* Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser biryara DMME'yê ya der barê redkirina serlêdana Ocalan û got: “Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navîn ji vê atmosferê bi bandor dibe û zirarê dibînin.
* Endamê Înîsiyatîya Piştevaniya Zindanan Parêzer Bunyemîn Şeker ê çû serdana girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê, diyar kir ku jin û zilamên girtî tên derpkirin û got: “Girtiyan gotin ku ew rastî îşkenceyê tên û bi odeyên sînger wan tehdît dikin.”
* Qeyûmê tayînê Şaredariya Şirnexê hat kirin çavkaniyên şaredariyê ji bo qereqolên polîs û cendirmeyan xerc dike. Qeyûm xizim û rêveberên AKP’ê yên navçe û bajêr girtine kar û butçeya bi sedhezaran TL ên di kasayê de jî dinava saziyên bi wezaretan ve girêdayî parve dike. Qeyûm Bedîrhanoglu lêçûnên Midûriyeta Hêzên Taybet û Qereqolên Cendirmeyan a Çakirgogutê jî pêşwazî dike.
* Berfîn Aslan a bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” nikare bikeve kar û 2 salin nayê tayînkirin, diyar kir ku ew naxwaze 10 sal şûn de tazmînatê bixin destê û got: “Ez dixwazim niha bixebitim û hilberînim.”
* Sendîkayên baskên karên înşaetê, ji bo 27 karkerên bi hinceta çalakiya Balafirgeha 3’yemîn a çêkirina wê didome hatin girtin, dest bi kampanya îmzeyan kirin. Sendîka xwe amade dikin ku biçin serdana malbatên karkerên girtî.