AMED - Danişina doza parlamentera HDP'e ya Sêrtê Meral Danış Beştaş hat dîtin. Parêzeran xwest doza Beştaş bê rawestandin.
Danişîna doza Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş ku bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û “li sûc sor kiriye" tê darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Danişîna ku Beştaş beşdar nebû, Parêzerên Beştaş Mehmet Emin Aktar, Mesut Beştaş û Mehdi Ozdemir amamed bûn. Dozger di danişînê de mutaala dubare kir û xwest Beştaş bi heman sucdariyê ji 11 salan heta 25 salan bê cezakirin. Parezeran jî parastin kir û daxwaza dozger îtîraz kirin. Parezeran xwest doz bê rawestandin. Prz. Mehmet Emin Aktar diyar kir ku di 4'ê Tîrmeha 20187an de biryara Qanûna Bingehîn heye û li gori xalên 97 û 96'an ên vê qanûnê delîlên şênber tune ye.
Aktar, anî ziman ku muwekila wî Beştaş di 24'ê Hezîranê de dîsa hatiye hilbijartin û divê neyê darizandin. Aktar, xwest darizandina Beştaş bê rawestandin. Heyetê jî piştî parastinê doz taloqi demek pêş kir.