NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê nexweş Vefa Kartal 87 roj in di çalakiya rojiya mirinê de ye. Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê bang li girtîgehê kir û xwest ji bo Vefa Kartal berpirsiyar tev bigere.
Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Tekirdagê, Vefa Kartal (42) ji ber nayê tedawîkirin û ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş 87 roj in di rojiya mirinê de ye. Kartal, ji 18'ê Îlona 2017'an ve di hucreya yekkesî de ye û nexweşîna dil pê re ye. Her wiha nexweşîna Hepatît B, fitqo, tansiyona zêde, nexweşîna gurçikan, ksît, hemoroît, ulser, reflu û hwd. jî lê peyda bûne. Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê bang li girtîgehê kir û xwest ji bo Vefa Kartal berpirsiyar tev bigere.