirin. Dîroka li dijî min kampanya hat destpêkirin û dîroka ku AYM’ê dosyeya min şand raportöre heman dîrok e. Wiha dest pê kir. 9’ê gulan 2018… Ez namzetê serokomariyê me. Biryara dewama girtina min dane û Erdogan kapmanyaya xwe da destpêkirin. Bahçelî jî daxuyanî da. Bahçelî di 12’ê gulanê de twîtek wiha parve kir: ‘Wisa ye ji bo Demîrtaş bê berdan, hewldanek tê dîtin. Dibêjin ku wê Demîrtaş bê berdan û ev yek xeletî ye.’ 
 
HEVALEK VÎ BÊGEFENDÎ JÎ NÎNE 
 
Erdogan di 10’ê hezîranê de li Kocaeliyê daxuyaniya darvekirina min dide. Jixwe ew bi çavê dadgerê herî mezin li xwe dinêre. Yê ku vê zemînê pêşkêşî wî kir dadgeha we ye. Lê yê ku ehliyeta wî hebû ez im ez. Yê min dîpolomaya min zanîngehê heye. Min 4 sal hiqûq xwend. Yê vî begefendiyî hevalek wî zanîngehê jî nîne û çimkî ehliyeta wî nîne. 
 
DIVÊ DIJMINÊ MERIV MERD BIN LÊ EV NAMERDIN 
 
Mesûmiya darazê, karîneya mesûmiyetê… Min dev ji van hemûyan berda, lê meriv henik merd dibe. We dest û piyê mirovekî girêdaye û avêtiye hundir. Hûn radibin der barê însanek de wiha dibêjin. Ev merdbûn e gelo? Divê dijminê mirov merd be. Lê van bi namerdî kir. Heke ez li dervebûma min ê bersiva van bida. Min ji Davutoglu bipirsin. Ew min baş nas dike. Dema ew derdiketin meydanan û ba dibûn û gûr dibûn, ez baş dizanim di her seferê de dixwestin li gel me bin. Ew baş dizanin. Hûn ji vê yekê re bûn asteng.” 
 
Danişîn bi parastina Demîrtaş didome. 
 

Sernavên din

04/10/2018
13:37 KCD’ê Berhem Salih pîroz kir
13:25 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:24 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li dijî polîtîkayên şer em ê têkoşînek hevpar birêve bibin
13:23 Polîsan li 2 kesan da û ew binçav kirin
12:43 Dozger: Ez dewama girtinê dixwazim
Demîrtaş: Ez berdana xwe daxwaz nakim
12:31 Karkerek li Edeneyê jiyana xwe ji dest da
12:19 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa ‘sirgûna êzidiyan’ qebûl nekir
12:00 Bi ser kaşkirina mirovahiyê re 3 sal derbas bû
11:02 ‘Îdrîs neyê berdan em ê dozê bibin DMME'yê’
10:50 Gelê Yedîkule: Gelo ev dewlet dixwaze çi bêje?
10:33 MSD: Bidawîkirina muzakereya bi Şamê re di rojeva me de nîne
10:01 AYM’ê bersiva 'nayê qebûlkirin' da serlêdana Aysel Tugluk
09:55 12 kes li Hatayê hatin girtin
09:54 Eren Keskîn bû namzeta Serokatiya Baroya Stenbolê
09:42 Li 65 gundên Licê û Hênê hatin qedexekirin
09:41 Li Edeneyê welatiyek ji Kobanê hat binçavkirin
09:32 Wezareta Karê Hundir doza li malbatên PKK’yan vekir hat redkirin
09:22 Li Kercewsê teqîn: Hejmara leşkerên mirin derket 7'an
09:22 Bi ereboka destan kolan bi kolan digere û amûrên kevnar difiroşe
09:21 Ji 2005'an heta niha 250 roj cezayê hucreyê li Ocalan hatiye birîn
09:20 Li Baybûrtê kêzikan dixin nav xwarina girtiyan!
09:20 ÎŞKÛR’ê bi awayekî neheq 4 milyon TL belav kir
09:19 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayin derman kirin
09:18 Li Wanê sextekariya muteahît: 307 daîreyên welatiyan derxist ber firotinê
09:17 Petêxên Melava li ser dezgehan e
09:16 Li Îzmîrê polîsan sîxurtî li ser kesekê din jî ferz kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2018'AN
08:43 Li Sêrtê qedexeya derketina derve
03/10/2018
18:11 Tezkere bi dengên AKP, CHP, MHP û Partiya ÎYÎ salek hat dirêjkirin
17:20 Hevserokên HDP’ê Berhem Salih pîroz kirin
16:45 Walîtiya Êlihê ji ber cenazeyê Acar 8 roj Hezoyê qedexe kir
16:25 Operasyona eskerî ya li Licê di roja 3’yemîn de didome
15:31 Qedexeya derketina derveyî welat a xwendekaran hat rakirin
15:08 Kedkarên tenduristiyê: Hêj li benda çend kesane ji me bimirin?
14:33 Doza 8 rojnamegerên nûçeya Çîtîl parve kirin taloq bû
14:02 Parêzer ji bo Brunson serî li AYM'ê da
13:39 Demîrtaş: Erdogan bi dewama girtina min kampanya hilbijartinê dest pê kir
12:44 25 sal borîn: Ma ji bîrkirina Vartînîsê pêkan e?
12:02 Modela çareseriya krîza Sûriyeyê: Girê Spî
11:54 Ceferî: Em destûr nadin artêşa tirk di axa Iraqê de bimîne
11:18 Enflasyon derket ji sedî 25'an
10:55 Rojnameger Adil Yigît: Ez difikirim ku dê Erdogan bi xerabiyê biçe
09:32 AYM'ê cezayê hucreyê îhlal hesiband
09:08 Lêçûna salekê ya Qesrê 362 milyon tl
09:08 Prz. Kanar: DMME ji rêgezên xwe dûr dikeve
09:07 Sektora înşaetê ji ber aboriyê têk diçe
09:06 Ozugurlu: Komên çekdarên li Idlibê li Tirkiyeyê guhdar nakin
09:05 Tanrikulu: Em ê êdî çîroka windayan li Meclîsê bixwînin
09:05 Muftuoglu: Li welatê mafê mirovan tune be, pirsgirêkê karkeran dê bidome
09:04 Hevberdevka KÎD'ê Kaya: Emê niqaş bikin ku dîrok dubare nebe
09:00 ROJEVA 03'Ê COTMEHA 2018'AN
02/10/2018
22:39 Bi hezaran karkerên camê ji mafê xwe ji Lûleburgazê meşiyan Stenbolê
22:18 Dadgehê 20 meh ceza li nivîskar Ozturk birî
22:09 Xebatkarê Rojnameyê Tosun hat berdan
21:43 Dr. Berhem Salih bû Serokkomarê Iraqê
21:39 PE'yê 70 milyon eûro alîkariya ji bo Tirkiyeyê betal kir
21:25 Dadgeha bilind cezayê Ilıcak û bira Altanan erê kir
17:20 Temellî û Aydogan li ser meseleya perwerdê hevdîtin kirin
16:59 2 girtiyên li Tarsûsê sewqî Kayseriyê kirin
16:38 Di doza JÎTEM'ê ya Enqerê de şahidê veşartî hat guhdarkirin
16:21 Danişîna Tugluk û Tuncel hat taloqkirin
16:04 Parêzeran îtîrazî berdana bersûca DAIŞ’ê kir
15:48 Parêzer çûn Girtîgeha Duzceyê: Ji mîza girtiyan xwîn diherike
15:21 Zeynep Sekaanvand hat darvekirin
15:18 Buldan: Sedema krîzê rêveberiya yek zilamî û tecrîdkirina Ocalan e
14:54 OHP: Em ji rewşa Îmrali û girtiyan bi fikar in
13:45 Parêzer xwest danişîna doza Beştaş a HDP'î bê rawestandin
13:40 Pêşniyaznameya lêkolîna der barê Ocalan de hat redkirin
13:11 Operasyona li Lîcê di roja duyemîn de berdewam dike
13:02 Polîsan beşdariya merasîma cenaze asteng kir û HDP'yan tehdît kir
12:29 Rojnameger Bariş Polat hat berdan
12:27 ‘Konferansa Amadekariya Hilbijartinên Herêmî' ya HDP'ê dest pê kir
11:44 Pekozê HDP'î: Nav û cihên nexweşxaneyan guhertin, lê pirsgirêk neguherîn
11:20 Danişîna doza Demirtaş sibê ye
11:10 7 sal cezayê girtîgehê ji bo Serokwekîla Şaredariya Pirsûsê hat dayîn
10:58 Cilên girtiyê nexweşê giran nadinê
10:33 DMME ji bo îfadeya ‘gerîla’ Tirkiye mehkûm kir!
10:26 AI îdîa kir ku Îran dê îro Zeynep Sekaanvand darve bikin
10:17 Li Stenbolê operasyona ‘aboriyê’: Der barê 417 kesan de biryara binçavkirinê
10:01 Parêzerê Ocalan Şakar: DMME mîsyona mafê mirovan winda kir
09:53 ‘Guhertina navên kurdî bêtehamuliya li dijî zimanê me ye’
09:46 Li Endonezyayê du erdhejên din rû dan
09:38 Danişîna 7 rojnamegeran dê sibê bê dîtin
09:09 Di dozên komkujiyan de, tevî delîlan jî kiryar beraet dikin
09:08 Dayika ku kurê wê ji ber betaliyê xwe şewitand: Rêveberên vî welatî ma çi dikin?
09:07 ‘Zenda destê rastê yê cenazeyên li Meletiyê hemû hatine şikandin'
09:06 Hevşaredarê Tozanê: Tayînkirina qeyûman perçeyeke Plana Rûxandinê ye
09:06 Ji ber masîpankên tev li golê hatin kirin masiyên deqsor neman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2018'AN
01/10/2018
21:18 Qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû
17:27 Vefa Kartal 87 rojin di grevê de ye
16:59 Polîsên li Amedê bi ser du taxan de girtin, di jêrzemînên malan de lêgerîn kirin
16:58 Pekoz ê HDP'î: Çima Febrîqeya Şekir li gorî şertnameya îhaleyê nefirotin?
16:40 Bertekên li dijî zema ceyranê: Li şûna bi destên me bigirin, pehîna xwe li me didin
16:33 HDP’yî li ber Zîndana Amedê malbatan ziyaret kirin
15:57 Cenazeyê Çaglar piştî 2 mehan hat definkirin
15:49 Gel bi neçûyîna ser sindoqan bersiv da polîtîkayên heyî
15:34 Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê dikin
15:17 Li Enqere di 5 salan de 300 karker di cînayetên kar de mirin
15:09 Karkerên gihîştin Enqereyê: Em ê berxwedana karkeran bigîhin hev