XERPÊT - Rojnameger Necmettin Tosun ku îro derket pêşberî dadger serbest hat berdan.
Danişîna doza Rojnameger Necmettîn Tosun ku di 15'ê Tebaxa 2018’an de di serdegirtina malê de hat binçavkirin û hat girtin, li 2’emîn Dadgeha Cezayên Girana Xerpêtê hat dîtin. Di danişînê de Rojnameger Necmettîn Tozun bi rêya SEGBÎS'ê tev li danşînê bû. Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan û malbata Tosun jî li salona dadgehê amade bûn. Piştî dozger îdîanameya der barê Tosunde xwend, Tosun îdîayên der barê xwe de red kir û berdana xwe xwest. Parêzerê Tosun jî parastin kir û îdîayên der barê Tosun de red kir. Prz. xwest Tosun bê berdan. Piştre heyetê der barê Tosun de biryara tahliyeyê da.
Tosun berê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi û Ozgur Gundemê ji belav dikir.