NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesên li bajarê Koln ê Elmanyayê kom bûn, Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan şermezar kirin. Bi hezaran di mîtînga "Tu bi xêr nehat Erdogan" de dirûşmên "Qatil Erdogan" berz kirin.
Serokomarê Tirkiye û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan serdana Almanyayê kir. Li dijî vê yekê Kurd, derdorên demokratîk yên Tirkiye û dostên Kurdan bi girseyî protesto kirin. Kesên di çarçoveya kampanya "Tu bi xêr nehat Erdogan" de li Kolnê di mîtînge de hatin cem hev. Bi hezaran kesên di mîtînga "Tu bi xêr nehat Erdogan" de kom bûn Erdogan şermezar kirin. Bi banga Federasyona Yekîtiya Dersim a Demokratîk a Ewropa (ADEF), Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropa (ATÎK), Jina Nû û Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG) bi hezaran kes li Kolnê kom bûn û çalakî pêk anîn. Li dijî ziyareta Erdogan nêzî 140 rêxistinên sivîl û demokratîk ên li Almanya kampanya “Erdogan Not Welcome (Tu bi xêr nehat Erdogan) dan destpêkirin. Dimîtinga ku bi hezaran kes lê kom bûn de bê navber dirûşmeyên "Tu bi xêr nehat Erdogan", "Qatil Erdogan" Berz kirin. Bi hezaran welatiyên duh li Berlînê xwepêşandanên protestoyî li dijî Erdogan kirin îro li Kolnê jî Erdogan protesto kirin. Li ser banga Platforma ‘Erdogan Nat Welcome’ bi hezaran kesên di mîtîngê de kom bûn bê navber dirûşmeyên "Tu bi Xêr Nehatî Erdogan" "Qatil Erdogan" , "Dîktator Erdogan" berz kirin. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, di mîtîngê de diyar kir ku li Elmanya her kes Erdogan naxwaze û got: “Erdogan dijminê hemû gelan û mirovahiyê ye, dostê DAÎŞ’ê ye. Angela Merkel bi vê vexwendinê bûye hevkarê wî yê sûc. Bûye hevkarê qetilkirina Kurdan.”
Koç bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ocalan Rêberê gelê Kurd e. Ji bo azadiyê em ê hata dawiyê çalakiyan bikin."
Li ser navê ATÎP’ê jî Suleyman Gunrcan jî diyar kir ku Erdogan kujer e û got: “Me duh bi deh hezaran li Berlînê Erdogan protesto kir. Em niha bi hezaran li Kolnê jî protesto dikin. Faşîst Erdogan biçe kû dera dinê wê bê protestokirin. Ji ber ku ew dijminê gelan e. Dijminê Êzidî, Kurdan, gelên Tirkiyeyê û Ermeniyan e. Ew enceq dostê DAÎŞ’ê be. Ji bo wê em li her derê şermezar bikin, protesto bikin.”
Siyasetmedarê Elman Norman Paech jî anî ziman ku şer bû ku Erdogan ji aliyê Elmanyê ve hate pêşwazîkirin û got: “Ew serê rejîmeke dîktatoriyê ye. Îro li Tirkiyeyê rojnamevan, siyasetmedar û akademîsyen li girtîgehê ne. Yê vê dike Erdogan bi xwe ye. Tevî van hemû tiştan Elmanya ew vexwend. Ev rewşeke ya şermê ye. Erdogan li dijî Kurdan şer û terorê dike. Li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û gelek deverên Bakurê Kurdistanê destê wî di xwîn bi hezaran Kurdî de heye. Ew sûcê terorê dike.”
‘DESTÊ XWE JI GEL VEKIŞÎNIN’
Li ser navê DÎDF’ê jî Huseyîn Aygan jî axivî û rêveberên Elmanya rexne kir û got: “Erdogan û Merkel li dijî gel di nava lihevkirinekê de ne. Em bang li her du aliyan dikin ku destê xwe ji gel vekişînin.” Li ser navê Partiya Çep a Keskan Mehemt Cengîz jî diyar kir ku pêşwazîkirina Elmanya ya Erdogan şerm e. Parlemetera berê ya HDP’ê Tûba Hezer jî axivî û destnîşan kir ku AKP û Erdogan dijminê gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn in.