Hevşaredarê Tozanê: Tayînkirina qeyûman perçeyeke Plana Rûxandinê ye

img

ÎDIR - Hevşaredarê Tozanê yê DBP'î Mehmet Gultekîn ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, anî ziman ku qeyûm perçeyek "Plana Rûxandinê" ne û got: "Bi qeyûman xwestin tevgera azadiyê tasfiye bikin." Her wiha Gultekîn got, dê gel şaredariyên xwe ji qeyûman bistîne. 

Wezareta Karên Navxweyî ji 106 şaredariyên DBP'î, qeyûm tayînî 97 şaredariyan kiribû. Yek ji van jî şaredariya Navçeya Tozan a Îdirê yê Hevşaredarê Tozanê Mehmet Gultekîn, hilbijartina herêmî ya tê payîn dê di Adara 2019'an de çêbibe û liv û tevgera qeyûman nirxand. 
 
PERÇEYEKE PLANA RÛXANDINÊ 
 
Gultekîn, destnîşan kir ku rêveberiyên herêmî ji bo siyaseta demokratîk û gelê kurd destkeftiyên girîng bûn û têkildarî vê bal kişand ser civîna Desteya Ewlehiyê ya Netewî (MGK) ku di 2014'an de pêk hat û tê de biryara "Plana Rûxandinê" hat girtin. Gultekîn, bilêv kir ku bi tayînkirina qeyûman desteserkirina şaredarên DBP'î perçeyeke ji Plana Rûxandinê ye û got: "Bi vê planê dihat xwestin ku tevgera azadiyê bê tasfiyekirin. Bi terorîzekirina siyaseta demokratîk xwestin têkilya me ya bi gel qut bikin. Ev operasyon tenê ne ji bo şaredariyên me bûn, bi awayekî giştî li hemberî gelê kurd bû û perçeyeke tevgera tirsandin û tepisandinê bû." 
 
‘ME BAJAR LI SER ASASÊN SIYASETEKE DEMOKRATÎK BI RÊ VE BIR' 
 
Gultekn, diyar kir ku dema Şaredariya Tozanê ket destê wan, peywira wan a ewil ew bû ku bajêr bi siyaseteke demokratîk bi rê ve bibin û got: "Li navçeya Tozanê gelê kurd û azerî bi awayekî wekhev bi hev re dijîn û navçeyeke pirzimanî û pirçandî ye. Pergalê bi salan polîtîkayên cihêkariyê bi rê ve birin û ev yek bûbû sedema ku gel pev biçin. Armanca me ew bû ku em navçeya Tozanê veguherînin bajarekî aştiyane. Me pirsgirêkên di navbera gelan de çareser kir û me got ev pirsgirêk pirsgirêka wekhevî û azadiyê ye. Me tim ji gelê xwe re bilêv kir ku pirsgirêka wekhevî û azadiyê tenê ne ya gelê kurd e. Me bi hemû derdorên ku pergalê ew înkar dikin re nîqaş kirin." 
 
‘GEL, MECLÎSA XWEZAYÎ YA ŞAREDARIYÊ BÛ' 
 
Gultekîn, diyar kir ku ew sal û nîvekê li ser şaredariyê man e û di wê sal û nîvê de projeyên ku amadekirin, bi gel re parve kirine û ji bo projeyan bi gel re şêwirîne. Gultekîn diyar kir ku gel meclîsa şaredariyê ya xwezayî bû.
 
Gultekîn, diyar kir ku tayînkirina qeyûman "xespkirina vîna gel e". Gultekîn, anî ziman ku dema qeyûm hat tayînkirin ewilî "Peykerê Aştî û Biratiyê" rûxandiye û got: "Armanca wan ne sererastkirina wê derê bû. Derdê wan Peykerê Aştî û Biratiyê bû. Li têketina navçeya Tozanê tabelaya li ser bi sê zimanan 'Hûn bi xêr hatin' nivîsandî hebû. Bi kurdî, tirkî û ermenîkî. Nivîsa bi ermenkî jî rakirin. navê Parka Kobaniyê kirin 'Parka Şehîdên 15'ê Tîrmehê'. Meclîsa şaredariyê gelek proje erê kiribûn, lê belê qeyûm yekê ji wan jî pêk neanî. Tu qîmeteke qeyûm li cem gel tune ye. Niha tu têkiliya gel bi şaredariyê re tune ye. Heta pir ne mecbûrî be, gelê Tozanê naçe şaredariyê." 
 
'QEYÛM GIRÊDAYÎ AŞREDARIYÊN AKP'Î NE' 
 
Gultekîn, diyar kir ku dema ew li ser kar bûn gelek planên wan hebûn û ji bo wan serlêdan pêk anîbûn, lê belê niha hemû hatine rawestandin. Gultekîn, destnîşan kir ku qeyûmên hatine tayînkirin hemû girêdayî şaredariyên mezin ên AKP'î ne. Gultekîn, bilêv kir ku Şaredariya Tozanê jî niha girêdayî Şaredariya Mezin a Enqereyê ye. Gultekîn, anî ziman ku dema li Tozanê rêyeke 10 kîlometreyî bê asfaltkirin, şîrketên girêdayî Şaredariya Mezin a Enqereyê rêyê çêdikin, Gultekîn, diyar kir ku konteynerê çopê yên Tozanê hene, lê belê konteynerê Şaredariya Mezin a Enqereyê anîne û tu pirsgirêkên navçeyê nehatine çareserkirin. Gultekîn, bilêv kir ku ger qeyûm nehatana tayînkirin, heta niha dê wan ev pirsgirêk çareserkiribana. 
 
‘EM MAFDAR IN, EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Gultekîn, destnîşan kir ku qeyûm ne gel e û got: "Ew bendên dewletê de, karmendê dewletê ne. Kî ferman bide wê pêk tînin." Gultekîn, diyar kir ku di hilbijartina herêî ya bê de dê gel şaredariyên xwe ji qeyûman bistîne û got: "Hemû hewldana me, têkoşîna me ji bo vê ye. Girtin, binçavkirin, dûrxistina ji peywirê û tayînkirina qeyûman nikare me ji têkoşîna me dûr bixe. Em ê ji bo maf û daxwazên xwe bitêkoşin. Em mafdar in û em ê bi ser bikevin." 

Sernavên din

04/10/2018
13:37 KCD’ê Berhem Salih pîroz kir
13:25 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:24 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li dijî polîtîkayên şer em ê têkoşînek hevpar birêve bibin
13:23 Polîsan li 2 kesan da û ew binçav kirin
12:43 Dozger: Ez dewama girtinê dixwazim
Demîrtaş: Ez berdana xwe daxwaz nakim
12:31 Karkerek li Edeneyê jiyana xwe ji dest da
12:19 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa ‘sirgûna êzidiyan’ qebûl nekir
12:00 Bi ser kaşkirina mirovahiyê re 3 sal derbas bû
11:02 ‘Îdrîs neyê berdan em ê dozê bibin DMME'yê’
10:50 Gelê Yedîkule: Gelo ev dewlet dixwaze çi bêje?
10:33 MSD: Bidawîkirina muzakereya bi Şamê re di rojeva me de nîne
10:01 AYM’ê bersiva 'nayê qebûlkirin' da serlêdana Aysel Tugluk
09:55 12 kes li Hatayê hatin girtin
09:54 Eren Keskîn bû namzeta Serokatiya Baroya Stenbolê
09:42 Li 65 gundên Licê û Hênê hatin qedexekirin
09:41 Li Edeneyê welatiyek ji Kobanê hat binçavkirin
09:32 Wezareta Karê Hundir doza li malbatên PKK’yan vekir hat redkirin
09:22 Li Kercewsê teqîn: Hejmara leşkerên mirin derket 7'an
09:22 Bi ereboka destan kolan bi kolan digere û amûrên kevnar difiroşe
09:21 Ji 2005'an heta niha 250 roj cezayê hucreyê li Ocalan hatiye birîn
09:20 Li Baybûrtê kêzikan dixin nav xwarina girtiyan!
09:20 ÎŞKÛR’ê bi awayekî neheq 4 milyon TL belav kir
09:19 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayin derman kirin
09:18 Li Wanê sextekariya muteahît: 307 daîreyên welatiyan derxist ber firotinê
09:17 Petêxên Melava li ser dezgehan e
09:16 Li Îzmîrê polîsan sîxurtî li ser kesekê din jî ferz kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2018'AN
08:43 Li Sêrtê qedexeya derketina derve
03/10/2018
18:11 Tezkere bi dengên AKP, CHP, MHP û Partiya ÎYÎ salek hat dirêjkirin
17:20 Hevserokên HDP’ê Berhem Salih pîroz kirin
16:45 Walîtiya Êlihê ji ber cenazeyê Acar 8 roj Hezoyê qedexe kir
16:25 Operasyona eskerî ya li Licê di roja 3’yemîn de didome
15:31 Qedexeya derketina derveyî welat a xwendekaran hat rakirin
15:08 Kedkarên tenduristiyê: Hêj li benda çend kesane ji me bimirin?
14:33 Doza 8 rojnamegerên nûçeya Çîtîl parve kirin taloq bû
14:02 Parêzer ji bo Brunson serî li AYM'ê da
13:39 Demîrtaş: Erdogan bi dewama girtina min kampanya hilbijartinê dest pê kir
12:44 25 sal borîn: Ma ji bîrkirina Vartînîsê pêkan e?
12:02 Modela çareseriya krîza Sûriyeyê: Girê Spî
11:54 Ceferî: Em destûr nadin artêşa tirk di axa Iraqê de bimîne
11:18 Enflasyon derket ji sedî 25'an
10:55 Rojnameger Adil Yigît: Ez difikirim ku dê Erdogan bi xerabiyê biçe
09:32 AYM'ê cezayê hucreyê îhlal hesiband
09:08 Lêçûna salekê ya Qesrê 362 milyon tl
09:08 Prz. Kanar: DMME ji rêgezên xwe dûr dikeve
09:07 Sektora înşaetê ji ber aboriyê têk diçe
09:06 Ozugurlu: Komên çekdarên li Idlibê li Tirkiyeyê guhdar nakin
09:05 Tanrikulu: Em ê êdî çîroka windayan li Meclîsê bixwînin
09:05 Muftuoglu: Li welatê mafê mirovan tune be, pirsgirêkê karkeran dê bidome
09:04 Hevberdevka KÎD'ê Kaya: Emê niqaş bikin ku dîrok dubare nebe
09:00 ROJEVA 03'Ê COTMEHA 2018'AN
02/10/2018
22:39 Bi hezaran karkerên camê ji mafê xwe ji Lûleburgazê meşiyan Stenbolê
22:18 Dadgehê 20 meh ceza li nivîskar Ozturk birî
22:09 Xebatkarê Rojnameyê Tosun hat berdan
21:43 Dr. Berhem Salih bû Serokkomarê Iraqê
21:39 PE'yê 70 milyon eûro alîkariya ji bo Tirkiyeyê betal kir
21:25 Dadgeha bilind cezayê Ilıcak û bira Altanan erê kir
17:20 Temellî û Aydogan li ser meseleya perwerdê hevdîtin kirin
16:59 2 girtiyên li Tarsûsê sewqî Kayseriyê kirin
16:38 Di doza JÎTEM'ê ya Enqerê de şahidê veşartî hat guhdarkirin
16:21 Danişîna Tugluk û Tuncel hat taloqkirin
16:04 Parêzeran îtîrazî berdana bersûca DAIŞ’ê kir
15:48 Parêzer çûn Girtîgeha Duzceyê: Ji mîza girtiyan xwîn diherike
15:21 Zeynep Sekaanvand hat darvekirin
15:18 Buldan: Sedema krîzê rêveberiya yek zilamî û tecrîdkirina Ocalan e
14:54 OHP: Em ji rewşa Îmrali û girtiyan bi fikar in
13:45 Parêzer xwest danişîna doza Beştaş a HDP'î bê rawestandin
13:40 Pêşniyaznameya lêkolîna der barê Ocalan de hat redkirin
13:11 Operasyona li Lîcê di roja duyemîn de berdewam dike
13:02 Polîsan beşdariya merasîma cenaze asteng kir û HDP'yan tehdît kir
12:29 Rojnameger Bariş Polat hat berdan
12:27 ‘Konferansa Amadekariya Hilbijartinên Herêmî' ya HDP'ê dest pê kir
11:44 Pekozê HDP'î: Nav û cihên nexweşxaneyan guhertin, lê pirsgirêk neguherîn
11:20 Danişîna doza Demirtaş sibê ye
11:10 7 sal cezayê girtîgehê ji bo Serokwekîla Şaredariya Pirsûsê hat dayîn
10:58 Cilên girtiyê nexweşê giran nadinê
10:33 DMME ji bo îfadeya ‘gerîla’ Tirkiye mehkûm kir!
10:26 AI îdîa kir ku Îran dê îro Zeynep Sekaanvand darve bikin
10:17 Li Stenbolê operasyona ‘aboriyê’: Der barê 417 kesan de biryara binçavkirinê
10:01 Parêzerê Ocalan Şakar: DMME mîsyona mafê mirovan winda kir
09:53 ‘Guhertina navên kurdî bêtehamuliya li dijî zimanê me ye’
09:46 Li Endonezyayê du erdhejên din rû dan
09:38 Danişîna 7 rojnamegeran dê sibê bê dîtin
09:09 Di dozên komkujiyan de, tevî delîlan jî kiryar beraet dikin
09:08 Dayika ku kurê wê ji ber betaliyê xwe şewitand: Rêveberên vî welatî ma çi dikin?
09:07 ‘Zenda destê rastê yê cenazeyên li Meletiyê hemû hatine şikandin'
09:06 Hevşaredarê Tozanê: Tayînkirina qeyûman perçeyeke Plana Rûxandinê ye
09:06 Ji ber masîpankên tev li golê hatin kirin masiyên deqsor neman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2018'AN
01/10/2018
21:18 Qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû
17:27 Vefa Kartal 87 rojin di grevê de ye
16:59 Polîsên li Amedê bi ser du taxan de girtin, di jêrzemînên malan de lêgerîn kirin
16:58 Pekoz ê HDP'î: Çima Febrîqeya Şekir li gorî şertnameya îhaleyê nefirotin?
16:40 Bertekên li dijî zema ceyranê: Li şûna bi destên me bigirin, pehîna xwe li me didin
16:33 HDP’yî li ber Zîndana Amedê malbatan ziyaret kirin
15:57 Cenazeyê Çaglar piştî 2 mehan hat definkirin
15:49 Gel bi neçûyîna ser sindoqan bersiv da polîtîkayên heyî
15:34 Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê dikin
15:17 Li Enqere di 5 salan de 300 karker di cînayetên kar de mirin
15:09 Karkerên gihîştin Enqereyê: Em ê berxwedana karkeran bigîhin hev