MÊRDÎN - A.A.'yê ku ji bo cenazeyê birayê xwe yê HPG'î teşhîs bike çû Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê, diyar kir ku zenda destê rastê yê hemû cenazeyan hatiye şikandin û ji ber cenaze di rewşeke wisa de ne ku nayên teşhîskirin.
Li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê cenazeyên gelek HPG'iyên di pevçûnana de mirine, li morga saziyê tên sekinandin. Her çend gelek malbat cenazeyên xwe teşhîs dikin jî, li ji ber DNA bi dereng tê xistin cenaze li goristanên bêkesan tên veşartin.
'JI 30 CENAZEYAN TENÊ 7 HEB DIHATIN TEŞHÎSKIRIN'
A.A.yê ku birayê wî di bombebaraneke meha Tebaxê de mir, ji bo cenazeyê birayê xwe teşhîs bike çû Meletiyê. A.A. got: "Ji bo teşhîskirina cenaze em çûn morgê. 30 cenaze li erdê bûn. Tevî cenazeyê me 7 jê ji deverên cuda anîbûn. 4 jê radestî malbatan hatibûn kirin, 3 jê mabûn. Lê ji ber wan jî xistibûn nav 30 cenazeyên din, em mecbûr man yeko yeko li cenazeyan binerin. Lê me nikaribû cenazeyê xwe teşhîs bike. Min li 30 cenazeyî nêrî. Ji bilî 7 heban jê ên din nedihatin teşhîskirin."
'ZENDA DESTÊ RASTÊ YÊN HEMÛ CENAZEYAN ŞIKESTÎ BÛ'
A.A., bilêv kir ku rewşa cenazeyan qet nebaş bû, hemû cenaze hatibûn perçekirin û yek jê tenê destê wî yê rastê hebû. A.A. got: "Serê 3 cenazeyan tune bû. Çawa cenaze wisa dibin min fêm nekir. Ji ber karên otopsiyê hin deverên cenazeyan hatibû dirûtin. Lê di cenazeyan de tiştk bala min kişand. Zenda destê rastê ya hemû cenazeyan şikestî bû. Destê hemûyan bantkirî bû. Wekî ku bi zanebûnî şikandine. Ne tiştekî tesaduf e ku zenda destê rastê ya hemûyan wisa be. Wekî ku bixwazin peyama 'em ê destê ku guleyan bera tirkan dide bişkînin' bidin. Îşkence li cenazeyan hatibû kirin."
'ME CENAZEYÊ XWE TEŞHÎS NEKIR'
A.A., diyar kir ku jê re hatiye gotin cenazeyê birayê wî tê teşhîskirin, lê belê dema ew çûne wan nikaribûye teşhîs bike. A.A. got: "Li Meletiyê dozger got cenazeyê we tê naskirin. Lê belê me nikaribû cenazeyê xwe teşhîs bike.Dîsa em çûn cem dozger. Dîsa ji me re gotin 'divê we nas bikirana'. Me got, me nas nekir. Me ji bo DNA'yê nimûne da û em li bendê ne ku cenazeyê me bê teşhîskirin. Em nizanin çi hatiye serê cenazeyê me. An li goristana bêkesan hatiye definlirin an jî dema bi awayekî saxlem hatiye girtin hpaşê hatiye texrîbkirin. Zilmê li cenazeyan û malbatan dikin."