STENBOL – Parêzerên TOHAV û OHP’ê li ser îdiaya îşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê çûn girtîgehê û girtî ziyaret kirin. Parêzeran got girtiyan ji wan re ragihandiye ku îşkenceyê 4 roj dewam kiriye û piştî îşkenceyê ji mîza girtiyan xwîn herikiye.
Hevberdevka Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) parêzer Rengîn Ergul û endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) parêzer Bariş Marhan li ser agahiyên ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê îşkence li wan hatiye kirin çûn girtan ziyaret kirin. Parêzer bi 5 girtî, dozgerê girtîgehê û Dozgerê Komarê re hevdîtin kirin. Midûrê Girtîgehê Kazim Kara daxwaza hevdîtina parêzeran red kir.
‘EM Ê JI WE HESAB BIXWAZIN’
Ergul anî ziman ku îşkence û muameleya xerab a li Girtîgeha Duzceyê derketiye asta herî jor û wiha got: “Di qawîşa A-12 de 21 girtyên siyasî hene. Ev demek e li ser piya jimartinê dikin. Girtî diyar dikin ku wan jimartina li ser piya qebûl nekiriye. Di 25’ê îlonê de midûr jî beşdarî jimartinê dibe û ji ber çend girtî rûniştine fermanê dide gardiyanan û îşkenceyê li girtiyan dikin. Midûr ji wan re dibêje ‘hûn li derve xwîna me dirêjin, em ê jî li vir xwîna we biherikînin. Em ê ji we hesab bixwazin. Hûnê vê dewletê nas bikin. Hûnê her tiştî qebûl bikin.’ Bi vî awayî heqaretê li girtiyan dike. Piştî qawîşê wan li korîdorê kaş dikin. Jixwe li korîdorê kamera hene. Li vir jî girtiyan kelepçe dikin û wan dibin odeyên bi singêr. Piştî ji vir wan derdixin bi lêdanek hişk li wan didin. Piştî lêdanê girtiyan dîsa dibin odeyên bi singêr. Girtiyê bi navê Aydin Akiş derdixin û dibin qawîşê û bi awayê askiyê Filîstînê ve girê didin û li qawîşê lêgerînê dikin. Eşyayên li odeyê jê dipirsin. Piştî îşkenceyê li Akiş dikin wî carek din dibin odeya singêr.”
‘HÛNÊ SERÊ XWE BITEWÎNIN’
Ergul da zanîn ku di jimartina roja duyemîn de heman îşkenceyê li girtiyan dikin û gotinên “Hûnê serê xwe ji vê dewletê re bitewînin” dibêjin û îşkence li wan dikin. Ergul anî ziman ku girtiyan gotiye ku bijîşk bi wan ve eleqedar nebûne. Ergul anî ziman ku di roja sêyem û çaremîn de jî îşkence li ser girtiyan dewam kiriye.
LÊPIRSÎNA DÎSÎPLÎNÊ
Ergul aşker kir ku bi boneya problema nasnameyê ya Aydin Işik hebûye hevdîtin nekirine û her çiqas sewqa wî ya nexweşxaneyê derketibe û Akiş ji ber tedawiya bi kelepçekirî qebûl nekiriye cezayê dîsîplînê ji bo wî hatiye destpêkirin. Ergul got şopa birînan li ser 5 girtiyan bi wan re hevdîtin kirin e xûya dikirin û ev rewş li hemû girtiyan didome û lê li Duzceyê rewş derketiye asta herî jor.
'JI ÎDRARA WAN XWÎN DIHERIKE’
Ergul da zanîn ku ew û girtî jî dê giliyê van tiştên qewimîne bikin û got: “Girtî hêj birîndar in. Ji bo vê yekê divê hemû rêxistinên maf û hiqûqê divê li girtiyan xwedî derkevin.”
Parêzer Bariş Marhan jî destnîşan kir ku piştî îşkenceya li girtiyan hatiye kirin ji îdrara girtiyan xwîn herikiye û dema îşkence li girtiyan hatiye kirin bi dest û piyê wan hemû hatine kelepçekirin.
MALBATAN GILIYÊ SÛC KIR
Xwîşka girtî Abdullatîf Teymur, Gulseren Yildirim diyar kir ku wan li dozgeriyê giliyê sûc kiriye û got: “Heke ev rewş wisa dewam bike, em ê ji bo du rojan çalakiya rûniştinê li dar bixin. Em ê wek malbatan biçin Duzceyê. Em ê li wir jî li Serdozgeriyê giliyê sûc bikin. Em ê zarokên xwe bi tenê nehêlin.”