ENQERE – Rojnameger Adil Yigît ê bû hedefa Serokomar Erdogan bersiv da û got: “Ez difikirim ku wê dawiya Erdogan xerab bibe. Wê dawiya Erdogan bibe mîna ya Hîtler û Saddam.”
Di civîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîra Elmanya Angela Markel a hevbeş de rojnameger Adil Yigît jî tîşortê “Ji Rojnamegeran Re Azadî” li xwe kir. Di civîna Koma AKP’ê ya Meclîsê de Erdogan rojnameger Adil Yigît xist hedefa xwe. Erdogan bo Yigît wiha got: “Bêedebek û bêehlaqek bo civîna min û Şansolye provoke bike derket holê. Wî pakêt kirin û avêtin. Ne elman e jî qaşo tirk e.”
Rojnameger Adil Yigît der barê mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
'MIN PLANANÊN WAN XERA KIR’
Yigît destnîşan kir ku “AKP bi kabîneya xwe ya şer ve hat Elmanya” û wiha axivî: “Min bihîst ku Can Dundar naçe civînê. Di nava çend saetan de min tîşort sitend. Tenê min li serê ji rojnamegeran re azadî nivîsand. Min bi elmanî jî nivîsand. Dema ez çûm wir sekinim. Li wir ji bo ez bipirsim çend caran min tiliya xwe rakir. Lê bes min ji nedîtî ve hatin. Min jî tîşortê xwe amade kiribû. Heke bihiştina ku min pirs bikira, min ê wêneyê bi tîşort nedabaya. Min mêze kir ku mafê pirskirinê nadin min û Elmanya jî ji vê yekê re bêdeng dimîne û min xwest wêneyên bi tîşort bên kişandin. Piştî çend wêneyan demildest mudaxele kirin. Kabîneya şer bi darê zorê dixwaze muxalîfan bêdeng bikin. Şerm nakin tên Elmanya û li vir jî rojnamegerên muxalîf bêdeng dikin. Min jî plana wan xera kir. Bi derketina wî tîşortê min hemû planên wan ser û bin kir. Ji ber ku min nêzîkatiya kabîneya şer a li Tirkiyeyê ya li dijî rojnamegeran aşkere kir, ez bûm hedefa wan.”
'MIN BI TU AWAYÎ PROVOKATORÎ NEKIR’
Yigît bersiv da heqaretên Erdogan lê kirin û wiha domand: “Min li wir gotinek ku dê provokatoriyê bike ne anî ziman. Min tu çalakî nekir. Çalakiya min li qada netewî û navnetewî rastî bertekek baş jî hat. Mirov li hember van mijaran ne bê hestiyar in. Gellek saziyên medyayê vê mijarê dît û belav kir.”
'WÊ DAWIYA WÎ XERAB BI ENCAM BIBE’
Yigît gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Erdogan rojnamegerên ne ji xwe û di serî de rojnamegerên kurd û hemû rojnamegerên muxalîf ‘terorîst’ îlan dike. Ez difikirim ku wê dawiya Erdogan ê li dijî gelan dijminî pêk tîne, nefretê û dubendiyê dixe navbera mirovn, mirovên cuda difikirin dixe girtîgehan xerab bi dawî bibe. Dawiya Erdogan dê bibe mîna dawiya Hîtle û Saddam. Belkî hin bêtir xerabtir jî biçe.”
MA / Selman Guzelyuz