DÎLOK - Xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK’ê qeyûm tayînê wê hat kirin û girtin Bariş Polat, 7 meh şûnde di danişîna 2’yemîn a doza lê dihat darizandin de, bi “Şertê kontrola edlî” hat berdan.
2’yemîn danişîna xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK’ê qeyûm tayînê wê hat kirin û girtin Bariş Polat ê 7 mehin girtiye, li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Dîlokê hat dît. Polat, parêzerê Polat Ahmet Hartavî û malbata Polat beşdarî danişînê bûn.
‘ROJNAMEYEK FERMÎ BELAV KIRIN NE SÛÇE’
Polat piştî danasîna nasnameyê parastin kir û wiha got: “Di îdîanameyê de tiştek ewqas cîdî tuneye. Rojnameya min belav dikir fermî bû. Di warê qanûnî de rojname firotin ne sûce. Hevdîtinên min ên bi telefonê bi hevalên xwe re kirine. sûc hatine dîtin. Lê di hemûyan de jî delîlên sûc tuneye. Tu eleqeya min bi rêxistinê re tuneye û min tu caran propagandeya rêxistinekê nekir.”
‘ROJNAME FERMIYE’
Dûre Parêzer Ahmet Hartavî parastin kir û wiha axivî: “Rojnameya muwekîlê min belav dikir ne dij qanûnî bû. Rojnameyek fermî bû. Ji xwe muwekîlê min ne berpirsê naveroka wê ye. Karê wî belavkirina rojnamê ye. Di îdîanameyê de peyva ‘Heval’ û stranên Kurdî weke delîlên sûc hatine nîşandan. Lê yek ji van jî ne sûcin. Ez dixwazim muwekîlê min bê berdan.”
BI ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ HAT BERDAN
Şandeya dadgehê, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat Polat berda û danişîn taloqî 20’ê Nîsana 2019’an kir.