STENBOL – Serdema nû ya Komeleya Lêkolînên Kurdî di 1'ê Cotmehê de dest pê dike. Serokê komeleyê zimanzan Samî Tan, ji bo hînbûna zimanê zikmakî herkesî vexwand kursên perwerdehiya ziman.
Li Stenbolê serdema nû ya ya dersên zaravyê kurmancî û zazakî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî di 1'ê Cotmehê de dest pê dike. Dê kurs 3 meh û nîvan dewam bikin. Serokê komeleyê zimanzan Samî Tan, ji bo hînbûna zimanê zikmakî herkesî vexwand kursên perwerdehiya ziman.
Tan, bilêv kir ku ew der barê ziman, edebiyat û dîroka kurdî xebatan dikin û kursên wan di payîzê de dest pê dikin û du bihatê de jî bi dawî dibin. Tan, diyar kir ku heta niha zêdeyî 100 kesî serî li komeleyê daye. Tan, anî ziman ku dê ev hejmar zêde bibe û got: "Li Stenbolê hebûna saziyeke ku der barê ddîroka kurdan de lêkolînan dike derfeteke mezin e. Kesên bi zimanê xwe yê zikmakî nizanin an jî hindik dizanin bila bên û hîn bibin. Ji bilî axaftina bi kurdî bila hînî xwendin û nivîsandina bi kurdî jî bibin. Bila xwe, çanda xwe nas bikin û xwedî li saziyên bi vî rengî derkevin."
Bernameya kursan ev e:
“Kurmancî
Asta Yekem: Duşem-Çarşem/Saet:19.00-21.00
Asta Duyem: Sêşem-Pêncşem/Saet: 19.00-21.00
Dawiya hefteyê
Asta Yekem: Şemî/ Saet: 11.00-14.00
Asta Duyem: Şemî/Saet: 14.00-17.00
Asta Sêyem: Şemî/Saet: 17.00-20.00
Asta Çarem: Şemî/Saet: 11.00-14.00
Kurmançkî-Zazakî
Dawiya hefteyê
Asta Yekem: Şemî/Saet: 11.00-14.00
Asta Duyem: Şemî/Saet: 14.00- 17.00”