Zeraq: ‘Bêhna Dara Sincê’ jin e, dema tu bêhna wê hildidî tu dibî mirov

img
AMED – Nivîskar Dilawer Zeraq, bi romana xwe ya nû “Bêhna Dara Sincê” bal dikişîne ser guherîn û azadiya mêrê ku ji dîrokê ve bi temamî bi bavkaniyê ve girêdayî û şane bi şane ketiye nav mêr, bi îktîdara xwe ya sunî tim jinê pelçiqandiye û dibêje: “Ji bo ku ew îktîdara çêkirî hilweşe, divê mêrê kurd bi bêhnkirinê pêşî hay ji jina kurd hebe. Hay ji heyîna jina kurd hebe ku jina kurd hêzeke çawa dide. Hêzeke çawa? Hêza hezkirinê.”
 
Romana Dilawer Zeraq a nû “Bêhna Dara Sincê” ji Weşanxaneya Lîsê derçû. Zeraq, beriya vê romana xwe bi navê “Şevên Winda Wêneyên Meçhûl”, “Mirina Bêsî” û “Nexşên Li Giyan” sê romanên din jî nivîsandine. Di van hersê romanan de bal dikişîne ser windakirin û kuştinên salên 90’î yên kiryar nediyar û navê Sêyîneya Winda lê kiriye. 
 
Pirtûka yekem a Sêyîneya Winda “Şevên Winda Wêneyên Meçhûl” e û tê de bal dikişîne ser qewimînên ku tesîreke giran li civakê dikin û êş û azara di dilê hevjînên windayan de çêbûye destnîşan dike. Di romana duyem “Mirina Besî” de berê pênûsa xwe dide bûyera Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991’î de hat kuştin. Di “Nexşên Li Giyan” de jî, dîsa balê dikişîne ser êş û azarên li dilên xizm û hezkiriyên windayan de lûs vedaye û “bi biwêdekirina heyîniya ku bes bi fîzîkî û laşî tê qebûlkirin” bala xwîneran dibe “ser giyanên ku “heyîniyeke dîtir ava kirine.”Lê belê Zeraq, di romana xwe ya çaremîn “Bêhna Dara Sincê” de, vê carê berê xwe dide mijareke din û dibêje, piştî romanên li ser bingeha jinan rabû, vê carê tevî ‘Bêhna Dara Sincê’ ne wekî sêyîne, lê dixwaze sê romanên din jî binivîse û navenda van romanan mêr bin. Zeraq diyar dike ku lehengên Bêhna Dara Sincê mêr in, lê divê guherîn û azadiya mêran jî, hînbûyîna mêran jî bê qalkirin û loma wî berê pênûsa xwe daye mijareke wisa. 
 
Wekî Ajansa Mezopotamyayê (MA), me der barê çîrokên romanên “Sêyîneya Winda” û romana wî ya nû “Bêhna Dara Sincê” de bi Dilawer Zeraq re sohbet kir. 
 
‘BI XWENDINA ÇÎROKÊN DAYIKÊN ROJA ŞEMIYÊ HESTPÊKIRINE BI MIN RE ÇÊBÛ’
 
Zeraq di hersê romanên xwe yên ewil de bal kişandiye ser cinayetên “kiryar nediyar” ên li Kurdistanê bi destên kesên tarî pêk hatin. Di romana xwe ya yekemîn “Şevên Winda Wêneyên Meçhûl” de, ji çîrokên Dayikên Rojên Şemiyê dest bi nivîsandina “Sêyîneya Winda” dike. Zeraq diyar dike ku beriya ev tişt biqewimin û di salên 90’î de li Kurdistan û Tirkiyeyê Dayikên Şemiyê dest bi çalakiyên xwe bikin wî çîrokên Dayikên Roja Şemiyê yên li Şîliyê dixwendin û piştî ev yek li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rû da, hestpêkirinek lê peyda bû ku xwestiye çîroka van qewimîn, rûdanan binivîse û ji bo vê dibêje: 
 
“Tiştên kiryar nediyar beriya 90’î hebûn. Lê piştî salên 90’î  hinekî prosedur, konjuktur guherîn, şer û pevçûn li Kurdistanê gur bû. Her ku çû bi awayekî diyar û car carinan jî bêhesab tevgerên vî şerî derketin pêş. Serdestan an jî dewletê hin tiştên xwe guherandin. Polîtîkayekî gelekî taybet ji bo kurdan dan destpêkirin. Bi vê polîtîkayê, hem revandin hem jî bêyî ku birevîne bi awayekî bêbextiyane, bi awayekî teresiyane kurdan kuştin. Îjar ji vê kuştinê, ji van windakirinan bêtir, digel vê yekê jî tiştekî dîtir jî bala min kişand. Erê, rast e kesên winda pir bûn, her ku diçû zêde dibûn. Wan çaxan hê nû Dayikên Roja Şemiyê dest pê kiribûn. Lê beriya wê min çîrokên Dayikên Roja Şemiyê yên Şîliyê dixwendin. Li ser wan hestpêkirinek bi min re çêbû.”
 
‘GELO PIŞTÎ KESÊ WINDA ÇI ÊŞ DIMÎNE, WÊ ROMANA WÊ BÊ NIVÎSÎN?’
 
Zeraq, ji bo hestpêkirina lê peyda bûye û bûye sedem ku van qewimînan bi romanê bide der, bilêv dike ku her çend çil sal di ser re derbas bûbe û hîn jî zarokên wan nexuyabin, nehatibin dîtin jî, lê ew mane. Girêdayî vê diyar dike ku piştî kesê winda pirsên wekî “Gelo piştî kesê winda çi êş dimîne? Çi hest dimînin? Mirov dikare wê êşê, wan hestan çawa bîne ziman? Gelo wê romana wê bê nivîsîn an jî çawa tê nivîsîn?” ji xwe kiriye û ji bo vê plansaziyek çêkiriye:
 
“Îjar li vê derê li aliyê me hem windakirin hem jî kuştin hebû. Kêm zêde di ciwantiya xwe de, ez jî hinekî pê re eleqedar bûm an jî me bi çavên xwe didît. Me di bajaroka xwe de didît û em dijiyan jî. Ev bi awayekî ji awayan bandor li me jî dikir. Min herdu gihandin hev û min plansaziyeke bi wî rengî kir ku ez ê romana wan tiştan, wan têgehan, wan êşan binivîsim.”
 
Di hersê romanên ewil ên Zeraq de ku navê “Sêyîneya Winda” li wan kiriye tê dîtin ku, roman li ser bingehekê rabûne û ev bingeh jî jin e û tê de aktîvasyon û çalakiyeke jina kurd derdikeve pêşberî girseyê.  Zeraq ji bo vê yekê dibêje, beriya salên 90’î heta 95’an jina kurd car caran di şer de, car caran jî di civînên siyasî de xuya dikir, jina kurd bi gelek çalakiyan, bi taybetî jî Dayikên Roja Şemiyê, dadiket qada giştî û di vê qada giştî de her diçû zêdetir xuya dikir:
 
“Di ser vê yekê re jî di nav îdolojiyê de, di nav polîtîkaya armanckirî de jina bilind, azadkirî, azadbûyî, jina ku ji bin destê mêrê kurd xelas bûye û her wiha pê re jî mêrê kurd jî ji ber ku ji bindestiya wî xelas bûye, ew bi xwe jî xelas bûye. Yanî ew bi xwe jî azad bûye. Ew îktîdara sunî/çêkirî hilweşiyaye. Ji bo vê diviya bingehek hebûya û min ev ji xwe re kir bingeh.” 
 
‘HIN JIN HEBÛN BI XWE AZAD DIBÛN, QALIB Û QAYDE DIŞIKANDIN’
 
Zeraq di romana “Şevên Winda Wêneyên Meçhûl” û “Nexşên Li Giyan” de jin kirine lehengên sereke. Lê di romana “Mirina Bêsî” de ku behsa beriya salên 80’yî dike, vê carê lehengê romanê mêr e. Lê li gel lehengê sereke, lehengeke jin jî heye ku di wan salên ku reha feodaliyê hişktir e, ev jin hin qalib û qayde û kevneşopên hişk ên adetî dişikîne: 
 
“Jixwe ew roman bêtir behsa beriya 80’yî dike. Ji ber ku beriya 80’yî tiştên bi vî rengî takekesî bûn, kes bi kes çêdibûn. Hin jin hebûn ew bi xwe azad dibûn, lê piştî salên 90’î, 95’an êdî bi girseyî jin bi daketina qadan dest bi serbestîye kirin. “
 
‘DIVÊ EW ÎKTÎDARA SUNÎ YA KU JIN KIRINE BINDEST BÊ HILWEŞANDIN’
 
Zeraq, hersê romanên xwe wekî “sêyîneya winda” bi nav dike û di ser vê sêyîneyê re hewl dide bilindbûn, rizgarbûn, serbestbûn, azadbûn û bidestxistina jiyaneke xweş û li gorî paradigmaya jinan a hatiye afirandin bimeşe û ava bibe:
 
“ Her wiha ez hay jê hebûm tenê gava ku jin rabin, bilind bibin, azad bibin wekheviya civakî, wekheviya jiyanî a mêr-jin wê pêk neyê. Çima? Ev wekî teraziyekê ye. Jin rabe, îjar ê mêr dakeve. Îjar li wê derê jî ê dîsa îktîdarek çêbibe. Ew îktîdar wê dîsa îktîdareke çêkirî be, sunî be. Divê ew îktîdara sunî a mêran ku jin kirine bindest (jin û mêrên kurda) bê hilweşandin. Divê herdu aliyê teraziyê bigihîje eynî tangê, eynî hendamê. Divê gava ku yek rabe a din jî dakeve. Wê aliyê mêr çawa dakeve? Li ba xwe min fam kir ku çi gava ew îktîdara sunî a mêran bişikê, jixwe di heman demê de ew îktîdar têkçûyîna mêran e jî. Wekî tê bilêvkirin, mêrê xistî, mêrê biçûkxistî. Jixwe îktîdara di destê mêrê kurdan de ye, di heman demê de ew îktîdar biçûkxistina wî ye jî. Çi gava ku ew îktîdar bişikê hilweşe, ew mêrê kurd jî wê mezin bibe.”
 
‘ŞÊRBÛNA WÎ LI SER ŞIDETÊ AVA BÛYE, DIVÊ BIŞIKÊ’
 
Zeraq, di wê qenaetê de ye ku mêrê kurd jî bi qasî jina kurd "xistî û ketî" ye û vê rewşa mêr bi biwêja kurdî “ji xwe re şêr e, ji xelkê re ker e” pênase dike û divê ew yek bê şikandin û ji ber vê wî piştî hersê romanên sêyîneya winda, romana “Bêhna Dara Sincê” nivîsandiye:
 
“Ev biwêj bi xwe pênaseya wê ye. Mêrê kurd li mala xwe ji bo jina xwe, ji bo derdora xwe dengşêr e. Ew şêrbûna wî çî ye? Ji ber feodalîteyê ye, ji ber serdestiya kevnar, serdestiya hişk e, li ser şidetê ava bûye. Li ser hêzeke bêkontrol ava bûye. Lê gava ku yek ji leşkeran, yek ji polîsan, hêzeke ku ji derveyî wî ye, ji derveyî wê îktîdarê ye berê xwe dide wê hêzê, mêrê kurd li wir dişikê, dibe teres. Dengê xwe nake. Jina wî li balê ye dengê xwe nake. Me ev tişt di valakirina gundan de, di avêtina ser gundan de hem me çîroka wan guhdarî kirin, hem jî me dît û em bûn şahid. Ew bi xwe biçûkxistina mêrê kurd e, ew bi xwe teresiya mêrê kurd e. Ev hemû ji ber wê îktîdara sunî pêk tên. Divê ew jî bişikê.”
 
‘DEMA TU REŞIK BÎ Û WEK FRENSIYAN TEV BIGERÎ, RUHÊ TE NEGUHERIYE TU BÊRUH MAYÎ’
 
Zeraq, destnîşan dike ku tiştên ew li ser disekine ji pirsgirêka mêr-jin bêtir, azadiya jin-mêr e û di romanê wî de xema wî ne tenê azadbûna jin û mêrê kurd û neteweya kurd e, xema wî dekolonîzebûna ruhê kurd e û ji bo vê derpêş dike ku ruhê kurd bi taybetî ji Peymana Qesr-î Şîrîn vir de her ku çûye kolonîze bûye û xema wî ya sereke ew e ku romanên wî di warê dekolonîzekirina kurdan û ruhê kurd de bibin dilopeke biçûk: 
 
“Ji derve de derbên gelekî xedar û şikestek xwariye. Her carê bi awayekî din têk çûye, her carê têk çûye ji ruhê xwe wenda kiriye. Her cara ku ji ruhê xwe wenda kiriye ruhê neteweyên din têgeriyaye, dirûvê wî guheriyaye. Wexta rengê te guherî wekî Cezayîr, Tûnûs, Nîjeryayê… Fanon dibêje, Albert Memmî dibêje, gava tu reşik bî, lê tu wekî frensiyên spî tev bigerî, nexwe ne ku ruhê te guheriye, tu bêruh mayî. Xema min a esasî ev e.” 
 
‘BI BÊHNA DARA SINCÊ MIN HEWL DA MÊRÊ KURD HAY JI BINKETINA XWE HEBE’
 
Romana Zeraq “Bêhna Dara Sincê” bereksê hersê romanên din li ser bingeheke din radibin û vê carê jî lehengên wî mêr in. Zeraq, dibêje ew dixwaze vê carê tevî Bêhna Dara Sincê sê romanên din jî binivîse û balê bikişîne ser rewşa mêrê kurd, lew divê guherîn û azadiya mêran jî, hînbûyîna mêran jî bê qalkirin: 
 
“Erê, mêr serdest in, wekî min got serdestiyeke çêkiriye. Divê mêr bigihîje wî heqê xwe yê serdestiyê ku pêşî serdestiyê li xwe bike. Tu serdestiya mêrê kurd ji bo xwe tune ye. Yanî mêrê kurd ne bi destê xwe ye. An bi destê wê îktîdara sunî ye an jî bi destê serdestê xwe ye. Di herduyan de jî pêşî jina kurd dipelçiqîne, pişt re jî xwe dipelçiqîne. Îjar di ‘Bêhna Dara Sincê’ de min pêşî xwest li ser bisekinim ku mêrê kurd çawa dikare hay ji nezanî, kêmxistîn û binketina xwe bibe da ku karibe li ser tiştekî rabe , tema, têgeh û ramanekê rabe û bi xwe wê îktîdara sunî bişikîne.”
 
‘BÊHNA DARA SINCÊ JIN E, DEMA TU BÊHNA WÊ HILDIDÎ TU DIBÎ MIROV’
 
Zeraq, diyar dike ku ev rewşa mêrê kurd bi temamî bi bavkaniyê ve girêdayî ye û ji dîrokê e ev bavkanî şane bi şane ketiye nav mêrê kurd û di romana “Bêhna Dara Sincê” de mêr bi destê jinê xwe ji vê yekê dadiweşîne û ji bo vê yekê têkiliya lehengê romanê Rustem û Binevşê wekî mînak dide:
 
“Binevş, jineke xwenda, zana ye û Rustem yekî neçûye dibistanê, lê karker e, ji çîna karkeran e, di înşeatan de dixebite. Binevş, dibe alîkar ku Rustem hîn bibe. Binevş dibe alîkar ku Rustem li xwe şiyar bibe. Rustem du caran xewn dibîne. Yek, berî ku here têkeve nav hevalên xwe, yek jî di nav hevalên xwe de xewnê dibîne. Di herdu xewnan de bêhna dara since tê dîtin. Ew bêhn bêhna jina ne. Bêhna dara since bêhna jina ye, bêhna jinbûnê ye, bêhna jinê a ne erotik e, bi xwe hebûna jina ye. Bêhneke wisa ye ku te bi xwe dide hisandin, tu hem pê dihesî hem li xwe şiyar dibî, hem jî bi saya bêhnê bi heyîna darê hişyar dibî. Ew dar çî ye? Ew dar jin e. Gava ku tu wê bêhnê hildî, tu dibî mirov.  Çima? Bi heyîneke din tu hay ji heyîna xwe dibî. Ji ber ku heta niha ew jin ji bo te tenê heyîneke erotîzekirî ye an jî bindest e. Lê tu serdestiya wê hîs dikî. “
 
‘DI VÊ ROMANÊ DE MÊRÊ KURD TENÊ HÎNÎ BÊHNÊ DIBE’
 
Zeraq, di “Bêhna Dara Sincê” de li ser temaya bêhnê disekine û hewl dide ku mêr hînî bêhnê bibe û bêhnê bike. Ji bo vê dibêje ew mêrê ku ji ber îktîdara qirêj û çêkirî nizane bêhnê bike û tenê dizane tune bike bi carekê, bi romanekê hişyar nabe: 
 
“Em hemû tenê hînî wê tiştê dibin. Em di ser wê bêhnkirinê re hînî hezkirinê nabin, li ser wê hezkirinê hînî hêzê nabin, hay ji hêza xwe nabin. Û gava ku em ditirsin, em nizanin em çima ditirsin. Haya me jê tune ku kî ye me ditirsîne. Em di civaka xwe de ji mêrekî din natirsin, wekî mêr em ji jinan natirsin. Em ji serdestê xwe ditirsin. Haya me ji tirsa me tune ye. Nexwe em ne serdest in. Ew îktîdar, îktîdareke çêkiriye. Loma jî ji bo ku ew îktîdara çêkirî hilweşe, divê mêrê kurd bi bêhnkirinê pêşî hay ji jina kurd hebe. Hay ji heyîna jina kurd hebe ku jina kurd hêzeke çawa dide. Hêzeke çawa? Hêza hezkirinê. Binevş, çi dike? Tevî ku xwenda ye, tevî ku gelek zana ye çi dike? Bala xwe bidê li wir laşê Rustem hûrikî ye, laşe Binevşê jî gir e. Gava ku bombe tê ser wan Binevş, xwe davêje ser Rustam, wî xelas dike. Ev ne tenê hêz e, ev hez e jî. Ji ber hezkirinê ew hêz bi Binevşê re çêdibe, pê re heye. Jina kurd dikare bêhn bike. Mêrê kurd nizane. Divê ji Binevş hîn bibe, bi rêya xewna xwe, hînê bêhnkirinê bibe û hîn dibe. Di vê romanê de tenê mêrê kurd hînî bêhnkirinê dibe. Pê re jî hay ji bavkaniyê dibe. Bi rêya hişajoyiyê dixwazim Rustem hay ji bavkaniyê bibe. Tiştê ku nahêle mêrê kurd ji wê îktîdarê xelas bibe. Adet û toreyên bavkaniyê tim ji bav derbasî kur dibin. Li vir hemû mesele ev e û Rustem hînî bêhnkirinê dibe.” 
 
MA / Rêdûr Dîjle
 

Sernavên din

01/10/2018
15:00 Berdana bersûca DAIŞ’î di rojeva Meclîsê deye
14:58 Wekîla Serokên Koma HDP'ê Kurtulan: Guven berdin
14:36 Guhertina navê taxên kurdî ji Soylu hat pirsîn
13:47 Dozgerê dadgeha bilind biryara beraata kujerên Vartinisê îtîraz kir
13:10 Karkerên Şaredariya Beşîktaşê dest ji kar berdan
12:41 3 xebatkarên Kovara Odak hatin binçavkirin
12:40 Meclîsa Karkerên jin hat avakirin: Em li dijî patronan bin
10:46 Girtî Ahmet Akbalik: Ev 3 rojin îşkencê li me dikin
10:45 Aborînas Durmuş: McKinsey wateya aboriya li dijî civakê ye
09:47 Ji bo yekîtiya Sûriyeyê li Helebê pilatforma danûstandinan pêk anîn
09:09 Meha Cotmehê bi zema Xaza Xwezayî dest pê kir
09:08 Parêzer Şeker: Girtiyên li Xarpêtê bi odeya singer tên tehdîtkirin
09:07 Başaran: Tecrît zirarê dide gelên Rojhilata Navîn
09:06 Sendîkayan piştgirî dan malbatên karkerên girtî
09:06 Bi hinceta lêpirsîna ewlekariyê 2 sal in nayê tayînkirin
09:01 Qeyûmê Şirnexê çavkaniyên şarederiyê ji bo polîs û qereqolên cendirmeyan xerc dike
09:00 ROJEVA 01'Ê COTMEHA 2018'AN
08:37 Di tusûnamî ya Endonezya de hêjmara miriyan gihişt 832 kesan
30/09/2018
20:59 Karkerên ber bi Enqerê ve meşiyan hatin binçavkirin
18:50 Dengdana Herêma Kurdistana Federe bi dawî bû: Tevlîbûn kêm bû
15:44 Li Bagokê şer derket
15:30 Li girtîgeha Kandira jin rastî gef û lêdanê hatin
15:17 Buldan: Sedema sereke ya kriza aborî tecrîdkirina Ocalan e
14:19 ÎHD ji Osman Kavala re azadî xwest
13:37 Konferansa ciwanên HDP'ê dest pê kir: Têkoşîna yekbûyî dê Dojhilata Navîn azad bike
Parlamen Dag: Em dê bi berxwedanê tecridê bişkînin
13:05 Li Nisêbînê ji bo operasyonên eskerî qolan qedexe kirin
12:15 Qeyûmê Qoserê navê 3 taxên kurdî kirin tirkî
10:11 Komekê êrîşî malbata Comert ê di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest da kir
10:04 Hilbijêr li Herêma Federe a Kurdistanê çûn ser sindoqan
09:55 ÎYÎ-SEN: Dengê lingê karkeran tê
09:18 Psychology Kurdî bi hejmara 7’emîn bû 3 salî
09:16 'Dê sûcdarên edlî berdin, muxalifan bigirin'
09:14 Ji bo çêkirina Bîrhatina Demokrasiyê li benda 'dîtina' serokomar in
09:13 Tabloyên xwe nafiroşe, diyarî mirovan dike
09:10 Çîrokek mînîmal: Rû û Kûr
09:08 Kursên kurdî dest pê dikin
09:06 Zeraq: ‘Bêhna Dara Sincê’ jin e, dema tu bêhna wê hildidî tu dibî mirov
09:04 Meclîs bi tezkereya operasyona derveyî sînor vedibe
09:01 Tuwaleta li ser goristana ermeniyan çêkirin hêj xera nekirine
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2018'AN
29/09/2018
17:14 Hezaran Erdogan li Kolnê şermezar kir
16:41 Aqûbeta Tekdag ê 24 sal berê hat binçavkirin û windakirin pirsîn
16:34 Cenazeyê Bagriyanik sipartin axê
16:11 Malbatên girtiyan: Îşkenceya li Duzce bila bidawî bibe
15:37 Polîsan Alev Şanîn binçav kirin
15:28 Xizmên Windakiriyan aqûbeta 10 girtiyên hatin qetilkirin û Kaya yê winda pirsîn
15:15 Pirtûka Demîrtaş û Baluken yên ji Guven re şandin desteser kirin
14:57 Di bin dorpêça polîsan de azadiya Sunkur xwestin
14:51 Serokê Rîsale-î Nur: AKP’ê aliyek dîndariya zalim derxist holê
13:56 Dayikan astengî nas nekirin: Di hefteya 705'an de jî daketin kolanê
Dayikan ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
13:40 Beşek şewata daristanên Dersimê hat vemirandin
13:38 Li Kolnê bi deh hezaran dibêjin 'Tu bi xêr nehat Erdogan'
13:08 Hevberdevkê DÎK’ê Bedîrhanoglu: Îslamperest tenê hewl didin xwe bi hêz bikin
12:32 Derhênerê xelat girtî ji ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin
12:31 Berhem Salih Barzanî ziyaret kir
12:19 Temellî: Îtîfaq li taxan bi wate dibin
11:41 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Tartuffe perdeya sezonê vekir
11:08 Bi hezaran girtî dest bi çalakiyên protestokirina tecrîdê dikin
10:50 Parêzera Ocalan Gunay: DMME'yê tecrîd parast
10:25 3 kes têkildarî mirina Sedanûr hatin girtin
09:46 Xelatên mihrîcana fîlmên Edeneyê hatin dayîn
09:40 Li Rihayê şevek bi rageşî
09:09 Ji bo Doza Pasûrê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da
09:08 Li Girtîgeha Duzceyê 32 girtî hatin îşkencekirin: Dê ecdadê we jî hesab bide
09:07 Destûra îmarê nadin welatiyan, dixwazin wan mehkûmî TOKÎ'yan bikin
09:06 Koçyîgît: DMME'yê pişta xwe da kurdan
09:05 Ozdemîr: Qey DMME hatiye desteserkirin?
09:04 'Îbrahîm Ayhan ji nirxên xwe tawîz nedida'
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2018'AN
28/09/2018
16:50 Temellî: Meclîsa ku wekîla wê girtî be dê çawa pêşnûmeyê biaxive?
15:49 KCD: Biryara DMME’yê dewama komploya navdewletî ye
15:36 ‘Ji bo faîlên Elçî bên dîtin, divê zext li desthilatdariyê bê kirin’
15:25 Nivîskaran rêxistinbûyîna wêjeya kurdî gengeşe kirin
15:05 Mûdaxilekirina şewata Dersimê asteng dikin
14:45 Dayikên Şemiyê: Li aliyekî derb kirin û li aliyekî ziyareta qurbaniyan dike
14:44 Ji sendîkayên karkerên înşaetê daxuyaniya hevpar: Hevalên me serbest berdin
14:37 Tunç: Em ji bo xwezaya Dersimê bibin dilopek av
14:29 Turan: Girtîgeh veguherîne kampên Nazî
13:48 Doza Ambulansê ya Cizîrê: Ji bo em vî ‘sûcî’ bikin me sond xwariye
13:39 17 meh şûnde dê cenazeyê Yuksel li welatê wê defin bikin
13:26 Ocalanê HDP’î pirsa tenduristiya Abdullah Ocalan kir
13:07 Di doza KCK’a Stenbolê der barê 18 kesan de biryara girtinê
12:47 TJA: Biryara Ocalan a DMME’yê êrîşa li ser vîna Kurdane
12:40 Buldan: Em dê Qeyûman bişînin Qiraatxaneya Erdogan
12:28 Li Herêma Kurdistana Federe hêzên ewlekariyê çûn ser sindoqan
11:54 Li Çewlikê qedexeya 26 herêman hat dirêjkirin
11:51 Kesekî din li Rihayê xwest ji ber krîza aborî xwe bişewitîne
11:40 Kesê Zana kuştina Turan ê 16 salî rewa dît
11:36 Ocalan ê HDP’î: DMME ne li gorî armanca avakirina xwe tevgeriya
11:09 Parlamenterên HDP'ê: Biryara DMME'yê biryara hişmendiya serdest e
11:05 Şêxo bersiv da Erdogan: Dixwazin Idlibê ji rojevê derbixin
10:48 Ciwanekî kurd li dijî tecrîdkirina Ocalan xwe şewitand
10:16 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê rastî lêdanê hatin: Difina girtiyekî şikest
10:15 Nivîskar Dînç: Ger jin binivîsin, dê dîrokekê jinê ava bikin
10:03 Gera Recep Erdogan a Almanyayê
09:49 Prof.Dr. Nesrin Nas: Polîtîkaşên zextan dê zêde bibin
09:42 Parêzerê Ocalan Dînç: Biryara DMME’yê encama bazarên siyasî ye
09:24 Esnafên Amedê: Fiyet du qat zêde bûn
09:23 'Li Girtîgeha Sîncanê xwarinê di mazgalê de ji girtiyan re davêjin'
09:22 Rojê 6 saetan ceryana wan tê qutkirin, ceryana wan ji sedî sed hat zemkirin