AMED - Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Amedê, li Salona Vedat Aydin a Konferansê ya HDP'a Amedê dest bi “Konferansa Em xwe bi rêxistin bikin azad bibin" kirin. Ciwanan di konferansê de bal kişand ser têkoşîna bi rêxistin û diyar kirin ku dê bi têkoşîna yekbûyî Rojhilata Navîn Azad bikin.
Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Amedê, li Salona Vedat Aydin a Konferansê ya avahiya HDP'ê ya Amedê “Konferansa Em xwe bi rêxistin bikin azad bibin" li dar xistin. Bi sedan ciwanên ku ji bajarên herêmê hatin û tev li konferansê bûn, li salonê amade bûn. Dîsa parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, Semra Guzel û Dersim Dag, Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Xizmên Kesên jiyana xwe ji dest daye ya Mezopotamya (MEYA-DER) ya bi KHK'ê hatibû girtin, Meclîsa Dayikên Aştiyê jî tev li konferansê bûn. Ciwan li salonê wêneyê siyasetmedara kurd a li Parîsê hat kuştin Leyla Şaylemez, Umît Acar ê li Almanya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, wêneyê Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ku di qedexeya kolanan a Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, ji 4 pêşengên PKK’ê Ali Çiçek dê di rojiya mirinê de li Zindana Amedê jiyana xwe ji dest da dahiqandin. Dîsa pankartên “Berxwedan serkeftinê tîne" “Têkoşina hevpar a ciwanan dê Rojhilata Navîn azad bike" vekirin.
POLÎSAN AVAHÎ DORPÊÇ KIR
Ciwanên ku li salonê kom bûn, beriya konferansê bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan re anîn ziman. Ciwanan disa sînevîzyona berxwedanên beriya qedexeya kolanan û ji axaftinên Ocalan pêk tê dan temaşekirin. Çiwanên ku ji bajarên derve hatin tev li konferansê bûn dema derbasî avahiya HDP'ê bûn di kontrola polîsan a Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin. Bi sedan polîsan dora avahiya HDP'ê kirin bin kontrolê û tedbîrên zêde girtin.
ŞERÊ TAYBET TÊ MEŞANDIN
Konferansê bi rêzgirtin û “Çerxa Şoreşe” dest pê kir. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê Amedê Metin Yilmaz, axaftina vekirinê kir û bal kişand ser rol û rista ciwanan. Yilmaz, diyar kir ku pergal dixwaze ciwanan bike koleyê xwe û ji hemû maf û nirxê xwe dûr bixe û wiha got: "Şerekî bê qûral tê meşandin. Bi şerê taybet civakê dikin armanca xwe. Li dijî hemû nirxên civakê şerekî taybet heye. Civakek ku hêzên wê yên dînamik tune be, pêşeroja wê civakê nabe. Dixwazin ciwanên ku ji cewher û ruhê xwe dûr ketiye ava bikin. Zextên dewletê yên li ser ciwanan her ku diçe bêtir kûr dibin û berdewam dikin. Pergala Kapitalistê hemû laşê civakê perçe dike û êrîş dike. Ji cewherê xwe dûr dixe. Dixwazin ciwanên ji hêz û cewherê xwe dûr ketiye ava bikin." Yilmaz, bal kişand ser tecrîdkirina li ser Ocalan û xwest Ocalan demek berî demekê azad bibe. Ciwanan nîvro navber da konferansê û piştî nîvro bi axaftina ciwan û parlamenteran berdewam kirin. Ciwanan di naberê de dirûşme yên girêdana xwe ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tine ziman berz kirin û li ber stran û sirûdên şoreşgerî govend gerandin.
KILIÇ: CIWAN PÊŞENGÊ CIVAKÊ NE
Piştî navbera nîvro li ser navê Înîsiyatifa Dayikên Aşityê Bedriye Kiliç, ciwan silav kirin û wiha got: "Em Kurd in. Divê em li dijî zilmê li ber xwe bidin. Ciwan pêşengê civakê ne. Ez hemû ciwanan hembêz dikim." Kiliç bi tilîlî û zîmêrê axaftina xwe bi dawî kir. Ciwanan li ser piyan li çepikan dan û Kiliç pêşwazî kirin.
DAG: EM BI BERXWEDANE TECRÎDÊ BIŞKÎNIN
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag jî diyar kir ku ciwan her dem pêşengên civakêne û wiha got: "Piştî tecrîdê şer bêtir kûr bû. Tecrîdkirina Ocalan li dijî gelê kurd û ciwanan e. Ciwan li dijî tecrîd û zextan her dem li ber xwe dane û her dem pêşengiya civakê kirine. Heta niha li dijî tecrîdkirina Ocalan gelek kesan bedena xwe dane ber agir. Em dê bi têkoşîna xwe tecrîdê bişkînin. Her tem li dijî ciwanan polîtikayên qirêj hatine lîstin, lê ciwanan her dem li dijî van polîtîkayan li ber xwe daye û tecrid şikandine. Tevgera Azadiyê bi têkoşîna ciwanan heta îro hatiye. Tu hêz nikare rê li pêş vê têkoşîn û berxwedanê bigirin. Gelê kurd û ciwanên kurd tu carî li dijî polîtîkayên bişaftinê serî netewand. Em dê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."
TOSÛN: EM LI DIJÎ ŞERÊ DEWLETÊ LI BER XWE BIDIN
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, jî di konferansê de axivî û wiha got: "Dewlet şerekî qirêj dimeşîne. Divê em li dijî vî şerê qirêj bi hevre li ber xwe bidin. Divê demek berî demekê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Dewlet destûr nade gel cenazeyê xwe rake. Em li dijî hemû polîtikayên qirêj ên dewletê bi hevre li ber xwe bidin.
Tosun da zanîn ku jiyana bê Ocalan ne pêkan e.
Kesên di Turnûvoya Futmolê ya Firat Yaman a Meclîsa Cinanên HDP'ê ya Amedê di 11-28'ê Îlonê de adame kiribûn, bi ser ketin dê xelatên giribûn, xelatên xwe teslîm girtin.
Civîna konferansê, piştre ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.