AMED – Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Amedê malbatên girtiyan ziyaret kirin û piştevaniya xwe ji bo wan aşkere kirin.
Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi armanca piştevaniya bi malbatên girtiyên re ziyaret pêk anîn. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Salîha Aydenîz jî di nav de Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn û rêveeran çûn serdana malbatan.
Rêveberên HDP’ê çûn ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û malbatên ji bo hevdîtina zarokên xwe ya heftane kom bûbûn ziyaret kir. HDP’yan û malbatan silav dan hev û kêliyek bi hev re sohbet kirin. Piştî serdanê HDP’yî ji ber girtîgehê veqetiyan.