ENQERE – Kenan Gongordu, Mazlum Çetînkaya, Arkadaş Canpolat û Sînan Yerdelen ên ji kar hatin derxistin û bo carek din vegerin karê xwe ji Stenbolê meşiyan heta Enqereyê û banga piştevaniyê li 170 hezar mexdûrên KHK’ê kirin.
Kenan Gongordu, Mazlum Çetînkaya, Arkadaş Canpolat û Sînan Yerdelen ên bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatin derxistin û bo carek din vegerin karê xwe ji Stenbolê meşiyan heta Enqereyê. Karkeran li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Karkeran got ew ê berxwedana karkerên bûne mexdûrên KHK’ê bigîhinin hev.
Di civînê de ewil Kenan Gongordu axivî û diyar kir ku AKP li dijî karkeran qirkirinê pêk tîne û ji Stenbolê heta hatin Enqereyê bi astengiya polîsan re ku bi çavek xayînin û dizin li wan nêrîne û ew ji bo karker in û ji bo rûmeta xwe meşiyan e. Gongordu anî ziman ku ji Eskîşehîrê heta Enqereyê bi otobusa pê hatine 50 kes dîl hatin girtin.
'EM PIRTÛKA DESTÛRA BINGEHÎN BIAVÊJIN SEROKOMAR’
Gongordu da zanîn ku wan xwestiye biçin pêşiya Meclîsê û lê encax polîsan destûr nedaye li pêşiya Meclîsê çalakî li dar bixin. Gongordu got: “Mîna ku em rêxistinek îlegal in nêzî me bûn. Tenê em karê xwe paş de dixwazin. Bila KHK’yan bi dawî bikin. Em pirtûka Destûra Bingehîn ji Serokomar re biavêjin. Qey em ê qanûnan nîşanî wan bidin.”
'EM Ê BERXWEDANA KARKERAN BIGÎHÎNIN HEV’
Piştî Gongordu, Sînan Yerdelen jî axivî û wiha got: “Bi KHK’yan sed hezar zêdetir mirov îxrac bûn, her kes li ber xwe dide. Em ê bi vê meşê berxwedanan sed hezaran karker bigîhinin hev. Êdî sebra me nema. Ji karkerên daxwaza mafê xwe dikin ditirsin. Çimkî ditirsin ku wê berxwedana karkeran mîna pêla volkanan biteqe. Em natirsin û em mafdar in em ê bi ser bikevin.”
'EM BI 170 HEZAR KESÎ BÊN ENQEREYÊ EM Ê BI SER BIKEVIN’
Mazlum Çetînkaya jî yê ji kar hat derxistin diyar kir ku ew ê di 11’ê cotmehê de bi beşdariya wekîlên HDP’ê û CHP’ê li Meclîsê civîn li dar bixin û ev bang kir: “Em li benda 170 hezar mexdûrên KHK’ê ne ku bên Meclîsê. Heke em bi 170 hezar karker bimeşin Enqereyê teqez em ê bi ser bikevin.”