HATAY - Komek kesên nasnameya wan nediyar bi ser xaniyê malbata Abdullah Comert ê di berxwedana Gezî de li Hatayê jiyana xwe ji dest dabû de girt. Birayê Abdullah Comert, Adnan Comert, diyar kir ku êrîşek bi plan e.
Komek kesên nasnameya wan nediyar li taxa Gazî ya Hatayê bi ser xaniyê malbata Abdullah Comert ê di berxwedana Gezî de li Hatayê jiyana xwe ji dest dabû de girt. Di êrîşê de xanî û maşîna malbata Comert zerarek mezin dît. Birayê Abdullah Comert, Adnan Comert, diyar kir ku êrîşek bi plan e. Comert, li ser hesabê medya civakî agahi parve kirin û got: “Êrîşi mala me kirin. Me bi zorê canê xwe xelas kir. Êrîş bi plan e. Piştî bûyerê saetek şûnde polîs hatin cihê bûyerê. Dema êrîş kirin dayika min a nexweş û birayê min ê astengdar hebû. Me bi zorê canê xwe xelas kir. komek pir qelebalix bû. Berê jî êrîşî me kiribûn. Em ji kesên êrîşkar bi glî ne."