Parêzerê Ocalan Şakar: DMME mîsyona mafê mirovan winda kir

  • rojane
  • 10:01 2 Cotmeh 2018
  • |
img
STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mahmut Şakar, bal kişand ser biryara DMME'ê ya redkirina serlêdana îşkence û muameleya xerab a Ocalan û diyar kir ku DMME'ê rol û misyona xwe ya parastina mafên mirovan winda kiriye. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji ber ku Ocalan li girtîgeha Îmraliyê rastî îşkence û muameleya xerab hatibû di sala 2010'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dabû û xwestibû Tirkiye bê darisandin. Lê DMME piştî 8 salan bersîva parêzeran da û daxwaza parêzeran red kir. Bertek û nerazîbûnên li dijî biryara DMME'ê zêde dibin. Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mahmut Şakar, têkildarî helwesta DMME'ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Şakar bal kişand ser biryara DMME'ê ya redkirina serlêdana îşkence û muameleya xerab a Ocalan û diyar kir ku DMME'ê rol û misyona xwe ya parastina mafên mirovan winda kiriye. Şakar, anî ziman ku DMME ji sibata 1999'an heta niha rewş û şertên Ocalan û girtîgeha Îmraliyê baş dizane û wiha got: "Lê balkêş e biryara DMME'ê ya 27'ê Îlonê nîşan dide ku rol û misyona xwe binpê kiriye. Ji pîvan, hiqûq û rêgezên xwe dûr ketiye. Biryara DMME'ê girêdayî sekna Ocalan û polîtikayên Tirkiyeyê ye. DMME, pîvan û çeperê lêpirsînê li gorî hikûmeta Tirkiye dinirxîne. Li vir pergala Îmraliyê ji nedîtinê tên. Girtîgeha Îmraliyê li gorî Birêz Ocalan hatiye avakirin. Ji hewa û bejayî ve hemû der û dorê wê hatiye qedexekirin. Heta niha Navenda Rêveberiy Krîzê grav bi rêve biriye. Dadgeh şerê Ocalan rewa dike."  
 
TEVÎ HEMÛ TECRÎDA GIRAN BANDORA OCALAN LI SER GIRSEYA KURD TIRK Û ROJHILAT KÊM NEBÛYE 
 
Şakar, bal kişand ser bandora tecridê ya li ser civakê û wiha got: "Tevî hemû şertên taybet û tecrîda girankirî ku têkiliya Ocalan bi tevahî ji derve qut bûye, nirxê Birêz Ocalan ê di nava civaka kurd, tirk û Rojhilata Navîn de qet kêm nebûye. Dijberî vê yekê rol û nirxên Ocalan bêtir zêdebûye û her dem wekî kesê çareser dike hatiye nasîn û qebûlkirin. Ocalan, bi vê pozisyona xwe ya çareseriyê tev digere. Birêz Ocalan îhlala li hemberî şexsê wî girêdayî civaka kurd nîşan dide. Îhlala li dijî Ocalan û gelê kurd bi hevve girêdayî ye. Dema êrîşa li dijî Birêz Ocalan pêş ket û civakê ev yek bihîst, civakê bi awayekî pir aşkere bertek û helwesta xwe nîşan da. Bi vê  yekê di qada polîtîk de rageşî pêş ket. 
 
Balkêş e piştî îşkenceya li dijî Ocalan CPT  pir demek şûnde çû Ocalan ziyaret kir. Ev li dijî aqilan e. Heyet diyar dike ku çima Ocalan qala van pirsgirêkan nekiriye. Ev rewşek pir absurt e. Yek, ger ku birêz Ocalan hemû zext û tundiya li Îmraliyê pêk tê yek bi yek vebêje, wê devê li ser tiştekî din neaxive û hemû dema xwe li vê yekê xerç bike. Ev jî dem têr nake. Lê Ocalan xwedî dîsiplîn, plan û pergalek e. Ocalan zext û tundiya li dijî mafê wî tenê bi parêzerên xwe re parve dike. Dixwaze parêzerê wî van binpêkirinan bişopîne. Ji ber vê yekê heta niha ji bilî parêzeran der barê xwe de daxwazek nedaye derve. Ji xwe parêzerên Ocalan jî piştî bûyerê bi daxwaznameyekê CPT’î agahdar kir û xwest CPT lêkolîn bike. Êrişa fîzîkî ji CPT re izah kirin. Ji bilî tundiya fîzîkî tundiya polîtîk jî li ser Birêz Ocalan pêş ketiye. Em dipirsin çima CPT li ser daxwaza parêzeran neçû li Îmraliyê lêkolîn nekir? Ya din li gel ku ew qas dereng çûye jî çima têkildarî mijarê rewş ji Ocalan nepirsiye? Em dipirsin, Dozgerên DMME'ê bi rastî nivîsên ku parêzer dinivîsin dixwînin ya na? Ez bi xwe ji vê yekê nebawer im. Ter barê tecrîda Birêz Ocalan de di 18'ê Adara 2014'an de biryar hat dayîn. Di vê biryarê de agahiyên ku Ocalan ji mafê telefonê ya bi malbatê re sûdê digire heye. Sirf ji ber vê yekê wekî îhlal nabînin. Li gel ku parêzeran di hemû nivîsên xwe de diyar kirine ku Birêz Ocalan ji mafê telefonê sûdê nagire jî wekî Ocalan ji telfonê sûdê digire nîşan daye. Heyeta dadgehê sirf ji ber ku hikûmetê wekî ku Ocalan ji mafê telefonê sûd digire nîşan daye, ev derew derbasî derbasî qeydan kir. Em dipirsin çima di lêpirsînên edlî û îdarî de ji erkdaran pirsîn, lê çima ji Ocalan nepirsîn? Li aliyê din 24 saetna bi kamerayê tê şopandin. Çima li qeydên kamerayan nenerîn. Çima ev qeyd peşkêşî DMME nekirin. 
 
'BI RASTÎ JÎ BIJÎŞK ÇÛN ÎMRALÎ YA NA EM NE BAWER IN' 
 
Şakar, bilêv kir ku heyet hemû berpirsiyarê dide Ocalan û wiha  berdewam kir: "Hikûmet ji serî de dibêje piştî bûyerê bijîşk çûn û tu şopa îşkenceyê tespît nekir. Lê bi rastî parêzer çûn an neçûn em ne bawer in. Li aliyê din TTB’ê xwest heyetek serbixwe ava bike û biçin Îmraliyê, lê daxwaza TBB'ê hat redkirin. Yanî heyeta dadgehê li gorî belgeyên ku pergalê bi xwe ava kiriye nirxandinê dike. Nirxandina yek alî a li gorî pergalê esas digire. Yanî heyet tenê hikûmetê muhabatab digire." 
 
'JI SERBIXWEBÛNA DMME'Ê BI FIKAR IM' 
 
Şakar, bal kişand ser têkiliya navbera Hêzên hegomon ên Ewropa û Tirkiye ku bandora xwe çawa li ser DMME'ê dike û wiha berdewam kir: "Berî her tiştî li pişt DMME'ê eniyek polîtîk heye. DMME weki milê darazê yê Konseya Ewropa hatiye avakirin. Çawa ku Konseya Ewropa heta niha xetek polîtîk neşopand, heyeta dadgehê jî xetek bi îstikrar nemeşand. Yanî heyeta dadgehê li gorî Konseya Ewropa bi bandor û araste dibe. Heta niha xetek posîtif negirtiye dest. Di salên dawî de di mijara Tirkiye de Hêzên Hegomon ên Ewropa dixwazin Tirkiye di nava xwe de bigirin. Li gel ku Tirkiye her diçe otorîter dibe jî naxwazin ji nava destê xwe derxin. Di rewşek wisa de ez ne bawerim ku DMME li gorî heq der barê kesan de biryarek rat bide. Minak piştî OHAL'ê bi hezaran mirov îxraç bûn. Sekretere Konseya Ewropa bi xwe got divê komîsyonek bê avakirin. Li ser vê eykê DMME bi sedema ku ev karekî hiqûqa navxweyî ye serlêdanên kesan qebul nekirin. 
 
Di salên 90’an de DMME'ê li dijî şewitadina gundan, îşkence, kuştin û kujerên nediyar bi dehan caran Tirkiye mahkûm kirin. Her ku diçe DMME di qada mafê mirovan û parastina mafên mirovan de her ku diçe rol û misyona xwe winda dike. Bêtir li gorî biryara siyasî tev digere. Sekna welatên Ewropa ya li dijî Îmralî û Birêz Ocalan li gorî konjonkturelên siyasî pêş dikevin. Beri her tiştî di avakirina pergala Îmraliyê de destê Yekitiya Ewropa heye. Ji ber vê yekê DMME, CPT  jî di navde hemû saziyen ewropa û siyasetmedarên ewropa qet pergala îmraliyê lêpirsin nakin. 
 
'OCALAN NE TENÊ JI ALIYÊ HIKÛMETA TIRK VE, DI HEMAN DEMÊ DE JI ALIYE EWROPA VE HATIYE DÎLGIRTIN' 
 
Şakar, herî dawî destnîşan kir ku Ocalan ne tenê ji aliyê hikûmeta Tirk ve, di heman demê de ji aliyê welatên ewropa ve jî dîl hatiye girtin. Ji ber vê yekê Ewropa hemû pêkanînên li ser Îmraliye rewa û mubah dibîne. 
Mesela DMME di 2014'an de Ocalan weki "Kesê talûke" dîtiye. Ji ber vê yekê em Îmraliyê wekî Guantanamoya Ewropa digirin dest. Hemû geşedanên li Îmraliyê li diji Ocalan pêş dikevin para welatên Ewropa jî heye. Ocalan di heman demê de ên din ê Ewropa ye. Ev raste rast girêdayî statuya gelê kurd e. Serdestiya kolonyalîst a axa Kurdistanê bi destûr û zordaria ewropa pêş dikeve. Ji ber vê yekê divê pişt dîrokê jî bê dîtin. Wê demê ev rastî dê baştir Bê famkirin. Ji ber vê yekê em biryara  DMME û CPT ya der barê Birêz Ocalan de rexne dikin. 
 
MA / Yasîn Kobulan
 

Sernavên din

04/10/2018
13:37 KCD’ê Berhem Salih pîroz kir
13:25 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:24 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li dijî polîtîkayên şer em ê têkoşînek hevpar birêve bibin
13:23 Polîsan li 2 kesan da û ew binçav kirin
12:43 Dozger: Ez dewama girtinê dixwazim
Demîrtaş: Ez berdana xwe daxwaz nakim
12:31 Karkerek li Edeneyê jiyana xwe ji dest da
12:19 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa ‘sirgûna êzidiyan’ qebûl nekir
12:00 Bi ser kaşkirina mirovahiyê re 3 sal derbas bû
11:02 ‘Îdrîs neyê berdan em ê dozê bibin DMME'yê’
10:50 Gelê Yedîkule: Gelo ev dewlet dixwaze çi bêje?
10:33 MSD: Bidawîkirina muzakereya bi Şamê re di rojeva me de nîne
10:01 AYM’ê bersiva 'nayê qebûlkirin' da serlêdana Aysel Tugluk
09:55 12 kes li Hatayê hatin girtin
09:54 Eren Keskîn bû namzeta Serokatiya Baroya Stenbolê
09:42 Li 65 gundên Licê û Hênê hatin qedexekirin
09:41 Li Edeneyê welatiyek ji Kobanê hat binçavkirin
09:32 Wezareta Karê Hundir doza li malbatên PKK’yan vekir hat redkirin
09:22 Li Kercewsê teqîn: Hejmara leşkerên mirin derket 7'an
09:22 Bi ereboka destan kolan bi kolan digere û amûrên kevnar difiroşe
09:21 Ji 2005'an heta niha 250 roj cezayê hucreyê li Ocalan hatiye birîn
09:20 Li Baybûrtê kêzikan dixin nav xwarina girtiyan!
09:20 ÎŞKÛR’ê bi awayekî neheq 4 milyon TL belav kir
09:19 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayin derman kirin
09:18 Li Wanê sextekariya muteahît: 307 daîreyên welatiyan derxist ber firotinê
09:17 Petêxên Melava li ser dezgehan e
09:16 Li Îzmîrê polîsan sîxurtî li ser kesekê din jî ferz kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2018'AN
08:43 Li Sêrtê qedexeya derketina derve
03/10/2018
18:11 Tezkere bi dengên AKP, CHP, MHP û Partiya ÎYÎ salek hat dirêjkirin
17:20 Hevserokên HDP’ê Berhem Salih pîroz kirin
16:45 Walîtiya Êlihê ji ber cenazeyê Acar 8 roj Hezoyê qedexe kir
16:25 Operasyona eskerî ya li Licê di roja 3’yemîn de didome
15:31 Qedexeya derketina derveyî welat a xwendekaran hat rakirin
15:08 Kedkarên tenduristiyê: Hêj li benda çend kesane ji me bimirin?
14:33 Doza 8 rojnamegerên nûçeya Çîtîl parve kirin taloq bû
14:02 Parêzer ji bo Brunson serî li AYM'ê da
13:39 Demîrtaş: Erdogan bi dewama girtina min kampanya hilbijartinê dest pê kir
12:44 25 sal borîn: Ma ji bîrkirina Vartînîsê pêkan e?
12:02 Modela çareseriya krîza Sûriyeyê: Girê Spî
11:54 Ceferî: Em destûr nadin artêşa tirk di axa Iraqê de bimîne
11:18 Enflasyon derket ji sedî 25'an
10:55 Rojnameger Adil Yigît: Ez difikirim ku dê Erdogan bi xerabiyê biçe
09:32 AYM'ê cezayê hucreyê îhlal hesiband
09:08 Lêçûna salekê ya Qesrê 362 milyon tl
09:08 Prz. Kanar: DMME ji rêgezên xwe dûr dikeve
09:07 Sektora înşaetê ji ber aboriyê têk diçe
09:06 Ozugurlu: Komên çekdarên li Idlibê li Tirkiyeyê guhdar nakin
09:05 Tanrikulu: Em ê êdî çîroka windayan li Meclîsê bixwînin
09:05 Muftuoglu: Li welatê mafê mirovan tune be, pirsgirêkê karkeran dê bidome
09:04 Hevberdevka KÎD'ê Kaya: Emê niqaş bikin ku dîrok dubare nebe
09:00 ROJEVA 03'Ê COTMEHA 2018'AN
02/10/2018
22:39 Bi hezaran karkerên camê ji mafê xwe ji Lûleburgazê meşiyan Stenbolê
22:18 Dadgehê 20 meh ceza li nivîskar Ozturk birî
22:09 Xebatkarê Rojnameyê Tosun hat berdan
21:43 Dr. Berhem Salih bû Serokkomarê Iraqê
21:39 PE'yê 70 milyon eûro alîkariya ji bo Tirkiyeyê betal kir
21:25 Dadgeha bilind cezayê Ilıcak û bira Altanan erê kir
17:20 Temellî û Aydogan li ser meseleya perwerdê hevdîtin kirin
16:59 2 girtiyên li Tarsûsê sewqî Kayseriyê kirin
16:38 Di doza JÎTEM'ê ya Enqerê de şahidê veşartî hat guhdarkirin
16:21 Danişîna Tugluk û Tuncel hat taloqkirin
16:04 Parêzeran îtîrazî berdana bersûca DAIŞ’ê kir
15:48 Parêzer çûn Girtîgeha Duzceyê: Ji mîza girtiyan xwîn diherike
15:21 Zeynep Sekaanvand hat darvekirin
15:18 Buldan: Sedema krîzê rêveberiya yek zilamî û tecrîdkirina Ocalan e
14:54 OHP: Em ji rewşa Îmrali û girtiyan bi fikar in
13:45 Parêzer xwest danişîna doza Beştaş a HDP'î bê rawestandin
13:40 Pêşniyaznameya lêkolîna der barê Ocalan de hat redkirin
13:11 Operasyona li Lîcê di roja duyemîn de berdewam dike
13:02 Polîsan beşdariya merasîma cenaze asteng kir û HDP'yan tehdît kir
12:29 Rojnameger Bariş Polat hat berdan
12:27 ‘Konferansa Amadekariya Hilbijartinên Herêmî' ya HDP'ê dest pê kir
11:44 Pekozê HDP'î: Nav û cihên nexweşxaneyan guhertin, lê pirsgirêk neguherîn
11:20 Danişîna doza Demirtaş sibê ye
11:10 7 sal cezayê girtîgehê ji bo Serokwekîla Şaredariya Pirsûsê hat dayîn
10:58 Cilên girtiyê nexweşê giran nadinê
10:33 DMME ji bo îfadeya ‘gerîla’ Tirkiye mehkûm kir!
10:26 AI îdîa kir ku Îran dê îro Zeynep Sekaanvand darve bikin
10:17 Li Stenbolê operasyona ‘aboriyê’: Der barê 417 kesan de biryara binçavkirinê
10:01 Parêzerê Ocalan Şakar: DMME mîsyona mafê mirovan winda kir
09:53 ‘Guhertina navên kurdî bêtehamuliya li dijî zimanê me ye’
09:46 Li Endonezyayê du erdhejên din rû dan
09:38 Danişîna 7 rojnamegeran dê sibê bê dîtin
09:09 Di dozên komkujiyan de, tevî delîlan jî kiryar beraet dikin
09:08 Dayika ku kurê wê ji ber betaliyê xwe şewitand: Rêveberên vî welatî ma çi dikin?
09:07 ‘Zenda destê rastê yê cenazeyên li Meletiyê hemû hatine şikandin'
09:06 Hevşaredarê Tozanê: Tayînkirina qeyûman perçeyeke Plana Rûxandinê ye
09:06 Ji ber masîpankên tev li golê hatin kirin masiyên deqsor neman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2018'AN
01/10/2018
21:18 Qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû
17:27 Vefa Kartal 87 rojin di grevê de ye
16:59 Polîsên li Amedê bi ser du taxan de girtin, di jêrzemînên malan de lêgerîn kirin
16:58 Pekoz ê HDP'î: Çima Febrîqeya Şekir li gorî şertnameya îhaleyê nefirotin?
16:40 Bertekên li dijî zema ceyranê: Li şûna bi destên me bigirin, pehîna xwe li me didin
16:33 HDP’yî li ber Zîndana Amedê malbatan ziyaret kirin
15:57 Cenazeyê Çaglar piştî 2 mehan hat definkirin
15:49 Gel bi neçûyîna ser sindoqan bersiv da polîtîkayên heyî
15:34 Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê dikin
15:17 Li Enqere di 5 salan de 300 karker di cînayetên kar de mirin
15:09 Karkerên gihîştin Enqereyê: Em ê berxwedana karkeran bigîhin hev