NAVENDA NÛÇEYAN -5 Li Îranê, Zeynep Sekaanvand a ji ber tundî û zextên hevjînê xwe, neçar ma ku hevjînê xwe bikuşe û rastî cezayê darvekirinê hatibî, îro hat darvekirin.
Jina 24 salî Zeynep Sekaanvand a li Îranê ji ber tundî û zextên hevjînê xwe, neçar ma ku hevjînê xwe bikuje, rastî cezayê darvekirinê hatibû. Rejîma Îranê, diyar kir ku Zeynep îro darvekirin. Li gorî nûçeya di sîteya înterneta Komîteya Jinan a Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê (NCRI) de cih girt; Sekaanvand li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê hat darvekirin.
Komîteya Jinan a Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê, darvekirina Sekaanvand şermezar kir. Komîteya Jinan a NCRI, berî Roja Cîhanê ya li dijî Cezayê Darvekirin, banga hestiyariyê li parazvanên mafên mirovan, sazî û dezgehên navneteweyî kir ku li dijî darvekirina li Îranê derbikevin.
Zeynep Sekaanvand a 24 salî hîna 15 salî bû di sala 2008’an de bi zorê bi Huseyîn Sarmadî re hat zewicandin. Sekaanvand bi pergalê rastî tundiya Huseyîn Sarmadî dihat. Sekaanvand çend caran dixwaze hev berdin, lê Sarmadî vê yekê qebûl nake. Jina ciwan çû gel polîsan û bi dehan car gilî kir. Lê polîsan derbarê îdîayên Sekaanvand lêpîrsîn venekir.
ÎŞKENCE DÎT
Piştî zewaca 4 salan Sarmadî di Sibata 2012’an de bi awayekê kêr kirî mirî hat dîtin. Polîsan li ser vê yekê Sekaanvand girtin û li qereqolek herêma Azerbaycan a Rojavayê Îranê nêzî 20 rojan ji aliyê polîsên zilam ve rastî îşkenceyê hat. Dadgehê di Cotmeha 2014’an de ji bo Sekaanvand biryara darvekirinê dabû û îro Sekaanvand hat darvekirin.