AMED/ÊLIH - Xizmên windakiriyan li Amed û Êlihê çalakiyên rûniştinê pêk anîn û aqûbeta 10 girtiyên di sala 1996’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hatin qetilkirin û Hakki Kaya yê li navçeya Sûrê hat windakirin pirsîn.
Li Amedê Xizmên Windakiriyan di hefteya 503’yemîn de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe ya heftane pêk anîn. Xizmên windakiriyan çalakiya xwe li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê li darxist û di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan hilgirtin. Xizmên windakiriyan, rêveber û endamên ÎHD û Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) a Amedê Mehmet Sayin beşdarî çalakiyê bûn.
‘XELATKIRINA BERSÛCAN DIDOME’
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heya edalet pêk bê dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Zeytûn bal kişand ser dosyeya Pasûrê ya di demên pêş de hat vekirin û wiha got: “Xelatkirina bersûcan hîna jî didome. Dîsan di doza Ceylan Onkol a berî 9 salan hat kuştin de jî tu pêşketin tuneye.”
‘SÊ POLÎSÊN SÎVÎL PÊŞIYA WÎ GIRTIN’
Piştî axaftina Zeytûn rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr, çîroka Hakkî Kaya yê li nêzî Mizgefta Hz. Suleyman a navçeya Sûrê di 18’ê Mijdara 1996’an de bi Torosekê sipî hat binçavkirin û çarekdin agahî jê nehat girtin vegot. Demîr, diyar kir ku Hakkî Kaya li navenda Amedê rûdinişt û wiha axivî: “Kaya karê neqliyê dikir. Dema diçû kar 3 polîsên sivîl pêşiya wî girtin û jê re gotin ‘divê tu bi me re heya qereqolê werî.’ Kaya ji wan re got ‘karê me heye, ezê dure bêm qereqolê.’ Kaya piştî 3 roj şûnde di 18’ê Mijdara 1996’an de bi hevalên xwe Ahmet Yaşar û Metîn ê paşnavê wî nehat zanîn re li derdora Lîseya Ziya Gokalp ber bi Tekkapi ve dimeşiyan. Di wê navberê de wesayîteke Torosa spî ya plakeya wê 06 EKN 22 nêzî wan dibe. 3 kesên sivîl ên hat gotin ku polisin ji wesayîtê hatin xwarê Hekki Kaya û hevalên wî di lêgerînê re derbas kirin. Dûre Kaya û du hevalên wî li Torosa spî siwar kirin. Lê li nêzî Lîseya Pîşeya Endustrî hevalên Kaya Ahmet Yaşar û Metîn ji wesayîtê dixistin. Ji wê rojê û şûn de tu agahî ji Hakkî Kaya nehat girtin.”
Demîr da zanîn ku ew dixwazin aqûbeta Kaya û faîlên wî derbikevin holê. Xizmên Windakiriyan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştê pêk anîn.
BAL KIŞANDIN SER QETILKIRINA 10 GIRTIYAN
Şaxa ÎHD’ê û xizmên windakiriyên Êlihê jî, çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 409’emîn de li ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, xizmên windakiriyan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" hatin vekirin.
‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’
Ji rêvberên ÎHD’ê Zekî Tanguner di çalakiyê de axivî û wiha got: “Di 24’ê Îlona 1996’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 10 girtî hatin qetilkirin û gelek girtî jî hatin derpkirin. Weke berê îro jî di girtîgehan de binpêkirinên mafan tên jiyîn û mirov jiyana xwe ji dest didin. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan.”
Piştî axaftinê, çalakiya rûniştina 5 deqîqe pêk hat û bi dawî bû.