ŞIRNEX - Qeyûmê tayînê Şaredariya Şirnexê hat kirin çavkaniyên şaredariyê ji bo qereqolên polîs û cendirmeyan xerc dike. Qeyûm xizim û rêveberên AKP’ê yên navçe û bajêr girtine kar û butçeya bi sedhezaran TL ên di kasayê de jî dinava saziyên bi wezaretan ve girêdayî parve dike. Qeyûm Bedîrhanoglu lêçûnên Midûriyeta Hêzên Taybet û Qereqolên Cendirmeyan a Çakirgogutê jî pêşwazî dike.
Alîkarê Walî û Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Turan Bedîrhanoglu yê di 5’ê Mijdara 2016’an de tayînê Şaredariya Şirnexê hat kirin, çavkanî û bûtçeya şeredariyê dinava saziyên bi wezaretan ve girêdayî de parve dike. Qeyûm Bedîrhanoglu yê çavkaniyên şaredariyê ji bo polîsên taybet û qereqolên cendirmeyan xerc dike, di civînên Meclîsê yên 4 mehên dawî dike de bûn mijara nîqaşan. Bedîrhanoglu yê di heman demê de qeyûmê Dêrgûlê û Qesrikê ye jî, di dema “Qedexeyên derketina derve” de dibin navê “qadên bi riskin” îmara hin araziyan guhert.
BI DEH HEZARAN ALÎKARÎ DA KOMELEYÊN AKP’Ê
Qeyûm dibin navê “Geşta sportîf” de 20 hezar TL pere da Komeleya Qulûbeya Ciwan û Sporê. Qeyûm çardin ji budçeya şaredariyê ji bo “Şahiya Zarokan” 39 hezar û 50 TL da Komeleya Rêberên Ciwan ên Şirnexê ya ji aliyê endamên AKP’î ve tê birêve birin. Qeyûm dîsan ji bo “Turnuvaya Kort Tenîs” jî 3 hezar TL alîkarî bide, biryar girtiye.
Di civînan de biyar hat girtin ku ji budçeya şaredariyê 27 hezar TL ji bo pêdiviyên teknîkî yên Komeleya Qûluba Spora Tenîs a Şirnexê bê dayîn. Di heman demê de qeyûm li ser daxwaza Komeleya Qûluba Ciwan û Spor a Jiyana Bêastengî ya Cizîrê ya dibin navê projeya “Em bi hevre bigerin û bi hevre bibînin” de ji bo 25 endamên xwe ji bo betlanê bişîne navçeya Alanya ya Antalyayê 40 hezar TL veqetand.
Yek ji komeleyên din ên faydeyê ji butçeya şaredariyê digire, Komeleya Qûluba Pêşketina Spor a Şirnexê ye. Qeyûm ji bo “Tevlîbûna lîgên herêmî” ya vê komeleyê jî, bi yek dengî biryar da ku 12 hezar TL alîkarî bide. Balkêşe ku ev hemû komele girêdayî rêveberên AKP’ê yên bajêr û navçeyane.
HEMÛ LÊÇÛNÊN GIRTÎGEHÊ Û PERGERDEYA GEL JI QEYÛM TÊN GIRTIN
Midûryeta Navendî ya Perwerdeya Gel a Şirnexê weke ku tê zanîn berê jî ji bûtçeya şaredariyê terxan digirtin, ji bo hin lêçûnên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê û Zanîngeha Şirnexê jî pere hat veqetandin. Di civîna şaredariyê de biryar hat girtin ku nêzî 15 hezar TL pere ji bo Midûryeta Perwerdê ya Gel bê veqetandin û dibin navê “pêdiviyên malzeme” de biryar hat girtin ku mîktarek malzemeyên înşaetê bên kirîn. Dîsan ji bo xelatên pêşbirka “Resm û Wêneyan a Neteweyî ya Şehr-î Nûh” a ji aliyê Zanîngeha Şirnexê ve dê bê organizekirin biryar hat dayîn ku 10 hezar TL bê dayîn.
XERCÊN JI BO POLÎS Û CENDIRMEYAN JÎ, JI BUTÇEYA ŞAREDARIYÊ TÊN GIRTIBN
Yek ji biryarên di civîna şaredariyê de hatin girtin a herî balkêş, biyara xercên ji bo Midûriyeta Şaxa Hêzên Taybet û Fermandariya Tugay a Hêzên Taybet ên Cendirmeyan a Çakirsogut ji butçeya şaredariyê bên girtin bû. Ji bo înşaeta “Qada jiyanê” ya Midûryeta Şaxa Hêzên Taybet bi dawî bibe 76 hezar û 735 TL hat veqedantin. Cardin ji bo di înaeta Qişleya Qereqola Çakirsogut bên bi kar anîn dê alîkariya 2 hezar pakêt çîmento, 900 metrekup qûm 3u 120 metrekup betona amade bê dayîn.
Qeyûm heya roja îro gelek endamên Baskên Ciwanan ên AKP’ê yên girtin kar û lêçûnên ji bo sazî û dezgehên AKP’ê yên hatine veqetandin wihane:
* Biryara restore kirina serbanê avahiya Taxa Vakîfkent a ji aliyê “Malbatên Şehît û Gaziyan” tê bikaranîn û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatî avakirin.
*Ambulansa marka Mercedest a plakeya 06 FS 9288 a şaredariyê bi hinceta “Ekîbên me yên tenduristiyê tuneye” ji bo Midûryeta Tenduristiya Bajêr hat dayîn.
“Şaredariyê, ji bo ku Parka Jiyana Bêastengî heya 15 salan weke kirê bide Weqfa Ciwanên Tirkiye (TUGVA) a bi AKP’ê ve girêdayî ye, ji bo Bedîrhanoglu raye da.
* Li ser daxwaza Midûriyeta Perwerdê ya Mîlî ya Bajêr a bûtçeya wê ji aliyê wezaretê ve tê dayîn, hat xwestin ji bo Saziya Perwerdê ya Berî Dibistanê bûtçe ji aliyê şaredariyê ve bê dayîn.
* Ji bo Navenda Civakî ya Armancê Pir alî ya Şirnexê (ÇATOM) bir yar hat dayîn ku 2 hezar 465 TL bên dayîn.
* Biryar hat dayîn ji bo Midûriyeta Serbestberdana bi Konrol 10 hezar 520 TL bên dayîn.
* Biryar hat dayîn ku ji bo Midûriyeta Navenda Perwerda Gel a Şirnexê 30 Hezar TL bê dayîn.
* Biryar hat dayîn ku ji bo Midûriyeta Turizm û Çanda Bajêr beşdarî fuara Enqerê bibe 20 herzar TL bên dayîn.
*Biryar hat dayîn ku ji bo baxçeyên Dibistanên Navîn Şukru Gelîş û Hurriyetê pere bên dayîn.
*Biryar hat dayîn ji bo malzemeyên înşaetê yên Mizgefta Hz. Ebûbekir 19 hezar TL bên dayîn.