STENBOL - Parêzer Baran Dogan, diyar kir ku wesfa hiqûqî ya pêşnûmaya efûyê ya MHP'ê ne zelal e û got: "Wisa dixuyê hejmara mafyayên li derve ne bes e. Ji bo civakê biçewisînin dixwazin hinekî din jî wê hejmarê zêde bikin. Dê sûcdarêne dlî berdin, ên muxalif jî bigirin."
MHP'ê pêşnûmaya efûyê ya amade kiribû hefteya borî berpêşî Serokatiya Meclîsê kir. Ev pêşnûma sûcên beriya 19'ê Gulana 2018'an dihebîne. Tê gotin dê 162 girtî û hikumxwar fêdê ji vê pêşnûmayê bigirin û dê cezayê wan 5 salan bê daxistin. Parêzer Baran Dogan pêşnûmaya efûyê ya MHP'ê nirxand.
‘WESFA WÊ YA HIQÛQÎ NE DIYAR E'
Dogan, anî ziman ku dema saziyek li Pergala Hiqûqa Ceza tê bicihkirin, divê sererastkirinek li gor birêvebirina pergalê bê kirin. Dema ne li gorî pergalê be, dê paşê di warê hiqûqê de hin pirsgirêk rû bidin. Dogan got: "Îjar pêşnûmaya ku MHP'ê berpêş kiriye ne di warê efûyeke giştî de tê qebûl kirin ne jî wekî efûyeke taybet tê qebûlkirin. Tê de daxistina ceza heye, lê dema di warê hiqûqî de em li vê daxistina ceza dinerin ma ev yek wekî berdaneke bi şertî ye? Ev jî nediyar e. Wesfa hiqûqî ya vê pêşnûmayê ne diyar e."
'ARMANC AMAÇ ALAATTÎN ÇAKICI YE’
Dogan, destnîşan kir ku ev pêşnûma ne pêşnûmayeke hiqûqî ye, tenê ji bo pêkanîna armancên polîtîk ên MHP'ê ye. Dogan, serdana Bahçelî ya serekê sûcên organîzeyî Alaattîn Çakici bi bîr xist û got: "Ji bo ev kes bên berdan hatiye çêkirin. Dema bi vî awayî bê sererastkirin, ev ne rêgezên hiqûqê ne, ji bo pêkanîna armanca xwe ye. Dema em van hikman têxinê jî, dîsa qanû n ji qanûna efûya giştî an jî qanûna efûya taybet û berdana bi şertî dûr dikeve û vediguhere qanûneke ku armanca wê nediyarkirî ye."
'DÊ SÛCDARÊN EDLÎ BERDIN, MUXALIFAN BIGIRIN'
Dogan anî ziman ku di pratîkê de tu berarmberiyeke vê pêşnûmayê tune ye û got: "Dê 162 hezar kesan dîsa têxin hundur. Dê ew girtîgeh vala nemînin. Li Tirkiyeyê rêbaza herî hêsan ew e ku muxalefetê bigirin. Û dê ew girtîgeh bi muxalifan bên tijekirin. Dê sûcdarên edlî berdin, muxalifan bigirin. Dema em li sûcên polîtîk ên demê dawî dinerin, bi taybetî hemû sûcên propagandayî ne. Di sûcên propagandayî de şîroveyên ebrfireh tên kirin û her kiryar di nav sûcên propagandayê de tên hesibandin."
MA / Yasin Kobulan