ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê û xizmên windayan, ji bo aqûbeta windayan bipirsîn û azadiya girtiyên nexweş bixwazin, bi dirûşmeya “Bila giriyên nexweş bên berdin" û “winda bên dîtin" di hefteya 450'emin de çalakiya xwe berdewam kirin. Vê hefteyê aqûbeta Alî Tekdag ê di 13'ê Mijdara 1994'an de hat binçav kirin û windakirin pirsîn.
Xizmên windayan û Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û azadiya girtiyên nexweş bixwazin di hefteya 450'î de li pêş Sumerbank a Konakê çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi diruşmeya "Bila giriyên nexweş bên berdin" û “winda bên dîtin" kom bûn û aqûbeta Alî Tekdag ê di 13'ê Mijdara 1994'an de li Amedê hat binçav kirin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de pankarta "Winda wîcdan e li wîcdan xwedî derkeve" vekirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî vê hefteyê tev li çalakiyê bû. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Zafer Încin daxuyanî xwend.
Încîn çîroka Alî Tekdag xwend û wiha got: "24 sal berê bavê 7 zarokan Ali Tekdag hat binçav kirin û windakirin. Tekdag, ji hevjîna xwe Hatice Tekdag ku li gel hev bûn got 'Ez dê heta gavek din bêm' û ji hev qut bûn. Piştî 10 deqîqe şûnde di pêş wê re derdbas bû, lê bêdeng derbas bû. Hevjîn Hatice diyar kir ku di vê rewşê de ket nava fikaran û dît tu 3-4 kesên bi têl ketine pey hevjînê wê. Tekdag da zanin ku kesên ketibûn hevjînê wê kesên bi bêtêl û çek bûn û demek şûnde gule berdan hevjinê wê. Piştre Tekdag girtin û birin avahiyê. Sivilên ku Tekdag binçavkirin piştre avêtin dolmîşê û birin. Hatice da zanîn ku pişti wê demê serî li hemû sazî û dezgehên dewletê da, lê carek din agahî jê negirt. "
Încîn, da zanîn ku piştî Tekdag carekê hat binçav kirin û şûnde her dem hat şopandin û gelek carên din hat binçavkirin. Încin, da zanîn ku gelek caran polisan bi ser mala wan de girt û herî dawî Tekdag koçî Îzmîre kirin û wiha got: "Demek şûnde malbata Tekdag dîsa vegeriyan Amedê. Polîsan dîsa Tekdag bêzar kirin. Tekdag 19 caran hat binçavkirin. Her cara ku hat binçavkirin rastî îşkenceyê hat. Hatice, ji bo hevjînê xwe serî li DGM, Walîti û ÎHD'ê da. Dîsa serî li Rêxistina Efoya Navneteweyî da. Tevî hemû serlêdanên ÎHD’ê rayedaran qebûl nekir ku Tekdag hatiye binçavkirin. Kesê bi navê Seyfettin Demir li gel Tekdag di heman hucreyê de hat girtin. Ji Demîr xwest ku agahiyê bidin malbatê. Lê piştî wê demê carek din agahî ji Tekdag nehat stendin.
DMME TIRKIYE MAHKÛM KIR
Încîn, da zanîn ku pişti Tekdag hat binçavkirin û windakirin malbatê serî li DMME dan, lê DMME'yê jî Tirkiye mahkûm kir.
Çalakiya malbatan bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.