ENQERE - Meclîsa Şaredariya Mezin a Enqereyê sê sal berê biryar dabû ku dê li ber Garê li cihê komkujî lê pêk hat "Bîrhatina Demokrasiyê" çêbike, lê belê hîn jî nehatiye çêkirin. Hat ragihandin ku ji bo bîrhatinê li benda "dîtina" serokomar in. Lê dê malbat ji bo vê serî li Dadgeha Îdareyê bidin.
Meclîsa Şaredariya Mezin a Enqereyê, biryar dabû ku dê li ber Gara Enqereyê ya Komkujiya 10'ê Cotmehê lê pêk hatibû û 103 kes miribûn, "Bîrhatina Demokrasiyê" çêbike, lê belê hîn jî nehatiye çêkirin. Ji bo çêkirina bîrhatinê 114 kes tev li dengdayînê bûn û ji van kesan 101 kesî gotibû bila bê çêkirin, lê belê 3 sal derbas bûn hîn jî nehatiye çêkirin. Dema biryar hat dayîn şaredar Melîh Gokçek bû. Gokçek bîrhatin çênekir, lê belê piştî di 6'ê Mijdara 2017'an de Mûstafa Kara bû şaredar, wî jî çênekir. Li ber garê malbatan bi awayekî sembolî bîrhatine çêkiribûn, lê belê êrîşî vê bîrhatinê hatibû kirin.
'LI BENDA DÎTINA SEROKOMAR IN'
Têkildarî mijarê Serokê Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê parêzer Mehtap Sakîncî Coşgûn ku hevjînê wê Ûygar Coşgûn jî di komkujiyê de miribû, diyar kir ku wan komîsyona bîrhatinê ava kiriye û ji bo vê ew gelekî tev geriyane. Coşgûn, anî ziman ku piştî şaredar guheriya wan hewl daye randevûyê bistînin, lê belê çi kirine jî nikaribûne bsistînin û got: "Herî dawî ji me re gotin ew li benda nivîsa dîtinê ya serokomar in. Yanî ji bo çêkirina bîrhatinê li benda dîtina serokomar in. Halbûkî divê biryara meclîsa şaredariyê demildest pêk bê."
'EM Ê SERÎ LI DADGEHA ÎDAREYÊ BIDIN'
Çoşgûn bilêv kir ku eger bîrhatin neyê çêkirin ew ê serî li Dadgeha Îdareyê bidin û got: "Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li her derî bîrhatin çêkirin. Lê ji bo Komkujiya Garê ku 103 mirov lê mirin hîn gavek jî nehatiye avêtin. Ne mimkun e ku mirov vê yekê qebûl bike."
MA / Berivan Altan