NAVENDA NÛÇEYAN - 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmirê 20 meh cezayê girtîgehê li Nivîskarê Rojnameya Arti Gerçekê Fadil Ozturk birî.
Der barê Nivîskarê Rojnameya Arti Gerçekê Fadil Ozturk ê di 5'ê Çile de polîsan bi ser mala wî de girtibû û binçav kiribûn doz hatibû vekirin. Danişîna doza Fadil Ozturk ku bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" doz hatibu vekirin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê hat dîtin. Ozturk û parêzerê wî beşdarî danişîne bûn. Piştî îdianame hat xwendin Ozturk û parêzerê wî parastin kirin û sûcdariya der barê xwe de red kirin. Piştî parastinê heyeta dadgehê 20 meh ceza li Ozturk birî û cezayê wî bi şertêku heta 5 salan heman sûcî neke ceza taloq kirin.