MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, diyar kir ku hikûmet dixwaze fatûreya kriza aborî ji pişta gel derxe û wiha got: "Sedema vê krîzê ya esasî tecrîdkirina Bîrêz Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê hatiye tecrîdkirin e."
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan li Salona 33 ya Dawetê 2'emîn Kongreya xwe pêk anî. Li gel Pervin Buldan, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, Endamên Meclîsa Partiyê û Lijneya Navendî yên HDP'ê û HDK'ê, Serokê CHP'ê yê Mêrsînê Adil Aktay, Nûnerên Halkevlerî, SES, Egitim Sen, ÎHD û Hewldana 78’an amade bûn. Salona kongreyê bi alên HDP'ê hatin xemilandin. Li salonê pankartên “Tu çîrok bi qasî çîroka koletî û azadiyê ya jinê min bi esef, hêrs, coş û şanaziyê bi bandor nake", “Em xwe bi rêxistin bikin û azad bibin" û “Em teşrîdê bişkînin, faşizmê hilweşînin" vekirin. Kongre piştî hilbijartina dîwanê bi rêzgirtinê dest pê kir.
EM PES NAKIN
Di destpêkê de Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Sevgî Aktaş, diyar kir ku ew pêngavên dawî yên faşizmê û êrîşên li dijî siyaseta demokratîk dijîn û wiha got: "Ji bo em bêtir li dijî Faşizmê têikoşin em kongreya xwe pêk tînin. Faşizmin ji aştî û demokrasiyê ditirse. Faşizm ji dijî liv û tevgerek biçûk a azadiyê êrîş dike. Lê bila baş zanibin ku tu carî di têkoşîna aştî û demokrasiyê de pes nakin. Em dê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî."
EM DÊ TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Rıdvan Turan jî diyar kir ku ew dê bi têkoşîna xwe AKP’ê paşve bixin û wiha got: "Her çend wekî ku AKP bi hêz be bê xuyakirin jî ketiye tengasiyê û asê bûye. Li hundir kirîza aborî û li derve Idlib ew xistine tengasiyê. Li vî welatî heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, tu pirsgirêkên d8in çareser nabin. Me duh li ber xwe da em dê îro û sibê jî li ber xwe bidin. Li pêş me hilbijartinên herêmi heye. Em dê bi hêzek pir xurt amadekariya hilbijartina herêmî bikin. AKP ku bi soza pirsgirêka kurd çareser bike hat îktîdarê îro daristan û çiyayê Kurdistanê dişewitîne. Li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan di asta jor de ye. Siyasetmedaran digire û qeyûm tayînî vina gel dike. Hûn dibînin rewşa Girtîgeha Tarsûsê pir xerab e. Di dirokê de herî zêde niha binpêkirina mafên mirovan zêde bûye."
BULDAN: TIRKIYE BI KRÎZA HERÎ MEZIN RE RÛ BI RÛ YE
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî ewil siyasetmedarê kurd Îbrahim Ayhan bibîr anî û wiha got: "Em dê têkoşîna xwe cihê ku Ayhan lê hiştiye berdewam bikin. Tirkiye di dîrokê de bi krîza herî mezin a aborî re rû bi rû ye.
Rayedarên AKP'ê piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê diyar dikirin ku dê Tirkiye texin nava aştî û aramiyê. Dê aştî û demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Le asta ku AKP'ê li Tirkiye pêş xistiye gel xistine nava krîza herî mezin a aborî. Gel xistine nava krîza aborî. Sedema krîzê polîtikayên Tirkiye yên li dijî Sûriye ye. Berpirsiyarê vê yekê jî AKP ye. Yê vê krîzê nabîne û naxwaze bibîne Qesra AKP'ê ye. Dibêjin krîz tune ye. Ji Qatarê bi milyar dolaran balafiran distinin. Raste ji bo şexsê wan kriz tune ye. Lê kirizê li kedkar, karker û gel xistiye. Li xizan, ciwan û jinê xistiye. Divê civaka Tirkiye ji niha û şûnde destûr nede vê krîzê. Yek ji sedema sereke ya vê krîzê jî tecrîdkirina Birêz Ocalan a li Îmraliyê ye. Dema bi Birêiz Ocalan re diyalog pêş diket, ev krîz tune bû. Lê piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê gotin 'Me muzakere ji holê rakir.' Yên vî welatî bi rêve dibin ji pêvajoya aştiyê tirsyan. Mixabin yên vî welatî bi rêve dibin li şûna aştî û çareseriyê şer û pevçûn tercîh kirin."
‘EM DÊ BERSÎVÊ BIDIN QEYÛMAN'
Buldan, da zanîn ku dê bi HDP'ê li her derê pêdivîya vî welatî ya aştî û demokraiyê bînin ziman û wiha berdewam kir: “Me rê li pêş AKP’ê nekirt ku bibe îktîdar. Lê me xeyalên wan şikand. Mêrsîn bajarekî pîlot e. Qeyûm, ziman, çand û nasnameya gelan înkar dike. ziman û çanda gelê kurd înkar dike. Em dê HDP’ê ji nûve geş bikin. Em dê li Mêrsinê bersîvê bidin Qeyûman û hem Şaredariya Akdenîzê û hem jî şaredariya Bajarê Mezin bi dest bixin. Ji bo vê yekê em dê bêtir bixebitin. Wekî Seyit Rıza gotiye "Ez bi hîleyên we re derneketim ser. Ev ji bo min bû derd. Ez jî li hemberi we serî danînim, bila ev ji were bibe dert." Sibê dê meclîs vebe. Lê dê bi wekîlek girtî dest pê bike. Wekîla gel Leyla Guven girtî ye. Em dê bixebat û têkoşînê hemû girtiyên vîna gel serbest berdin."
MESELE NE EFO, MESELE EDALET E
Buldan, bal kişand ser pêşniyara MHP'ê ya Efoyê û wiha got: "Mesele ne efo ye, melese edalet e. Niha siyasetmedarên ku qet sucê wan tune dîl tên girtin. Em dê bi têkoşîna xwe dê rêhevalên xwe azad bikin. Em soza têkoşînê didin wan. "
Piştî axaftinan raporên xebatê û maliyê hatin xwendin.
Kongre bi yek lîsteyê çû hilbijartinê. Ji bo Hevserokên HDP'ê yên Mêrsînê Zelal Onen û Mustafa Şik hatin hilbijartin.