ENQERE - Li Enqerê, di serdegirtinên malan ên serê sibê de, 3 xebatkarên Kovara Odak hatin binçavkirin.
Di çarçoveyê lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê da dest pê kirin de, polîsên TEM’ê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 3 xebatkrên Kovara Odak Hasan Ozdemîr, Huseyîn Arlier û Eray Zavar binçav kirin. Derbarê lêpîrsîna hat destpêkirin de, agahî nehat bi dest xistin.
Piştî binçavkirinan di sîteya înterneta Kovara Odakê de ev daxuyanî hat dayîn: “Ji roja dest bi weşana kovara me hat kirin û heya roja îro, li dijî xebatkar û xwendekarên me bê navber operasyon, girtin û êrîşên bê hejmar pêk hatin. Her tim ligel hemû şert û mercên giran jî me dest ji rêya xwe berneda. Bêguman li ser şopên êrîşan girtin û ji bo xwe komkirinê, demek dirêj dem dixwaze. Lê hîna jî baweriya me bi cîhanek hîn xweştir û xwiştir heye. Ev baweriya me tim zindî û geşe.”