Rojeva Şengalê xweserî ye: Yên me qebûl bikin, em ê jî wan qebûl bikin 2017-10-24 11:11:23 ŞENGAL – Berdevkên gel ên li Şengalê dan zanîn ku hebûna Heşdî Şebî ya li bajêr di rewşa wan de tiştek neguhertiye û wiha got: "Yên me qebûl bikin em ê jî wan qebûl bikin, lê hin kes heke dest bavêjin destkeftiyên gelê êzidî yên bi xwîna şehîdan hatine avakirin, em ê li ber xwe bidin." Hat gotin ku ji hêlekê ve xebatên xweseriyê jî dewam dikin. Bi êrîşa DAIŞ'ê ya 2014'an re reşa gelê Şengalê bi tevahî guherî û di dîroka civaka êzidê rûpelekî nû vebû. Êzidiyên bi kumkujiyek mezin re rû bi rû ma, bi hezaran jin û mêrên wan hatin revandin, êdî bi hêza xwe ya parastin û dîplomatîk di her warî de jiyana xwe bi rêxistin dikin. Êzidî di warê xweseriya demokratîk û xwe bi xwe bi rêve birinê de bi israr in û ev daxwaza xwe berê jî ji hikumeta Iraqê re ragihandibûn.   Piştî komkujiya Şengalê û cara duyemîn pêşmerge ji Şengalê vekişiyan, civaka êzidî ji ketina Heşdî Bebî ya Şengalê re vê carê amade bûn. Êzidiyan aşkera kir ku vê bûyera herî dawî di jiyan û hewlesta wan de tiştek neguherandiye. Di 3 salên dawî de civaka êzidî di bin navê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êxidxanê de di warê parastina cewherî de xwe bi rêxistin dikin, bi vê parastinê re gel ji komkujî û pêleke koçberiyê rizgar bû.   HEBÛNA YBŞ Û YJŞ’Ê PÊŞÎ LO KOÇBERIÊ GIRT   Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê, der barê ketina Heşdî Şebî ya Şengalê û projeyên çareseriyê û daxwazên civaka êzidî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Serokê Konseya Rêvber a Şengalê Hecî Hesen Pîso, diyar kir ku piştî pêşmerge ji herêmê nîqaşkirî vekişiya ne, gel tenê maye, ji ber vê rewşê gelê li Kerkûkê koçber bûye; lê heman tişt ji bo Şengalê bi pêş neketiye. Bi ketina Heşdî Şabî ya Şengalê re, gel çima koçber nebûye Pîso wiha nirxand: "Heşdî Şebî çawa hat Kerkûkê wisa hat Şengalê jî. Lê li vir kesî cih û warê xwe neterikand. Ev jî dide nîşan li Şengalê hêzek heye û gel ji vê hêzê bawer dike. Ev jî YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ye. Gelê me pê bawer e, dê ev hêz terka wan neke.”   ‘YÊN ME QEBÛL BIKIN EM Ê JÎ WAN QEBÛL BIKIN’   Pîso da zanîn ku bi hatina Heşdî Şebî ya Şengalê re, ew naxwazin şerekî nû bidin destpêkirin, bi hev du qebûlkirinê dikarin çareseryê bi pêş bixin û di vê der barê de jî ev tişt got: "Di 3 salan de bi zor û zehmetiyan hêzek hatiye avakirin û ev nayê wê wateyê em ê dest ji destkeftiyên xwe berdin. Yên me qebûl bikin em ê jî wan qebûl bikin. Hin kes heke dest bavêjin destkeftiyên me yên ku bi xwîna şehîdan hatine avakirin, em ê li dijî wan bisekinin. Em ê wan qebûl nekin."   4 DAXWAZÊN BINGEHÎN ÊN ÊZIDIYAN   Pîso destnîşan kir ku wan daxwaz û xwestekên civaka êzidî berî 3 rojan li Bexdayê ji berdevkên Neteweyên Yekbûyî re jî ragihandiye û daxwazên ji hikumeta Navendî ya Iraqê re hatine ragihandin jî wiha rêz kir: "Ya yekemîn Şengaleke xweser a girêdayî Iraqê ye. Em xwe girêdayê Mûsilê nabînin. Ya duyemîn divê hêza parastinê ya êzidiyan qebûl bikin. Divê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê bê qebûlkirin. Ya sêyemîn, dema hêza me têra xwe tune be an jî dewlet nexwaze, divê bi dewletê re hêzeke hevpar ava bike. Ya çaremîn, fermana 73'yan a hat serê êzidiyan wekî jenosîd (komkujî) qebûl bike û kesên bûn sedem wan derxe pêşberî darazê."   'ÎDAREYA AXA XWE EM Ê SAZ BIKIN’   Berpirsê Komîsyona Hiqûqê ya Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê Qasim Xelef jî derbirî ku bi hatina Heşdî Şebî re di xebatên wan de tiştek neguheriye, hem di warê îdarî, hem jî di warê leşkerî de xebatên wan dewma dikin. Xelef aşkera kir ku hêzên Heşdî Şebî xwestine bikevin hin qadên wan, lê wan destûr nedaye vê û wiha axivî: "Ez difikirim ku hêza Heşdî Şebî ya li Şengalê hêzeke demborî ye. Bi çûyîna wan re em ê axa xwe biparêzin. Em ji vê re amade ne."   ‘ME VÊ CARÊ BI FIKRÊN SEROK APO LI BER XWE DA’   Ji 11 zarokên Endama Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê Qîmet Xwedêda (50), 4 zarokên wê di nav YBŞ'ê de ne, diyar kir ku meclisa wan, leşker û asayîşa wan heye û xwest xweseriya wan bê qebûlkirin û wiha pê de çû: "Em vê carê ji malê xwe koçber nebûn; ji ber ku me bi fikrên Serok Apo li ber xwe da. Di çarçoveya van fikran de me li ber xwe da û parastina xwe kir. Pêwistiya me bi parastina cewherî heye. Me êdî xwe ji tirsa fermanê rizgar kir. Di dîroka me de cara yekem e me fêm kir ku divê em li ber xwe bidin."   ‘ÊZIDÎ JI HÊZA XWE YA CEWHERÎ BAWER E’   Xoxê Cindî ya 55 salî endama Lijneya Rêveber a Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê ye û dayika Fermandarê YBŞ'ê Dijwar Feqîr e. Cindî duyemîn vekişîna pêşmergeyan a ji Şengalê nirxand û ev tişt anî ziman: "Pêşmerge revîn, lê YBŞ û YJŞ'ê li ber xwe da. Ev tê çi wateyê? Êdî gelê êzidî di berxwedanek mezin de ye. Her carê dibên ku 'Em li pişt we ne.' Lê di bi hewlaneke herî biçûk de revîn. Ev nayê wê wateyê ku ew hêz in. Em bi hêza keç û xortên xwe parastina xwe dikin. Êdî êzidî vê baş dizanin. Mînak berê ji bo Serok Apo kon vedidan, gel ji tirsa pêşmergeyan nedihat. Êdî ew tirs çû." Cindî piştrast kir ku kê hurmetê nîjanê mirovahiya wan bide, ew ê jî hurmetê bidin nîşan ji ber hêza YBŞ û YJŞ'ê gelek kêfxweş in û xwest hikumeta Iraqê destê xwe dirêjî YBŞ û YJŞ'ê bike, meclisa wan, hêza wan e cewheriyê qebûl bike.   MA / Selamî Aslan