HEWLÊR - Li Herêma Kurdistan Federe duh hilbijartina parlamentoyê hebû û tevlîbûn pir kêm bû. Ji nivî zêdetir gel neçûn ser sindoqan û ev helwesta gel weke ‘êdî tu hêviyên wan ji partiyên heyî nemaye’ hat xwendin. Li gorî rojnameger Seyît Evran jî, divê hilbijartinê de ne partiyan gelê herêmê qezenc kir.
Li Herêma Kurdistana Federal 3 mîlyon û 88 hezar hilbijarên fermî, ji bo parlamentoya ji 111 kursiyan pêk tê, duh çûn ser sindoqan. Piştî Referanduma Serbixwe ya 25’ê Îlona 2017’an, Artêşa Iraqê, di serî de Kerkuk hin herêmê dagirker kirin û ser vê dagirkeriyê re salek darbas bû. Gel eleqeyek zêde nîşanî hilbijartina salek şûnde pêk hat, neda. Di hilbijartinê de hinek nelirêtî hatin kirin û li hin bajarên mezin jî ji sedî 20 hilbijêr çûn ser sindoqan û deng dan.
Ligel vê yekê jî hin organên weşanê yên nêzî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (KDP) û Yekitiya Welatparêzên Kurdistanê (YNK) ragihandin ku ji sedî 57.96 hilbijêr çûne ser sindogan. Sedama neçûna gel a ser sindoqan, bi nêzikatiyên li dijî êrîşên derve yên li ser herêmê tên meşandin nebûna yekitiyê ye. Dîsan ji ber krîza aborî ya tê jiyîn jî gel neçûn ser sindoqan. Gel êdî partiyên heyî weke hêza çareseriyê nabînin. Li bendê ye ku encamên hilbijartinê dinava 72 saetan de bên eşkere kirin, lê ji niha de tê nîqaş kirin ku KDP li pêşe û YNK’e jî li gorî hilbijartinên derbas bûyî dengên xwe bilind kirine û welek partiya duyemîn tê xuyakirin.
ÇAWAN KU SINDOQA HATIN GIRTIN ÎTÎRAZAN DEST PÊ KIR
Çawan ku dengdayîn di saet 15.00’an de bi dawî bû, partiyan dest bi îtîrazan kirin.
Ofîsa Hilbijartinê ya Yekitiya Welatparên Kurdistanê (KYB) di daxuyaniya da de wiha got: “Li herêma Badînan û Hewlêrê di dema dengdayînê de, ne lirêtî hatine kirin û di destên me de belge hene. Li navendên hilbijartinan nelirêtiyên mezin hatin kirin. Berpirsê vê yekê jî, Hilbijartina Bilind a Serbixwe û Wezareta Karê Hûndir û Komîsyona Referandomê ne.”
Dûre Berdevkê Teşkîlata KDP’ê yê Helepçe û Silemayinê Etan Şeyh Hasan daxuyaniyek da û wiha got: “Emê li dijî nelirêtiyên hin navendên hilbijartinan hatin kirin, helwestek cîdî nîşan bidin.”
Dîsan Serokê Lîsteya Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê (KYB) Kubad Talabanî jî, diyar kir ku ji bo qebûlkirin û neqebûlkirin encamên hilbijartinê hîna pir zûye.
GELO KÎJAN PARTÎ DÊ HIKÛMETA NÛ AVA BIKE?
Li aliyekê ji bo hilbijartinê îtîraz tên kirin û li aliyê din jî mereq tê kirin ku dê kîjan partî hikûmetê ava bike, serokê parlamentoyê dê kê be, hikûmeta nû dê têkiliyekê çawan bi rêveberiya Bexdayê re deyne, û ji bo krîzên aborî, siyasî û civakî dê çareseriyên çawan ava bike.
LI GORÎ ROJNAMEGER EVRAN: GEL HILBIJARTIN QEZENC KIR
Rojnameger Seyît Evran ê ji nêzde hilbijartin şopand, xwedî wê nêrînê ye ku di hilbijartinê de gel qezc kir û hewl tê dayîn beşdarbûna hilbijartinê zêde bê nîşandan.
Li gorî Evran her çiqasê tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 57.96 hatibe nîşandan jî, di esasê xwe ji sedî 40 hilbijêr çûne ser sindoqan. Evran, diyar dike ku gelê herêmê bi neçûna ser sindogan partiyên heyî şermezar kirin û wiha got: “Ligel ku hîna encamên hilbijartinê nehatine eşkere kirin partiyên serkeftina xwe îlan kirin, gelo çiqasê li ser neçûna gel a sindoqan difikirin. Her çiqasê vê bi awayekê eşkere neyînin ser ziman jî, li pişt deriyên girtî li ser vê yekê kûr kûr difikirin.”
MA / Erdogan Altan