AMED - Operasyona leşkerî ya duh di saetên serê sibê de, li taxên çolterên Lîcê dest pê kir di roja duyemîn de berdewam dike.
Operasyona leşkerî ya duh di saetên serê sibê de, li taxên Mizag, Barav û Kormik ên çalterên navçeyên Lîcê ya Amedê destpê kir, di roja duyemîn de jî berdewam dike. Tîmên Hêzên Taybet ên Cendirme û Hêzên Taybet ên Polîsan, beşdarî operasyonê bûn. Hat diyar kirin ku operasyon heya Taxa Gokçe ya dinavbera navçeyên Licê û Hênê de, belav bûye.
Hat diyar kirin ku polîs û leşkeran li ser rêyên diçin taxên herêma operasyon lê hatî destpêkirin, nokteyên lêgerînê danîne. Welatiyên dixwazin biçin taxên xwe, di lêgerîna GBT’ê ya polîs û leşkeran re derbas dibin. Di operasyona berdewam dike de, nehat zanîn pevçûn rû daye yan na.