Rojeva Şengalê xweserî ye: Yên me qebûl bikin, em ê jî wan qebûl bikin

  • rojane
  • 11:11 24 Cotmeh 2017
  • |
img

ŞENGAL – Berdevkên gel ên li Şengalê dan zanîn ku hebûna Heşdî Şebî ya li bajêr di rewşa wan de tiştek neguhertiye û wiha got: "Yên me qebûl bikin em ê jî wan qebûl bikin, lê hin kes heke dest bavêjin destkeftiyên gelê êzidî yên bi xwîna şehîdan hatine avakirin, em ê li ber xwe bidin." Hat gotin ku ji hêlekê ve xebatên xweseriyê jî dewam dikin.

Bi êrîşa DAIŞ'ê ya 2014'an re reşa gelê Şengalê bi tevahî guherî û di dîroka civaka êzidê rûpelekî nû vebû. Êzidiyên bi kumkujiyek mezin re rû bi rû ma, bi hezaran jin û mêrên wan hatin revandin, êdî bi hêza xwe ya parastin û dîplomatîk di her warî de jiyana xwe bi rêxistin dikin. Êzidî di warê xweseriya demokratîk û xwe bi xwe bi rêve birinê de bi israr in û ev daxwaza xwe berê jî ji hikumeta Iraqê re ragihandibûn.
 
Piştî komkujiya Şengalê û cara duyemîn pêşmerge ji Şengalê vekişiyan, civaka êzidî ji ketina Heşdî Bebî ya Şengalê re vê carê amade bûn. Êzidiyan aşkera kir ku vê bûyera herî dawî di jiyan û hewlesta wan de tiştek neguherandiye. Di 3 salên dawî de civaka êzidî di bin navê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êxidxanê de di warê parastina cewherî de xwe bi rêxistin dikin, bi vê parastinê re gel ji komkujî û pêleke koçberiyê rizgar bû.
 
HEBÛNA YBŞ Û YJŞ’Ê PÊŞÎ LO KOÇBERIÊ GIRT
 
Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê, der barê ketina Heşdî Şebî ya Şengalê û projeyên çareseriyê û daxwazên civaka êzidî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Serokê Konseya Rêvber a Şengalê Hecî Hesen Pîso, diyar kir ku piştî pêşmerge ji herêmê nîqaşkirî vekişiya ne, gel tenê maye, ji ber vê rewşê gelê li Kerkûkê koçber bûye; lê heman tişt ji bo Şengalê bi pêş neketiye. Bi ketina Heşdî Şabî ya Şengalê re, gel çima koçber nebûye Pîso wiha nirxand: "Heşdî Şebî çawa hat Kerkûkê wisa hat Şengalê jî. Lê li vir kesî cih û warê xwe neterikand. Ev jî dide nîşan li Şengalê hêzek heye û gel ji vê hêzê bawer dike. Ev jî YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ye. Gelê me pê bawer e, dê ev hêz terka wan neke.”
 
‘YÊN ME QEBÛL BIKIN EM Ê JÎ WAN QEBÛL BIKIN’
 
Pîso da zanîn ku bi hatina Heşdî Şebî ya Şengalê re, ew naxwazin şerekî nû bidin destpêkirin, bi hev du qebûlkirinê dikarin çareseryê bi pêş bixin û di vê der barê de jî ev tişt got: "Di 3 salan de bi zor û zehmetiyan hêzek hatiye avakirin û ev nayê wê wateyê em ê dest ji destkeftiyên xwe berdin. Yên me qebûl bikin em ê jî wan qebûl bikin. Hin kes heke dest bavêjin destkeftiyên me yên ku bi xwîna şehîdan hatine avakirin, em ê li dijî wan bisekinin. Em ê wan qebûl nekin."
 
4 DAXWAZÊN BINGEHÎN ÊN ÊZIDIYAN
 
Pîso destnîşan kir ku wan daxwaz û xwestekên civaka êzidî berî 3 rojan li Bexdayê ji berdevkên Neteweyên Yekbûyî re jî ragihandiye û daxwazên ji hikumeta Navendî ya Iraqê re hatine ragihandin jî wiha rêz kir: "Ya yekemîn Şengaleke xweser a girêdayî Iraqê ye. Em xwe girêdayê Mûsilê nabînin. Ya duyemîn divê hêza parastinê ya êzidiyan qebûl bikin. Divê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê bê qebûlkirin. Ya sêyemîn, dema hêza me têra xwe tune be an jî dewlet nexwaze, divê bi dewletê re hêzeke hevpar ava bike. Ya çaremîn, fermana 73'yan a hat serê êzidiyan wekî jenosîd (komkujî) qebûl bike û kesên bûn sedem wan derxe pêşberî darazê."
 
'ÎDAREYA AXA XWE EM Ê SAZ BIKIN’
 
Berpirsê Komîsyona Hiqûqê ya Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê Qasim Xelef jî derbirî ku bi hatina Heşdî Şebî re di xebatên wan de tiştek neguheriye, hem di warê îdarî, hem jî di warê leşkerî de xebatên wan dewma dikin. Xelef aşkera kir ku hêzên Heşdî Şebî xwestine bikevin hin qadên wan, lê wan destûr nedaye vê û wiha axivî: "Ez difikirim ku hêza Heşdî Şebî ya li Şengalê hêzeke demborî ye. Bi çûyîna wan re em ê axa xwe biparêzin. Em ji vê re amade ne."
 
‘ME VÊ CARÊ BI FIKRÊN SEROK APO LI BER XWE DA’
 
Ji 11 zarokên Endama Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê Qîmet Xwedêda (50), 4 zarokên wê di nav YBŞ'ê de ne, diyar kir ku meclisa wan, leşker û asayîşa wan heye û xwest xweseriya wan bê qebûlkirin û wiha pê de çû: "Em vê carê ji malê xwe koçber nebûn; ji ber ku me bi fikrên Serok Apo li ber xwe da. Di çarçoveya van fikran de me li ber xwe da û parastina xwe kir. Pêwistiya me bi parastina cewherî heye. Me êdî xwe ji tirsa fermanê rizgar kir. Di dîroka me de cara yekem e me fêm kir ku divê em li ber xwe bidin."
 
‘ÊZIDÎ JI HÊZA XWE YA CEWHERÎ BAWER E’
 
Xoxê Cindî ya 55 salî endama Lijneya Rêveber a Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê ye û dayika Fermandarê YBŞ'ê Dijwar Feqîr e. Cindî duyemîn vekişîna pêşmergeyan a ji Şengalê nirxand û ev tişt anî ziman: "Pêşmerge revîn, lê YBŞ û YJŞ'ê li ber xwe da. Ev tê çi wateyê? Êdî gelê êzidî di berxwedanek mezin de ye. Her carê dibên ku 'Em li pişt we ne.' Lê di bi hewlaneke herî biçûk de revîn. Ev nayê wê wateyê ku ew hêz in. Em bi hêza keç û xortên xwe parastina xwe dikin. Êdî êzidî vê baş dizanin. Mînak berê ji bo Serok Apo kon vedidan, gel ji tirsa pêşmergeyan nedihat. Êdî ew tirs çû." Cindî piştrast kir ku kê hurmetê nîjanê mirovahiya wan bide, ew ê jî hurmetê bidin nîşan ji ber hêza YBŞ û YJŞ'ê gelek kêfxweş in û xwest hikumeta Iraqê destê xwe dirêjî YBŞ û YJŞ'ê bike, meclisa wan, hêza wan e cewheriyê qebûl bike.
 
MA / Selamî Aslan
 

Sernavên din

26/10/2017
16:23 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
16:19 Leşkeran bi ser gun de girt û malek şewitandin
16:08 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 699’an jî hat redkirin
15:30 ÎHD û Odeya Bijîşkan: Bila dawî li îşkenceya ATK’ê bê
14:57 Çalakiya Yukselê di roja 352'yan de ye: 5 kes hatin binçavkirin
14:34 Jin ji doza 8'ê Adarê beraet bûn
14:21 Binçavkirina Kavala 7 rojan dirêj kirin
14:20 Bêhnveda xewa zarok li ser zibalê amûran kom dike
14:03 Ceza li Midûra Karê Nivîsan a Komara KJA Tolan birîn
14:02 YE'yê 80 milyon ewro alîkariya ji bo Tirkiyeyê qut kir
13:21 Onder: Tecrîda li Îmraliyê îxaneta li dijî welat e
12:39 Li Deriyê El Welîd pevçûn diqewime
12:38 Pêşmergeyan rêya Mûsil û Hewlêrê girt
12:37 Desteya serokatiyê tê hilweşandin?
12:35 Parêzerên Ocalan cara 699’an serlêdan kir
12:19 Orhan Gonder ê bome xist mîtînga HDP'ê çi axivî?
11:44 'Bûn qurbanê rejîma ku diparêzin'
11:19 Polîsan li Mêrsînê kesek binçav kir
11:01 Biryara neşopandina dosyeya Mizrak hat rakirin
10:41 Rojnameger Çelîk: Em li dijî zextan bibin yek û dengê xwe bilind bikin
10:20 Serlêdan li Meclisê ne, lê encam tune!
09:59 2 jê rojnameger 2 jê parêzer 12 kes hatin girtin
09:48 Ocalan YPG ji tasfiyeyê rizgar kiriye!
09:41 'Girtîgeh awêneya pêşketina Tirkiyeyê ye'
09:38 Xwestin xanî bi serê wan de xera bikin
09:34 Onur: Li dijî qanûna miftîtiyan ‘xeta îxbarê’ divê
09:28 Bavê leşkerê ku PKK ew girt: Bi operasyonan re xeyalşikestî dibim
09:28 ‘Mirovên vê bazarê debara xwe bi çopê dikin’
09:27 'Bi Ocalan re me jî tecrît dikin'
09:26 Wargeha AFAD'ê bû cihê ranta AKP'iyan!
09:25 Ekolojîst: Guhertina qanûnan dê xwezayê talan bike
09:24 Di salekê de tenê 5 kargeh li Colemêrgê vebûn
09:23 Dêra Ardzvaperê roj bi roj tune dibe
09:22 Gundê Kopanisê li benda pirê ye
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2017'AN
25/10/2017
21:49 Hemû parazvanên mafên mirovan hatin berdan
19:46 Li Şirnexê teqîn: 2 kes birîndar bûn
19:16 Li Wêranşarê 4 kes hatin girtin
19:07 Polîsan avêt ser HDP’a Sûltanhîsarê
19:00 Rojnamger û parêzer bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
18:37 500 karkerên kana komirê di bin gefên mirinê de dijîn
17:34 Pîra 80 salî binçav kirin
17:11 Malbat: Em dizanin kê kuştiye
17:03 Navê Hêlîn Palandoken li parkê kirin
16:53 Peter Steudtner: Ez ji bo aştiyê xebitîm
16:27 Ozlem Dalkiran: Her kes di bin talûkeyek mezin de ye
16:11 Rejîm û DAIŞ êrîşî QSD’ê dikin
14:19 3 çalakgerên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
14:10 Berpirsiyarên kana komirê ya Şirnexê hatin binçavkirin
14:04 Zimanzan: Qedexekirina Kurdî li dijî zanistiyê ye
13:45 Partiyên siyasî yên Wanê: Tecrîdê rakin
13:31 Girtîgeha Tîpa T a Wanê nûçeyên Ocalan sansûr dikin
13:30 Qedexeya li Mêrdînê hat rakirin
13:13 Li Dozgeriyê bêyî parêzeran îfade girtin
13:12 Parazvanên mafên mirovan derxistin dadgehê
12:54 Dema dîmenên îşkenceyê hat xwestin biryara 'veşarî' dan ser dosyayê
12:54 Li Stenbolê 62 endamên DAIŞ’ê hatin binçavkirin
12:30 Navê partiya Meral Akşener diyar bû
12:25 TSK, Efrînê ji Rojava de dorpêç dike
12:25 Polisan di serdegirtina malan de 17 kes binçav kirin
12:19 Serokwezîrê Iraqê Haydar el Îbadî li Enqereyê ye
11:48 Parêzera Ocalan Uysal: Dewlet bi zanebûn Ocalan dike rojev
11:43 Qarneya 18 salên CPT'yê ya li Îmraliyê!
11:35 Bi îdîaya "Şoreşa pirteqalî" 4 sal 9 meh ceza hat dayîn
11:22 HDP’ê 4’ê mijdarê ‘Roja ji hilbijêrên girtî re azadî’ îlan kir
11:06 Li Farqînê du hevjînên hev hatin binçavkirin
11:06 Endamê OHP’ê parêzer Yildiz hat binçavkirin
10:50 Hevserokê PYD’ê Hesen: Siyaseta Tirkiyê zerarê dide gelên herêmê
10:47 'Her derê welat bû wekî Girtîgeha Amedê'
10:31 Ji sedî 81 rapora wî ya berastengiyê heye, lê dîsa jî nayê berdan!
10:30 Çalakiyên ji bo Ocalan belav dibin
10:29 Rewşa 134 girtiyên nexweş ên li Herêma Egeyê
09:42 Bernameya Mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
09:40 Loxer xitimandin, şêniyên Sûrê di nava qenalîzasyonê de hiştin
09:39 Deriyên text ên şaredariyê tam derba dizekan e!
09:37 Rewşa girtiyê nexweş Keleş her diçe xerabtir dibe
09:19 Dozger: Alfabeya Kurdî koda tabloya çalakiyan e
09:18 Bi hatina payîzê re dest bi teşiyê kirin
09:13 Kalikê wî yê ermenî hêza berxwedanê ye
09:12 Reçela Miksê ji destê vê dayikê bixwin
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2017'AN
24/10/2017
21:44 Rojnameger Çelik ji girtîgehê derket: Em ê her tim rastiyê ragihînin
20:36 Atilla Taş, Murat Aksoy û Davut Aydin tehliye bûn
17:37 Rojnameger Çelîk hat berdan, Kanaat û Ogreten nehatin berdan
16:57 Îtîraza berdana bersûcên Şemzînanê red kirin
16:50 Li Wanê di 9 mehan de 2 hezar û 397 binpêkirina mafan qewimîn
16:16 Parêzvana mafên mirova Geylanî hat girtin
16:16 Li girtîgehê hat binçavkirin!
15:46 26 girtî ji Boluyê sewqî Kayseriyê kirin
15:45 Serokwezîr bersiv neda daxwaza dayikan
15:38 Malbata Tilaver cenazeyê xwe 8 meh şûnde wergirtin
15:35 Ji bo rojnameger Çelîk daxwaza berdanê
15:26 Dayikên Aştiyê daxwaza hevdîtinê li Serokwezîr kirin
15:17 Zimanê kurdî li dibistanek Şirnexê hat qedexekirin
15:13 Rojnamegerên serbest tên darizandin: Ev doza tirsandinê ye
15:07 Doza Bekir Kaya hat paşvexistin
14:55 Li Kolana Yukselê roja 350'an: 4 kes hatin binçavkirin
14:50 7 sal û 6 meh ceza li Hevşardar Çapanoglu birîn
14:44 Doza Kemal Kurkut di 14'ê Kanûnê de ye
14:44 Hinceta binçavkirina Kavala diyar bû