MÊRSÎN - Malbatên girtiyan ên li Mêrsînê dijîn, îdîayên îşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Duzce hatin jiyînn birin ÎHD’a Mêrsînê û xwestin îşkence demildest bi dawî bibe.
Hatibû îdîa kirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzce, 32 girtiyên “Hejmara li ser piyan qebûl nekiribûn” paşve kelepçe kiribûn, di erdê re kaş kiribûn, kiribûn odeyên singer û hilawestibûn. Malbatên girtiyên bi navê Vedat Turgut, Mehmet Erbey, Yakup Vadî, Sînan Tutmaz û Suleyman Benzer ên ragihandibûn rastî îşkenceyê hatine, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Alîkariya Malbatên Hikûmxar û Girtiyan (TUAY-DER) ên Mêrsînê dan û alîkariya hiqûqî xwestin.
‘EV ZILM BILA BI DAWÎ BIBE’
Dayika Suleyman Benzer ê girtî Fatma Coşkun, diyar kir ku kurê wê jê re gotiye rayedarên girtîgehê her roja bi ser qawîşên wan de digirin û îşkenceyê li wan dikin. Coşkun, bal kişand ser agahiyê kurê wê jêre ragihandin û wiha axivî: “Gardiyan bi ser qawîşên wan de digirin û hemû amûrên wan belav dikin. Bi taybetî di pênç rojên dawî de kurê min û hevalên wî bi îşkenceyê bi giranî birîndar kirine. Em bi 5 malbatên girtî re ji Mêrsînê çûn girtîgeha Duzce. Kurê min got êdî roja hevdîtina wan hatiye guhertin. Em bi malbatên din re, di şert û mercên pir zor de diçin girtîgehê. Rewşa me ya aborî ne başe. Ji ber vê me bi hevre wesayet digirt û em bi hevre diçûn. Lê niha rojên hevdîtinê guhertin. Di vê rewşê de emê nekarin biçin hevdîtinê. Ev zilm bil abi dawî bibe.”
GARDIYENAN: EMÊ WE BIKUJIN
Dayika Mehmet Erbey ê girtî Meryem Erbey jî, anî ziman ku kurê wê û hevalên wî paşve kelepçe kirine û îşkence li wan kirine. Erbey, da zanîn ku êdî pêdiviyên girtiyan pêşwazî nakin û wiha axivî: “Êdî av û xwarinê jî bi awayekê sererast nadin girtiyan. Çend rojan kurê min û hevalên wî bê av û birçî hiştine. Ji ber ku em Kurdin dewlet vê zilmê li me dike. Ligel ku kurê min hatiye girtin jî, bi ser mala me de digirin. Derûniya hemû zarokên min xerab bûye. Ji bo kurê min rewşa xwe vebêje pênûsê jî nadinê. Gardiyan tim gefan li kurê min û hevalên wî dixwe. Ji wan re dibêjin ‘emê we bikujîn.’ Ez ji vir bang dikin, werin em li dijî îşkencê û pêkanînên dij mirovahiyê bibin dengek. Derbarê jiyana zarokên me de fikarên me hene û em wan mereqe dikin.”
‘KURÊ MIN JI BER ÎŞKECEYÊ JI SER HIŞÊ XWE ÇÛYE‘
Dayika Sînan Tutmaz ê girtî Fatma Tutmaz jî, anî ziman ku destekê kurê wê tuneye û wiha bilêv kir: “Ligel vê yekê jî îşkence bi kurê min kirine. Kurê min ji min re got ‘Dayê ewqas îşkece li me kirin, ez ji ser hişê xwe çûm.’ Piştî îşkenceyê kurê min û hemû hevalên wî dikin hucreyan. 5 roj û 5 şevan rastî îşkenceyên herî giran tên. Werin em bi hevre li dijî zilma li wê derê derbikevin û bibin alîkar ji zarokên xwe re.”
‘EM LI GEL MALBATAN E’
Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakkî Demîr, diyar kir ku malbatan ji wan daxwaza alîkariyê kirin û wiha got: “Em ê hewl bidin bibin dengê hewara malbatan. Em ê daxwaza malbatan ji şaxa xwe ya Stenbolê re jî ragihîn in. Em ê ji Wezareta Dad jî bixwazin şandeyekê bişînin girtîgeha Duzceyê û binpêkirinên li wir lêkolîn bikin.”