ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan li ser meseleyên perwerdehiyê hevdîtin pêk anîn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan li Navenda Giştî HDP’ê hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de endamên Komîsyona Perwerdehiyê ya HDP’ê û rêveberên Egîtîm Senê jî cih girtin.
Beriya hevdîtina girtî ya ji çapemeniyê re Temellî û Aytekîn li ser rojevê axivîn.
'PERWERDE TÊKÇÛYE’
Temellî diyar kir ku 16 sal e pirsgirêkên di pergala perwerdehiyê de diqewimin hêj nehatine çareserkirin û got: “Bi taybetî di serdema desthilatdariya AKP’ê de perwerde bi polîtîkayên neo-liberal hatin birêvebirin û perwerdehiyê kirin dîndar. Yên li dijî paşverûtiya perwerdehiyê têkoşiyan, rastî tundiya bê sînor hatin. Bi vî awayî li Tirkiyeyê perwerdehî têk çû.”
'70 HEZAR XWENDEKAR DI GIRTÎGEHAN DE NE’
Temellî anî ziman ku li Tirkiyeyê 70 hezar xwendekar di girtîgehan de ne û ev girtin wêneyê rewşa perwerdehiya li Tirkiyeyê nîşan dide. Temellî got çûyîna wan a bi ber hilbijartinên herêmî ve dê xebatek “Rêveberiya Herêmî û Perwerdehî” pêk bînin û dê li ser mihwera rêveberiyên herêmî li meseleya perwerdehiyê binêrin.
'ZAROKÊN KURD JI ZIMANÊ XWE BÊ PAR IN’
Temellî destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî girîng jî perwerdehiya zimanê zikmakî ye û got: “Dema em li bajarên kurdan dinêrin, zarokên kurd ji perwerdehiya zimanê xwe pê par in. Ev yek rê li ber rûxandinan vekir û hêj vedike. Perwerdehiya zimanê dayikê mafê herî bingehîn e û em ê têkoşîna vê yekê bidin.”
AYDOGAN: TÊKOŞÎNA PERWERDÊ MESELEYEK HEVBEŞ E
Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan jî bal kişand ser pirsgirêkên perwerdehiyê û got: “Bi dehan pirsgirêk hene û em di nava van pirsgirêkan de difetisin. AKP’ê ji bo berjewendiyên li ser perwerdehiyê xetek ji xwe re çêkir. Hemû kesên ne bi dilê wan e, ji perwerdehiyê dûr dikin. Li qada perwedehiyê xesp pêk tê. Têkoşîna perwedehiyê pirsgirêkek hevbeş e. Em ê li dijî pergala perwerdehiya paşverû ya AKP’ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan hevdîtinê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.