MÊRDÎN – Qeyûmê Qoserê navê 3 taxên navçeyê yên bi kurdî guhert. Şêniyên taxa Berçemê bertek nîşan dan û gotin: “Guhertina navê taxan bêtehamuliya li dijî ziman û îradeya gelê kurd e.”
Wezareta Karê Hundir di 6’ê kanûna 2016’an de Qeymeqam Ahmet Odabaşi qeyûm tayînî Şaredariya Qosera Mêrdînê ya di bin rêveberiya DBP’ê de kiribû. Qeyûm navên kurdî (Berçem, Aştî û Medya) ên 3 taxên navçeyê guhert.
Şaredariyê bi fermana qeyûm li ser malpera şaredariyê ragihand ku navê taxa Berçem bi navê “Şahkulubey”, navê taxa Aştî bi navê “Yenîkent” û navê taxa Medya bi navê “Selahattîn Eyyubî” guhertine. Balkêş e ku biryara ji bo guhertina navê taxan hatiye girtin îdia kirin ku meclîsa şaredariyê ya piştî tayînkirina qeyûm ku qet kom nebûye daye.
BÊYÎ JI GEL BIPIRSIN NAVÊ TAXAN GUHERTIN E
Piştî biryarê hêj li taxan tabelayê navê taxan ên nû nehatiye daliqandin. Tabelayên di serdema Şaredariya DBP’ê de yên bi kurdî û tirkî hêj li şûna xwe daliqandî ne. Gel diyar kir ku ji bo guhertina navên taxan ji wan nehatiye pirsîn. Şêniyên taxa Berçemê got ew bi rêya medyayê hîn bûne ku navên taxên wan hatine guhertin û bertek nîşanî biryara qeyûm dan.
‘BÊTEHAMULIYA LI DIJÎ ZIMANÊ KURDÎ YE’
Ji şêniyên taxa Berçemê Lokman Oncu diyar kir ku wan mane nedaye guhertina navê taxa Berçemê ku kirin e “Şahkulubey.” Oncu anî ziman ku guhertina navê taxa wan bi newala di taxê de derbas dibe re eleqedar û got: “Vê guhertinê ji kesî ne pirsîne. Ka ku anker bikirina me yê bidîta çend kes navê guhertina taxê qebûl dike. Qeyûm bi xwe biryarê digirin û nav guhertin e. Ji bo me ev der taxa Berçem e. Vê guhertina pêk anîne li dijî gel û bêtehamuliya li dijî ziman û îradeya gelê kurd e. Ev der taxa me ye û navê wê jî li gorî zimanê me ye. Di hemû qeydên me de navê taxê heye û ev nav li her qada jiyana me bi cih bûye. Wek ku dixwazin nikarin biguherînin. Em vê yekê qebûl nakin.”
‘MESELE BI ZIMANÊ ME VE GIRÊDAYÎ NE’
Ji şêniyên taxê Şehmuz Akgul jî destnîşan kir ku li taxên wan li gel navên kurdî navê tirkî jî heye û got: “Mesele bi zimanê me ve eleqedar e. Em vê yekê qebûl nakin.”
Sînan Ortça jî got bilêvkirina navê taxê ku nû lê kirin e zehmet e û wiha pêde çû: “Tu peyva wê nikarî bînî ziman. Navê kurdî xweş e. Guhertina navê kurdî cihê ne qebûlkirinê ye.”
‘GEL WÊ BERSIVA XWE BIDE’
Endama Melcîsa Şaredariya Qoserê Turkan Erol jî bi bîr xist ku wan di çarçoveya daxwaza gel de navê taxê guhertibû û ew nizanin ku qeyûm bi kîjan meclîsa şaredariyê vî navî guhertiye. Erol da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûm endamên meclîsê piyê xwe jî neavêtine şaredariyê û wiha got: “Meclîs tune ye. Guhertinê ji kesî ne pirsîne. Bi nêrîna çend midurên daîreyan biryaran digirin. Gel di ferqa vê yekê de ye. Daxwaza wan ew e kurdî ji holê rabikin. Lê dê nikaribin kurdî tune bikin. Bi sed salan e dixwazin kurdî bi me bidin ji bîrkirin, lê bes bi ser nakevin. Gel heta tu bêjî li dijî van pêkanînên qeyûm bi bertek e. Gel bersivdayîna xwe jî dizane bide.”