WAN - Qeyûm li Wanê li ser gora ermeniyan tuwalet, otopark û kabînên cilguhertinê çêribû. Wezîrê Çand û Turîzmê ê wê demê Nûman Kûrtûlmûş gotibû "dê di nav 60 rojî de rakin." Lê di ser vê daxuyaniyê re 60 roj derbas bûne, hîn jî nehatine rakirin.
Li navçeya Artemêtan a Wanê qeyûm Atif Çîçeklî yê hat tayînkirin, li ser Girê Dîlkaya û goristana ermeniyan tuwalet, otopark û kabînên ciljixwekirinê çêkiribûn. Piştî bertek hatin nîşandan û Parlementerê HDP'ê Garo Paylan ev mijar xist rojeva meclîsê, Wezîrê Çand û Turîzmê ê wê demê Nûman Kûrtûlmûş der barê vê de daxuyanî dabû. Kûrtûlmûş di daxuyaniya xwe de gotibû dê di nav 60 rojan de tiştên hatine çêkirin bên rakirin. Lê belê di ser vê daxuyaniyê re salek derbas bû, hîn jî nehatine rakirin. Girê Dîlkayayê jî ku Qada Sîtê ya di Dereceya 1'an de ye, niha ji ber bêxweyîtiyê lewitiye. Defînegeran her derê gir kolandine. Plaja ku li hêla çep û rast ên gir e, ji ber çopên li derdorê kes nikare biçê. Her wiha hestiyên aîdî goristana ermeniyan jî li rastê ne.
EMELIYATA MÊJÎ YA EWIL HAT KIRIN
Di sala 1984'an de bi xebateke hevkar a Zanîngeha Egeyê û Navenda Lêkolînên Dîrokî û Arkeolojiyê ya Wanê li Girê Dîlayayê ku beriya zayînê heta sala 3000'î wekî qada jiyanê dihat bikaranîn gelek dane hatin dîtin. Li gir 24 îskeletên mirovan ên ji dema Ûrartûyan mayî hatin dîtin û derketibû holê ku emeliyat mêjî cara ewil li vira hatiye kirin.