ENQERE – Li gorî rapora xebatên Serokomariyê ya sayiştayê di sala 2017’an de li Qesrê 362 milyon tl pere hat xerçkirin. Ji bo paqijiyê 3 milyon, ji bo pêşwazîkirin û nûnertiyê 36 milyon, ji bo xizmeta kirtasiyê 1 milyon 641 hezar û 497 TL pere hat xerçkirin.
Sayiştayê rapora xebatên Serokomariyê ya sala 2017’an Qesra Serokomar Erdogan aşkere kir. Ligori rapore 362 milyon tl pere li Qesrê hat xerçkirin. Ji bo paqijiyê 3 milyon, ji bo pêşwazîkirin û nûnertiyê 36 milyon, ji bo xizmeta kirtasiyê 1 milyon 641 hezar û 497 TL pere hat xerçkirin. Li gorî raporê Ji bo Serokomar Tayyip Erdogan di sala 2017'an de 53 hezar û 300 TL pere hat veqetandin. Lê di salekê de 639 hezar û 600 TL pere hat xerçkirin. Meaşê sala par ku 591 hezar û TL hat razandin, di 2017'an de bi giştî 48 hezar TL zêde bû. Di raporên 2 salên dawî yên hatin weşandin de ji bo fatoreya ceyran, av, înternet û hwd wekî mal û malzemeyên der barê serfkirinê de hat pênasekirin û wekî 25 milyon 587 hezar tl hat nîşandan.
JI BO NÛNERTIY3E 36 MÎYON Û 273 HEZAR
Ji bo resepsiyonên ku berê li Qesrê pêk hat û rastî bertekan hat ji bo toren û nûnertiyên 2017'an ên wekî toren, fuar, organizasyon û danasînan bi giştî 36 milyon 273 û hezar 650 TL pere hat xerçkirin. Ji bo lêçûna kirtasiyê jî 1 milyon û 641 hezar û 497 TL pere hat xerçkirin. Ji bo xwarin û mutfaxê 2 milyon û 646 hezar û 152, ji bo lixwekirin û tuhafiye 7 milyon û 79 hezar û 913 TL, ji bo xwarinê 119 hezar û 068 TL û ji bo vexwarinê 656 hezar û 160 hezar hat xerçkirin. Ji bo heqê rê jî 13 milyon û 999 hezar û 967 TL pere hat xerçkirin. Ji bo melzemeyê paqijiye jî 3 milyon û 244 hezar û 182 TL pere hat qerçkirin. Di salekê de 362 milyon û 253 hezar tl pere xerç kirin.