AMED – Parêzer Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku di dosyeyên komkujiyan de daraz li gor îktîdarê tev digere û got: "Ji dehan yek ji delîlên wan dosyeyan di dosyeyên cinayetê de hebin, dê kiryar bê cezakirin lê bi tevî van delîlan jî biryara beraetê didin."
Li gundê Mûşê Kizilagaçê di sala 1993'yan de 4 kesên hatin binçavkirin hatin kuştin, li Dêrika Mêrdînê 13 kes di sala 1992-1994'an de hatin kuştin, li bajaroka Bêspînê ya Silopiyaya Şirnexê di 1993'ayn de 6 kesên hatin binçavkirin hatin windakirin, li gundê Vartînîsê yê Mûşê di 1993'yan de 9 kes hatin kuştin, lii navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 1993-1995'an de 21 kes hatin kuştin û li navçeya Pasûr a Amedê di sala 1993'ayn de li gundê Alaca 11 kes hatin binçavkirin û windakirin. Polîs, leşker, cerdevan û endamên JÎTEM'ê yên ji ber van bûyeran dihatin darizandin bi îdiaya "delîl kêm in" beraet kirin. Parêzer Mehmet Emîn Aktar der barê vê polîtîkaya bêcezakirinê de axivî.
POLÎTÎKAYA BÊCEZAKIRINÊ YA DARAZÊ
Aktar, diyar kir ku ev polîtîkaya bêcezakirinê ya bi destê darazê hat afirandin tenê ne di salên 90'î de ye, ev yek polîtîkayeke dewletê ya dîroka komarê ye. Aktar bilêv kir ku dema ew li rojnameyên Tîrmeha 1930'yî dinerin di Komkujiya Zîlanê de 15 hezar mirov hatine kuştin û ev yek di çapemeniyê de wekî tiştekî serketinî be hatiye nîşandan. Her wiha Aktar Bûyera 33 guleyan jî bi bîr xist û got: "Di salên 90'î de rewşên wisa hebûn. Ew jî an îtirafkarekî an jî cerdevanekî darizandine. Çend mînak hene. Di salên 90'Î de hin polîs beraat kirine lê îtirafkar hatine cezakirin. Lê di salên 2000'î de di nav dewletê de şerê îktîdarê rû da. Niha avaniyeke bi navê Fethullahî heye ku bi îdiaya dewleta pararlel ava kiriye tê tawanbarkirin û cezakirin. Dema daraz di destê vê avaniya Fethullahî de bû, hewl didan Ergenekona di nav dewletê de tasfiye bikin. Bi taybetî jî ev yek heta 2008-2009'an dewam kir. Di sala 2007'an de pêvajya Ergenekonê dest pê kir û ev veguherî tiştekî wisa ku cinayetên di salên 90'î de li Kurdistanê pêk hatin bên ronîkirin. Lê ji bo hinekan jî lêpirsîneke çalak nehat kirin."
ŞERÊ BIDESTXISTINA PERGALA DEWLETÊ
Aktar, bi bîr xist ku dosyeyên dozên Cizîrê ya JÎTEM'ê, cinayeta Mûsa Anter, dozên Pasûr û Licê hemû li Amedê hatine vekirin û got: "Liv û tevgerên malbatan, Dayikên Şemiyê bûn sedema pêvajoyeke nû. Ji bo vê hewldanên rûberbûna bi rabirdûyê, lêgerînên ji bo heqîqetê çêbûn û doz hatin vekirin." Aktar, diyar kir ku lê belê li hêla din jî, şerê bidestxistina pergala dewletê hebû û ji ber vê ev doz derketin pêşiya wan.
‘DI DOZEKE DIN DE DÊ BI VAN DELÎLAN CEZA BIHATANA BIRÎN'
Parêzer Aktar got: "Ev dos rastiyê nîşan didan û kesên ew cinayet kirin, komkujî pêk anîn derketin pêşberî darazê. Diviya em jî li wir bûna û em li wir bûn." Aktar, diyar kir ku di dawiya 2013'an de hevkariya avaniya Fethullahî û hikûmetê bi dawî bû û îtifaqa nû bi feraseta 90'î cinayetan pêk tîne û didomîne. Aktar got: "Diviya ev doz bihatanan girtin. Loma dadgehê erka taybet di dest wan de hatin girtin û dosye çûn cihê berê. Mesela doza Cizîrê ya JÎTEM'ê çû Cizîrê. Vê carê jî bi hinceta ewlehiyê dosye şandin deverên cuda. Doza Licê û ya Cizîrê ya JÎTEM'ê şandin Eskîşehîrê, ya Pasûr û Mûsa Anter şandin Enqereyê. Li Enqereyê dozeke din jî heye (Doza kiryarên nediyar ya der barê Ayhan Çarkin, Korkut Eken, Ayhan Akça, Ercan Ersoy, Ahmet Demirel, Lokman Erturk, Seyfettin Lap, Ugur Şahin, Yusuf Yuksel, İbrahim Şahin û Mehmet Agar de). Tîmekî îtiraf kiribû û ev îtiraf di dema darizandinê de jî dewam kirin. Doza der barê cinayeta karsazên kurd û gelê kurd de. Ev doz li Enqereyê ye û hîn jî didome, lê kes nehat girtin. Tenê tîmê îtiraf kir (Ayhan Çarkin) hat girtin. Ger ev mirov rast dibêje, nexwe divê kesên din jî bên girtin û ger derewan dike ji bo çi hat girtin? Tişta ecêb jî ew e ku dema tu tiştên wisa îtiraf dikî, wî kesî dişînin tiba edlî bê ka hişê wî li sera ye yan na. Vî kesî jî şandin. Saziya Tiba Edlî got hişê wî li sera ye, paşê dadgehê 2 sal û nîv şûnde wî kesî berda. Di doza Cizîrê ya JÎTEM'ê de jî hin kes 5 salan girtî man, paşê hatin berdan û dû re jî beraat kirin. Ev dosye yeko yeko beraat kirin. Ji dehan yek ji delîlên wan dosyeyan di dosyeyên cinayetê de hebin, dê kiryar bê cezakirin lê bi tevî van delîlan jî biryara beraetê didin."
‘WEKÎ DIJMIN TÊ DÎTIN'
Aktar, diyar kir ku ev biryarên beraatê pratîkekê nîşanî wan dide. Aktar bilêv kir ku dewlet ê li hemberî xwe wekî dijmin dibîne û got: "Dijminê min heye û li hemberî min serî rakiriye. Ev û vî dijminî pev diçin. Kesên nêzî vî dijminî an jî kesên ne li cem min hemû di hedefa min de ne û dikarin bên cezakirin. Ji bo ev kes bên cezakirin mecbûr im polîs, cendirme, tîmên taybet, hemû hêzên çekdar biparêzim. Ev tişt tiştekî berbalav bû."
‘BAWERÎ NEMA'
Aktar, destnîşan kir ku pergala darazê ya li Tirkiyeyê perçeyekî pergala serdestiyê ye û got: "Dema mirov ji li salên 90'î diner, daraz evqasî nedihat çewisandin. Di nav xwe de yekpareyiyek wê hebû, lê kêm bûna jî carinan hin rewşên berkesî hebûn. Yanî di salên 90'î de pir hindeik bûna jî daraz bêalî tev digeriya. Lê niha ev tek qet tune ye. Komek parêzer tê ebrdan, lê hîn di ser re 12 saeta derbas nebûye heman dadgeh dîsa wan digire. Bi şev çi diqewmime nizanim, lê serê sibehê fikra dadgehê diguhere." Aktar, diyar kir ku ji ber vê bi qasî serê derziyê jî bawerî bi darazê nemaye.
Aktar, bilêv kir ku ew pêvajoyên DMME'yê yên sîrayetî hiqûqa hundur dikin dibînin. Aktar, destnîşan kir ku di bûyerên jêrzemînên Cizîrê, Sûrê û cihên din de DMME biryara tevdîrgirtinê neda, sedemek vê jî ew bû ku rêyên hiqûqa hundur nexitimîbûn û Tirkiye meseleya penaberan wekî koz li hemberî Ewropayê bi kar dianî. Aktar got: "Dadgeha Qanûna Bingehîn ji o Tirkiyeyê çi be, DMME jî heman tişt e."
Aktar bal kişand ser girtina partiyên siyasî jî û diyar kir ku piştî 2010'an girtina partiyên siyasî hatiye sînordarkirin û dema dewlet amadekariyek wisa kir, di ber ber plansaziyeke din jî kir. Aktar, anî ziman kadroyên gihaştî digire, ceza dike û derî siyasetê dihêle û hewl dide tevgera siyasî felc bike. Aktar got: "Di her serdemê de vê yekê dikin. Di sala 2009'an de ji nişka ve ji DBP'ê gelek siyasetmedar di bin navê doza KCK'ê de hatin girtin. Ev gef di dema BDP û HDP'ê de jî dewam kir. Di 2016'an de hevserokên giştî jî di nav de parlementerên HDP'ê, hevşaredar hatin girtin û hîn jî di girtîgehê de ne. Bi vî awayî dixwazin tabloya siyaseteke legah derî siyasetê bihêlin û kadroyên siyasî lawaz bikin. Ji ber ev pêk tên, pêdivî bi girtina partiyan nemaye."
‘BERDANA GUVENÊ HÊSANTIR E'
Aktar berdana parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglû jî nirxand û got: "Berdan Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji berdana Berbeoglû hêsantir e. Dema hat girtin ne parlementer bû, dema bû parlementer êdî destnedayîna wê heye û dadgehê tişta diviya kir û Guvenê berda. Lê belê di heman rojê de hîn ji girtîgehê dernektibû, der barê wê de biryara girtinê hat dayîn. Ev helwest û refleksa dewletê ye. Dewlet ji dadgehê re dibêje, tu yek ji amûrên berdewamiya serdestiya min î. Peywir û armanca te ya sereke, divê tu tevkariya vê serdestiyê bikî."