GIRÊ SPÎ – Li Girê Spî (Til Ebyad) kurd, ereb, ermenî û tirkmen bi hev re dijîn. Ev bajêr bi meclîsa xwe ya ji 62 kesan pêk tê, bi 3 navçe û 600 gundên xwe yên komun bûye awêneya jiyanek nû. Hevserokê Bajarê Rêveberiya Xweser a Demokratîk Hemîd El Ebîd got modela çareseriya krîza Sûriyeyê ava kirin e.
Kantona Girê Spî ya li Herêma Firatê ku girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji navendên projeya jiyana nû ya gelan e. Girî Spî di navbera kantonên Cizîrê û Kobanê de cih digire û li miqabilî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ye. Di serdema rejîmê de ev navend girêdayî bajarê Reqayê bû. Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de xwedî girîngiyek stratejîk e. Kurd, ereb, ermenî û tirkmen li vir bi hev re dijîn. Pergala li vir hatiye honandin ji tevahiya Sûriyeyê re mînakbûnê temsîl dike.
Girê Spî bi polîtîkayên rejîma Baas a “Kevana Ereb” re rû bi rû ma. Li vir gundên kurdan hatin valakirin û ereb hatin bicihkirin. Li vir xwestin demografiya bajêr biguherînin û gellek caran bi polîtîkayên zextdarî re hevrû ma. Piştî wek kanton hat îlankirin pergala wê ya îdarî Girî Spî bû navend Eyn Îsa û Silûk jî di nav de sê navçe û ji 600 gundan pêk hat. Nêzî 250 hezar nifûs lê heye. Li kantonê 2 kampên penaberan jî lê hene. Li van kampan penaberên ji Reqa û Dêra Zor nêzî 20 hezar kes lê dimînin.
SERDEMÊN DAGIRKIRINÊ
Di destpêka şer de bajêr ket destê rêxistinên mîna Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) û Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a wê demê navê wê El Nûsra bû. Pişt re radestî DAIŞ’ê hat kirin û veguherî bajarek mirinê. Bû bajarê ku DAIŞ’ê herî zêde li vir bi hovîtî mirovan qetil kir. Mirov hatin înfazkirin û serjê kirin. DAIŞ’ê liv ir xeta sînor bi dest xist û ji vir heta Reqa û Mûsûlê xwe pê xwedî kir. Heta ku DAIŞ li vir bû bi awayek çalak bikaranî.
XETA CIZÎRÊ Û KOBANÊ HAT GIRÊDAN
Piştî li Kobanê dagirkirina DAIŞ’ê hat tekbirin, hêzên Bakurê Sûriyeyê dest bi pêngavek kirin û di bin navê operasyona “Pêngava Rûbar Qamişlo” de di 15’ê hezîrana 2015’an de Girê Spî ji DAIŞ’ê rizgar kıirin. Piştî bajêr hat rizgakirin xeta di navbera Kobanê û Cizîrê de jî hat girêdan. DAIŞ’ê derbeyek giran li vir xwar. Piştî hat azadkirin meclîsên gel û komûn hatin avakirin û gelan rêveberiya hevpar ava kir.
RÊVEBERIYA GELAN A HEVPAR
Rêxistina rêveberiyê wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî hat diyarkirin. Ev rêveberî ji 62 kesan pêk tê. Yek kurd û yek jî ereb bûn hevserokên meclîsa rêveberiya xweser. Endam li gorî hejmara nifûsê bajêr hat aşkerekirin. Her çiqas bi piraniya nifûs ereb û kurd bin jî lê tirkmen û ermenî jî di meclîsê de cih digirin. Girê Spî bi rêveberî, meclîs, komunên xwe ji bo projeya jiyanek nû bajarek mînak e.
BAJARÊ ERMENIYAN
Netew û baweriyên cuda li vir dijîn. Di heman demê de her kes xwe ji vir dibîne. Hemû çand û huner liv î bajarî xwe didin jiyîn. DAIŞ’ê Dêra Ortodosk a ermeniyan girtibû û piştî rizgarkirina bajêr niha ev dêr çalak bûye û ermenî îbadetên xwe li dikin û mînaka jiyana li vir e. Ermeniyên li Girê Spî dijîn ên ku di komkujiya 1915’an de xwe lê girtin e. Li herêmê yek ji bajarê ku bi ermeniyan dihat nasîn. Piştî DAIŞ’ê vir dagir kir gellek ermenî neçar min ji bajêr koç bikin.
BAJAREK MOZAÎK
Zimanê perwerdehiyê û siyasetê bi erebî, kurdî û tirkî ne. Her wiha ji bo ermenîkî jî amadekarî tên kirin. Ji bo pêşxistina zimanê tirkî û ermenî qurs hene û ders tên dayîn. Ji bo pêşxistina çand û hunera kurd, ereb, ermenî û tirkmenan navendên çand û hunerê xebatan birêve dibin. Di vê çarçoveyê de xebatên muzîk, şano, folklor û enstrûrmanan tên kirin.
‘EM XWE BI XWE BIRÊVE DIBIN’
Hevserokê Bajarê Rêveberiya Xweser a Demokratîk Hemîd El Ebîd diyar kir ku wan bi hev re baweriya jiyankirina bi hev re daye û ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê modelek alternatîf ava kirin e. Ebîd ê ew bi xwe jî ereb e anî ziman ku şêniyên ereb ên li bajêr bi hezkirinek mezin pergala tê avakirin hembêz dikin û pergalek hemû gel xwe têde dibînin. Ebîd behsa pêvajoya berê ya li Girê Spî kir û got: “Di pêvajoyek wiha de me tovên ku aj didin çand. Li vir ereb, kurd, tirkmen û ermenî hatin gel hev. Me rêveberiya xwe ava kir. Em xwe wisa birêve dibin. Pirr xwestin me bi hev bidin şikandin lê bi ser neketin. Îro dîsa em li ser dike ne.”
NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ
Ebîd destnîşan kir ku tehdîdên li ser qada jiyana wan dê bi ser nekevin û wiha got: “Gelên Sûriyeyê xwedî li pergala xwe derdikevin. Hêzên bajarê me hilweşandin diyar in. Êdî em ê destûr nedin van hêzan. Bi vê pergala me ava kiriye em li Sûriyeyê mînaka çareseriyê dibînin.”
MA / Nazim Daştan