Buldan: Sedema krîzê rêveberiya yek zilamî û tecrîdkirina Ocalan e

  • rojane
  • 15:18 2 Cotmeh 2018
  • |
img
ENQERE – Hevseroka  Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di koma partiya xwe de geşedanên hefteyî nirxand û diyar kir ku ew dê qeyûman bişînin qesrê û şaredariyan ji destê wan derxin. Buldan bal kişand ser krîza li Tirkiye û wiha got "Sedema krîza siyasî û aborî tecrîdkirina Ocalan û pergala rêveberiya yek zilamî ye. Meclîs bi parlamenterek kêm dest bixebatê dike. Leyla Guven girtî ye û dîl hatiye girtin. Ez vê ferasetê şermezar dikim û dixwazin bi lez bê berdan."  Bultan bal kişand ser rewşa Efrinê jî û da zanîn ku piştî Tirkiye ket Efrînê aramî xera bû. 
 
Piştî meclîs di serdema nû de vebû, yekemîn civînên partiyên siyasî pêk hatin. Di hefteya ewil a meclîsê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna xwe pêk anî. Di civina HDP'ê de ji Dayikên Şemiyê Hayriye Dogan, Remziye Bayram, Îrfet Mutaş, Saîme Sebla Arcan Tatlav, Hanife Yildiz û Hanim Tosun, kedkar û nûneren sendîkayan ên bi KHK'ê ji hat hatin dûrxistin, Karker Kenan Gungordu û Sinan Yerdelen, Nûnerê Sendîkaya Înşaat Îşê Murat Can Çoban û karkerên Flormarê li salonê amade bûn. Li salonê wêneyê parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan û parlamentera HDP'ê ya girtî Leyla Guven vekirin. 
 
'AYHAN TÊKOŞERÊ DEMOKRASIYÊ BÛ' 
 
Di civîna hefteyî ya  îro de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, nirxandina hefteyê kir û Parlamenterê HDP'ê yê berê Îbrahim Ayhan ku li Hewlerê jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Buldan, anî ziman ku Îbrahim Ayhan têkoşerê demorasiyê bû û ew dê rêya wî bişopinin. Buldan, da zanîn ku Ayhan di qada ked û demokrasiyê de ked û têkoşînek mezin da. Buldan Ayhan bibir anî û sersaxî ji malbat û hevalên wî re xwest. 
 
JI BO GUVEN BANG LI MECLÎSÊ KIR
 
Buldan, bal kişand ser girtina Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî û bang li meclîsê kir û xwest li hemberî girtina guvend hestiyar tev bigerin û bêdeng nemînin. Buldan, anî ziman ku meclis bi parlamenterek kêm dest bi xebatên çêkirina zagonan dike û wiha got: "Rêzdar û xoşevist Leyla Guven ne di nava me de ye. Ez vê helwest û ferasetê li vir şermezar dikim. Divê bi lez dawî li vê bê hiqûqiyê bînin. Duh serokê melîsê bal kişand ser hebûna jinan a li meclîsê, lê wekîla me ya jin Leyla Guven dîl hatiye girtin. Leyla Gaven nûnera gelan e. Cihê wê ne girtîgeh, cihê wê meclîs e. Ez li vir silav û hezkirinê xwe ji Leyla Guven, hemû şaredar û hevserokan, Selahattin Demirtaş, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kışanak û girtiyên din silav dikim."  
 
‘EM DÊ KURSIYÊ BIKIN KURSIYA GEL
 
Buldan, anî ziman ku her pirsgirêkên Tirkiye kûr dibin erk û berpirsiyariya meclîsê jî zêde dibe û wiha berdewam kir: “Her çend feraseda yekperestî hebe jî dê parlamento bibe cihê ku pirsgirêk lê tên niqaşkirin û çareserkirin. Wekî koma HDP'ê em dê meclîsê bi awayekî herî çalak bikar bînin. Em dê kursiya meclîsê bikin kursiya gel. Em dê bi awayekî çalak meclîsê bidin xebitandin. Em dê hemû neheqî, nelirêtî, pirsgirêk û binpêkirinên mafan li vir bînin ziman.  Em dê li ser navê gel hesab bipirsin. 
 
‘EM DÊ DOZA MALBATA ŞENYAŞAR BIŞOPÎNIN'
 
Buldan, anî ziman ku wekî HDP'ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi serkeftî derketine û 67 wekîl birin meclîsê û wiha lê zêde kir: “Me bi hevre plana AKP’ê ya tasfiyekariyê xera kir. Me destûr neda ku em meclîsê teslîmî wan bikin. Qesrê meclîsa bê HDP dixwest. Lê me destûr neda vê yekê. Gel destûr neda vê yekê. Gel got dê vîna min li meclîsê be. Divê hikûmet û AKP ve yekê baş bixwîne. Divê dersê ji 7'ê Heziranê derxin. Divê ji encama 24'e Hezîranê dersê derxin. Her ku hûn peyama gel rast nexwînin hûn dê gelek hilbijartinên 7' û 24'ê Hezîranê bibînin. Ez li vir zaroken malbata Şenyaşar a Pirsûsê bi hurmetî bibîr tînim. Ji bo kujerên zarokên wan bên dîtin û darizandin em dê heta dawî dozê bişopînin. Em vê sozê didin." 
 
‘EM DÊ QEYÛMAN BIŞÎNIN QESRÊ'
 
Buldan, bal kişand ser rewşa Qeyûman jî û destnişan kir ku wê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de şaredariyên xwe dîsa ji destê qeyûnan rigzar bikin û wiha lê zêde kir: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze her tiştî bike navendî û bi xwe ve girê bide. Di hilbijartinên herêmî de ji ber nikare bi hilbijartinê bi dest bixe qeyûm tayîn dike. Ji niha de amadekariyên mezin li herêma ku em lê bi hêzin dike. Lê ez bêjim kurd vîna te nas nakin. Ji ber ku tu ji vîna gel nas nake 3u qeyûm tayîn dike. Baş zanibe ku kurd heye. Vîna wan rewa ye. Weki Rosa Luxemburg gotiye 'Em hebûn, em hene û em dê her hebin' Di hilbijartinên herêmî de gel dê namzet û vîna xwe diyar bike û hilbijêre. Ji îro ve em dê şev û roj bixebitin. Em dê di rêveberiyên herêmî de hebûna hêza xwe bêtir mezin bikin. Ew şaredariyên ku we qasp kirine em dê dîsa bistînin û qeyûman bişînin Baxçeye Qesrê. Bila li baxçeyê qesrê qeymeqamiyê bikin. Stendina şaredariyan a ji destê qeyûman deynê sutuyê me ye. Hemû kesên ku demokrasiyê dixwaze çima em bi wan re îtîfaqê ava nekin. Tu astengî li pêş îtîfaqa hêzên aştî, demokrasî û çareseriyê dixwaze tune ye. Ez bang li hemû hêzên demokratîk dikim ku bikin hilbijartina 30'ê Adar, 7 û 24'ê Hezîranê. " 
 
‘SEDEMA KRÎZÊ RÊVEBERIYA YEK ZILAMÎ YE'
 
Buldan, bal kişand ser sedema krîza aborî û wiha pêde çû: "Tirkiye di nava kirîza aborî û siyasî de dijî û diçe kûr dibe. Em dizanin ku îktîdar nikare welat bi rêve bibe. Sedema krîza siyasî û aborî ku her diçe kûr dibe rêveberiya yek zilamî ye. Ji ber demokrasî, azadî, edalet, hiqûq û mafê mirovan hatiye tunekirin. Ji ber ku faşizm kirine sazî û bi faşîzmê bi rêve dibin. Berpirsiyarê krîza hundir û derve li şûna bi aştî û demokrasiyê çareser bikin, serî li rêbazên tunî û şer didin. Erdogan dibêje ‘kriz miriz tune' Raste ger ku bi çavê qesrê binere tune ye. Lê bi çavê gel binere krîza herî kûr heye. Li ser sifra gel krîz heye. Ger ku krîz tune be çima her tişt ji sedî sed zem dibe. Xizanî çima zêde dibe. Çima kargerî tên girtin. Gel bedelên giran dide. Karkerên Balafira 3'emîn ji ber ku mafê xwe xwestin hatin girtin. Em diyar dikin ku em wekî HDP'ê li pişt karker u kedkaran cih digirin. Em dê her dem li pişt wan bin. "
 
‘DIVÊ CHP TECRÎDA ÎMRALIYÊ BIXE ROJEVA XWE'
 
Buldan da zanîn ku yek ji sedemên sereke yên kriza heyî tecridkirina Îmraliyê ye û wiha got: "Dema em li helwesta dewlet û îktîdarê ya li hemberî îmraliyê dinerin em dizanin ku ber bi kijan alî ve diçe. 3 sal berê pêvajoya çareserî û mzakereyan hebû. Heyetên siyasi bi birêz Ocalan re hevdîtin dikir. Wê demê welat di nava aştiyê û aramiyê de bû. Birêz Ocalan tu carî ji aştiyê tawîz neda. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye têkoşiya. Pêşengî ji têkoşîna demokrasiyê re kir. Lê AKP'ê projeyên Ocalan ên aştiyê ji bo xwe astengî dît û dawî li hevdîtin û muzakereyan anî. Ji 2015’an heta niha tecrîd didome. Ji 1999'an heta niha tecrîd heye. Lê di 3 salên dawî de tecrîd girantir kirine. Ji ber tecrîdê şer dest pê kir. Rejîma qesrê ji bo hebûna xwe li ser piyan bihêle di tecrîdê de israr dike. Ev konseptek pir taybet e. Ji roja tecrîdê dest pê kiriye rîz û alozî zêde dibin. Tirkiye bi darbeyan re têdikoşe. Bi tecrîdkirina Îmraliyê re hemû welat ket bin tecridê. Ji ber vê yekê divê bi lez tecrîd bi dawi bibe. Tecrîdkirina Ocalan terîdkirina Tirkiyeyê ye. Hemû gelê Tirkiye hatiye tecrîdkirin. Di salên 2013-15'an de aştî û aramî hebû. Mixabin YE jî şirîkê tecrîdê ye. DMME'ê bêyî Tirkiye ev biryar nedaye. TMME û Tirkiye bi hevre ev biryar dan. Piştî Tirkiye 6 meh ceza li parêzerên Ocalan birin DMME biryar da. Ev nêzîkatiya li dijî gelê kurd û Ocalan nîşan dide. Em li her derê li dijî terîdê derdikevin. Ji ber ku tecrîd civakê tîne hemberî hev. Dive her kes li dijî tecrîdê derkeve. Em dê tecrîdê ji her kesî re bêjin. Em bang li hemû hêzên demokratîk û rengên cuda dikin ku li diîjî tecridê dengê xwe bilind bikin. Em dîsa bang li muxalefeta sereke CHP’ê dikin. CHP li dijî pêvajoya Îmraliyê nikare wekî ku tiştek nebûbe tev bigere. Divê CHP tecrîdê bike rojeva xwe û dengê xwe bilind bike. 3 salin bi tu awayî agahi ji Brêz Ocalan nayê. Divê CHP û her kes li dijî Faşizmê dengê xwe bilind bike. Divê tecrîdê têxe rojeva xwe."
 
BANGA DAYIKÊN ŞEMIYÊ: ERKA DEWLETÊ DÎTINA WINDAYAN E
 
Buldan Dayikên Şemiyê ku li Qada  Galatasarayê çalakiyên wan hatin qedexekirin jî silav kir û wiha got: "25 salin em bi hevre li windayan geriyan. Dayikên Şemiyê hafizaya civakî ya vî welatî ye. Nêzîkatiya li dijî dayikên şemiyê, nêzîkatiya li dijî demokrasî, heq û edaletê ye. Nêzîkatiya rûmeta mirovahiyê ye. Di rapora Komîsyona Lêgerîna mafên Mirovan a Meclîsê de jî diyar dike ku AKP  sucên der barê windakirinê qebûl kiriye û bi xizmên windayan re hevdîtin kiriye. Soza dîtina windayan daye malbatan. Lê niha AKP hem dest ji soza xwe berdaye û hem jî destûr nadin ku Dayikên Şemiye çalakiyên xwe pêk bîne. Tu wîcdan vê yekê qebûl nake. Îktîdara ku helwestek wisa nîşanî dayikên şemiyê dide em dibînin ku milê xwe xistiye milê kê. Rêveberiya Qesrê bi taybetî milê xwe xistiye milê Çiller û Agar. Em dîsa dibêjin xwedî derketina çalakiya Dayikên Şemiyê xwedîderketina rûmet, mirovahî, wîcdan û aştiyê ye." 
 
Buldan helwesta MHP'ê ya Efoyê jî rexne kir û da zanin ku dixwazin efoyê ji bo kesên torbecî û diz û kujerên edlî derxin û wiha bi dawi kir: "MHP dixwaze  bi hevkarê xwe AKP'ê mafya, qaçaxvanê mirovan û dizan efo bike. Bi vî şiklî dixwaze bêtir zextê liser civakê çêke. Li aliyeki vîna gel Leyla Guven  girtî ye, li aliyê din dixwazin diz û çeteyan efo bikin. Ev dê bêtir zerar bide aştiya civakê. Werin em Efoyê j bo Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Tuncer Bakırhan, Bekir Kaya, Gultan Kışanak û girtiyên din ên siyasî niqaş bikin. 
 
TIRKIYE KET EFRÎNÊ ARAMÎ XERA BÛ
 
Buldan, heri dawî bal kişand ser rewşa Efrînê jî û destpîşan kir ku piştî Tirkiye hêza xwe ya çekdari xist Efrînê aramiya civakê xera bû û her roj mirov tên revandin. Buldan wiha bi dawi kir: "Feraseta ku ji bilî xwe her kesî wekî terorist dibîne YE'ê bi rexistin dike. Bê şerm  di civina NY'e de dibêje 'Divê hemû çekên ku dibin sedema kuştina mirovan divê bên qedexekirin' Li aliyê din çekên S-400 ji Rûsya dikire. Hemû butçeyê j bo çekan xerç dike. Li aliyekî li dijî çekan derdikeve, Lê li aliyê din çekên giran dikire. Dîsa gefan li Rojhilatê Firate dixwe. Em disa dibêjin hemû cihê ku Tirkiye mudaxale neke herêmên bi ewle ne. Lê kengî Tirkiye mudaxale kir ew ewlehiya wê herêmê xera dibe. Berê li Efrînê aramî hebû. Lê pişti Tirkiye ket efrînê aramî xera bû. Her der bû qada şer. Sedema vê yekê Enqere ya piştgiriyê dide çeteyan e. " 
 

Sernavên din

04/10/2018
13:37 KCD’ê Berhem Salih pîroz kir
13:25 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:24 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li dijî polîtîkayên şer em ê têkoşînek hevpar birêve bibin
13:23 Polîsan li 2 kesan da û ew binçav kirin
12:43 Dozger: Ez dewama girtinê dixwazim
Demîrtaş: Ez berdana xwe daxwaz nakim
12:31 Karkerek li Edeneyê jiyana xwe ji dest da
12:19 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa ‘sirgûna êzidiyan’ qebûl nekir
12:00 Bi ser kaşkirina mirovahiyê re 3 sal derbas bû
11:02 ‘Îdrîs neyê berdan em ê dozê bibin DMME'yê’
10:50 Gelê Yedîkule: Gelo ev dewlet dixwaze çi bêje?
10:33 MSD: Bidawîkirina muzakereya bi Şamê re di rojeva me de nîne
10:01 AYM’ê bersiva 'nayê qebûlkirin' da serlêdana Aysel Tugluk
09:55 12 kes li Hatayê hatin girtin
09:54 Eren Keskîn bû namzeta Serokatiya Baroya Stenbolê
09:42 Li 65 gundên Licê û Hênê hatin qedexekirin
09:41 Li Edeneyê welatiyek ji Kobanê hat binçavkirin
09:32 Wezareta Karê Hundir doza li malbatên PKK’yan vekir hat redkirin
09:22 Li Kercewsê teqîn: Hejmara leşkerên mirin derket 7'an
09:22 Bi ereboka destan kolan bi kolan digere û amûrên kevnar difiroşe
09:21 Ji 2005'an heta niha 250 roj cezayê hucreyê li Ocalan hatiye birîn
09:20 Li Baybûrtê kêzikan dixin nav xwarina girtiyan!
09:20 ÎŞKÛR’ê bi awayekî neheq 4 milyon TL belav kir
09:19 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayin derman kirin
09:18 Li Wanê sextekariya muteahît: 307 daîreyên welatiyan derxist ber firotinê
09:17 Petêxên Melava li ser dezgehan e
09:16 Li Îzmîrê polîsan sîxurtî li ser kesekê din jî ferz kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2018'AN
08:43 Li Sêrtê qedexeya derketina derve
03/10/2018
18:11 Tezkere bi dengên AKP, CHP, MHP û Partiya ÎYÎ salek hat dirêjkirin
17:20 Hevserokên HDP’ê Berhem Salih pîroz kirin
16:45 Walîtiya Êlihê ji ber cenazeyê Acar 8 roj Hezoyê qedexe kir
16:25 Operasyona eskerî ya li Licê di roja 3’yemîn de didome
15:31 Qedexeya derketina derveyî welat a xwendekaran hat rakirin
15:08 Kedkarên tenduristiyê: Hêj li benda çend kesane ji me bimirin?
14:33 Doza 8 rojnamegerên nûçeya Çîtîl parve kirin taloq bû
14:02 Parêzer ji bo Brunson serî li AYM'ê da
13:39 Demîrtaş: Erdogan bi dewama girtina min kampanya hilbijartinê dest pê kir
12:44 25 sal borîn: Ma ji bîrkirina Vartînîsê pêkan e?
12:02 Modela çareseriya krîza Sûriyeyê: Girê Spî
11:54 Ceferî: Em destûr nadin artêşa tirk di axa Iraqê de bimîne
11:18 Enflasyon derket ji sedî 25'an
10:55 Rojnameger Adil Yigît: Ez difikirim ku dê Erdogan bi xerabiyê biçe
09:32 AYM'ê cezayê hucreyê îhlal hesiband
09:08 Lêçûna salekê ya Qesrê 362 milyon tl
09:08 Prz. Kanar: DMME ji rêgezên xwe dûr dikeve
09:07 Sektora înşaetê ji ber aboriyê têk diçe
09:06 Ozugurlu: Komên çekdarên li Idlibê li Tirkiyeyê guhdar nakin
09:05 Tanrikulu: Em ê êdî çîroka windayan li Meclîsê bixwînin
09:05 Muftuoglu: Li welatê mafê mirovan tune be, pirsgirêkê karkeran dê bidome
09:04 Hevberdevka KÎD'ê Kaya: Emê niqaş bikin ku dîrok dubare nebe
09:00 ROJEVA 03'Ê COTMEHA 2018'AN
02/10/2018
22:39 Bi hezaran karkerên camê ji mafê xwe ji Lûleburgazê meşiyan Stenbolê
22:18 Dadgehê 20 meh ceza li nivîskar Ozturk birî
22:09 Xebatkarê Rojnameyê Tosun hat berdan
21:43 Dr. Berhem Salih bû Serokkomarê Iraqê
21:39 PE'yê 70 milyon eûro alîkariya ji bo Tirkiyeyê betal kir
21:25 Dadgeha bilind cezayê Ilıcak û bira Altanan erê kir
17:20 Temellî û Aydogan li ser meseleya perwerdê hevdîtin kirin
16:59 2 girtiyên li Tarsûsê sewqî Kayseriyê kirin
16:38 Di doza JÎTEM'ê ya Enqerê de şahidê veşartî hat guhdarkirin
16:21 Danişîna Tugluk û Tuncel hat taloqkirin
16:04 Parêzeran îtîrazî berdana bersûca DAIŞ’ê kir
15:48 Parêzer çûn Girtîgeha Duzceyê: Ji mîza girtiyan xwîn diherike
15:21 Zeynep Sekaanvand hat darvekirin
15:18 Buldan: Sedema krîzê rêveberiya yek zilamî û tecrîdkirina Ocalan e
14:54 OHP: Em ji rewşa Îmrali û girtiyan bi fikar in
13:45 Parêzer xwest danişîna doza Beştaş a HDP'î bê rawestandin
13:40 Pêşniyaznameya lêkolîna der barê Ocalan de hat redkirin
13:11 Operasyona li Lîcê di roja duyemîn de berdewam dike
13:02 Polîsan beşdariya merasîma cenaze asteng kir û HDP'yan tehdît kir
12:29 Rojnameger Bariş Polat hat berdan
12:27 ‘Konferansa Amadekariya Hilbijartinên Herêmî' ya HDP'ê dest pê kir
11:44 Pekozê HDP'î: Nav û cihên nexweşxaneyan guhertin, lê pirsgirêk neguherîn
11:20 Danişîna doza Demirtaş sibê ye
11:10 7 sal cezayê girtîgehê ji bo Serokwekîla Şaredariya Pirsûsê hat dayîn
10:58 Cilên girtiyê nexweşê giran nadinê
10:33 DMME ji bo îfadeya ‘gerîla’ Tirkiye mehkûm kir!
10:26 AI îdîa kir ku Îran dê îro Zeynep Sekaanvand darve bikin
10:17 Li Stenbolê operasyona ‘aboriyê’: Der barê 417 kesan de biryara binçavkirinê
10:01 Parêzerê Ocalan Şakar: DMME mîsyona mafê mirovan winda kir
09:53 ‘Guhertina navên kurdî bêtehamuliya li dijî zimanê me ye’
09:46 Li Endonezyayê du erdhejên din rû dan
09:38 Danişîna 7 rojnamegeran dê sibê bê dîtin
09:09 Di dozên komkujiyan de, tevî delîlan jî kiryar beraet dikin
09:08 Dayika ku kurê wê ji ber betaliyê xwe şewitand: Rêveberên vî welatî ma çi dikin?
09:07 ‘Zenda destê rastê yê cenazeyên li Meletiyê hemû hatine şikandin'
09:06 Hevşaredarê Tozanê: Tayînkirina qeyûman perçeyeke Plana Rûxandinê ye
09:06 Ji ber masîpankên tev li golê hatin kirin masiyên deqsor neman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2018'AN
01/10/2018
21:18 Qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû
17:27 Vefa Kartal 87 rojin di grevê de ye
16:59 Polîsên li Amedê bi ser du taxan de girtin, di jêrzemînên malan de lêgerîn kirin
16:58 Pekoz ê HDP'î: Çima Febrîqeya Şekir li gorî şertnameya îhaleyê nefirotin?
16:40 Bertekên li dijî zema ceyranê: Li şûna bi destên me bigirin, pehîna xwe li me didin
16:33 HDP’yî li ber Zîndana Amedê malbatan ziyaret kirin
15:57 Cenazeyê Çaglar piştî 2 mehan hat definkirin
15:49 Gel bi neçûyîna ser sindoqan bersiv da polîtîkayên heyî
15:34 Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê dikin
15:17 Li Enqere di 5 salan de 300 karker di cînayetên kar de mirin
15:09 Karkerên gihîştin Enqereyê: Em ê berxwedana karkeran bigîhin hev