NAVENDA NÛÇEYAN - Li peravên girava Sumba ya başûrê Endonezyayê di navbeyna demek kurt de du erdhejên din rû dan.
Li peravên grava Sumba ya başûrê Endonezyayê di navbeyna demek kurt de du erdhejên din rû dan. Li gorî Enstîtûya Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) cara pêşî saet 23.59’an erd bi hêza 5.9’an 10 km bin erdê û 40 km dûrî Sumbayê pêk hat.
Hat diyar kirin ku erdheja duyemîn jî, piştî bi 15 deqeyan şûn de li heman deverê erd bi hêza 6’an hejiya.
Sumba 1600 km li başûrê girava Sîlawesî dibîne ku roja Înê erdhejek mezin lê pêk hatibû û tsûnamiyê lê dabû. Di erdheja Sîlawesî de heta niha 844 kesan jiyana xwe ji dest dan û hat gotin ku bilançoya mirî û birîndaran girantir dibe.