AMED – Cenazeyê endamê HPG’ê Yunus Atîk ê di pevçûnek li Sêrtê de jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hat veşartin. Di gengeşiya merasîma cenaze de midûrê polîsan tiliya xwe ji parlamentera HDP'ê re hejand û gefa beşdariya cenaze li wan xwar.
Cenazeyê ji 3 endamên HPG’ê yên di pevçûnek li çoltera navçeya Xana Hewêl a Sêrtê di 23’ê îlonê de jiyana xwe ji dest dabûn ê Yunus Atîk (Bahoz Argeş) li Amedê hat veşartin. Malbatê cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê teşhîs kir û wergirt anî Amedê.
Cenazeyê Atîk ê ku li Goristana Yenîkoya Amedê hat definkirin, sedan polîs bi maşîneyên zirxî goristan dorpêç kirin.
Polîsan destûra Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz û rêveberên HDP’ê û DBP’ê neda ku beşdarî merasîma cenaze bibin. Polîsan tenê destûra ferdê malbatê dan ku cenaze veşêrin. Ferdên malbatê jî piştî kontrola nasnameyê berdan goristanê.
MIDÛRÊ POLÎSAN TILIYA XWE JI WEKÎL RE HEJAND
Di navbera HDP’yî û polîsan de demek gengeşe qewimî. Aydenîz bertek nîşanî helwesta kêfî ya polîsan da û di vê navberê de midûrek polîsan tiliya xwe ji wan re hejand. Ev yek bû sedema bertekek tund a Aydenîz û wiha got: “Hûn nikarin tiliya xwe ji min bihejînin. Hûn li gorî kîjan hiqûqê tevger dikin û min asteng dikin. Ev cenazeyê zarokê gelê min e. Ez ê biçim beşdarî merasîmê bibim.”
Lê li gel hemû hewldanan û gengeşeyan jî polîsan destûra parlamenter Aydenîz û HDP’yan neda ku biçin beşdarî merasîmê bibin.
Ji ber astengkirinê tenê ferdên malbatê cenazeyê xwe veşartin. Piştî merasîmê HDP’yan sersaxî ji malbatê re xwestin û bi hev re ji goristanê veqetiyan.