STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê, çalakiya "Rûnşitina F" a hefteya 240'an di bin dorpêça polisan de berdewam kirin. Komîsyonê di bin dorpêça polîsan de xwestin girtiyê nexweş Refik Sunkur ê nexweş bê berdan û azadiya Sunkur xwestin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Lê ji ber Qada Galatasarayê hat qedexekirin polisan destûr nedan, komîsyonê di hefteya 340’an de çalakiya "Rûniştina F" li pêş avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser girtiyê nexweş Refik Sunkur ku pîl di dilê wî de heye û nexweşê girane. Komîsyonê Azadiya Sunkur xwest û xwest Refik Sünkur bê berdan. Endame Komîsyonê yê Şaxa ÎHD'ê Mehmet Acettin daxuyanî da û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. Acettin, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Refik Sunkur ku di sala 1995’an de hat binçavkirin û girtin û wiha got: "Sunkur rastî ceza muebetê hatiye. Beriya bê girtin ji piyê xwe birîndar bû. Li Girtîgeha Stenbol/Umraniye nehat dermankirin. Di hestiyê milê wî yê çepê de 15 santimetre hestî kin bûye. Du car platîn xistiye milê wî. Nikare mile xwe tev bide. Piştî Umraniye sewqî Bayrampaşa, Tîpa D a Amedê, Kocaeli/Gebze û Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê kir. Refik Sunkur niha li Girtîgeha Tipa F a Boluyê girtî ye.
Acettin, da zanîn ku Sunkur ji 2015'an ve nabin nexweşxaneyê û dilê Refik Sunkur bi pîlan dixebite. Acetîn da zanîn ku divê ji 6 mehan carekê Sunkur bibin kontrolê. Lê li Boluyê pîl nayên kontrolkirin û herî dawî di Hezîrana 2017'an de biribûn sontorlê. Acettin, bang li her kesî kir û xwest ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê u girtiyên nexweş hestiyar tev bigerin.