Dayikan astengî nas nekirin: Di hefteya 705'an de jî daketin kolanê
Dayikan ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin

  • rojane
  • 13:56 29 Îlon 2018
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 705'an de tevi hemû astengiyên polîsan daketin kolanê û li Kolana Îstîklalê daxwazên xwe anîn ziman. Dayikan, ji bo midûrê nifûsê yê Navçeya Altindag a Enqereyê Abdulmecit Baskin ku 25 sal berê hat kuştin edalet xwestin. 
 
Dayikên Şemiyê ku çalakiya wan a li Qada Galatasarayê di hefteya 700'î de hat qedexekirin, di hefteya 705'an de qedexe nas nekirin û lêgerîna edaletê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, kujer bên darizandin û winda bên dîtin di hefteya 705'an de li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn. Endamên Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ji bo li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê xwestin ji ÎHD'ê bimeşin Qada Galatasarayê.  Mirovên şemiyê ku li ÎHD'ê kom bûn, bi wêneyên windayan, û qurnefilan xwestin bimeşin, lê polîsan bi bariyeran kolan girt û destûr nedan meşê. Polîsan xwest kom dîsa kêkeve avahiya ÎHD'ê û destûr nedan daxuyaniyê. Piştî malbat û dayikên Şemiyê di çalakiyê de israr kirin, polîsan kolan kir bin ablukayê û diyar kirin ku destûr nadin. Polîsên ku dayikên şemiyê dorpêç kirin destûr nedan ku rojnameger jî çalakiyê bişopînin. Polîsan rojnameger ji qadê dûr xistin û di navbera Rojnamegeran û Dayikên Şemiyê de bariyerek danîn. Her çend rojnamegeran bertek nîşandan jî polîsan destûr nedan ku rojnameger li qadê nûçeyê bişopînin. Polîsan bi hinceta 'Em destûr li vir bidin rojnamegeran dê daxuyanîya çapemeniyê neqede' û nehişt rojnameger Nûçeyan bişopînin. 
 
DAYIKAN JI BO BASKIN EDALET XWESTIN
 
Her çend polîsan dayik dorpêç kirin jî disa daşikên şemiyê daxuyanî dan. Li ser navê dayikan Keça Fehmî Tosun Besna Tosun daxuyanî xwend. Tosun di çalakiya vê hefteyê de çîroka Midûre Nifûsê yê Altindag a Enqereyê Abdulmecit Baskin ê di 2'ê Mijdara 1993'an de ji aliyê kesên xwe polîs dan nasîn û revandin û 2 roj şûnde cenazeyê wî li Golbaşi hat ditin, xwend. Tosun ji bo Basın edalet xwest û wiha got: "Em ji bo Abdulmecit Baskin edaletê dixawzin. Heta hefteya 700'an dayikên Şemiyê tu astengi û pirsgirêk nejiyan. Lê piştî qada Galatasarayê hat qedexekirin 6 hefte ye em rastî tundiya polîsan tên. Polîs li vir mafê me yê daxuyaniyê îhlal dike. Mafê me yê lêgerîna edaletê ihlal dike. Qeymeqam qad qedexe kiriye. Lê destûr nadin ku em dakevin kolanê jî. Ev yek li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa û xala 17'emîn Qanûna Bingehin e. 
 
ÇÎROKA BASKIN VEGOTIN
 
Tosun, çîroka Abdulmecit Baskin ê 25 sal berê hat revandin û kuşin vegot û wiha got: "Abdulmecit Baskin 41 salî û bavê 3 sarokan bû. Midurê Nifûsê yê Navçeya Altindag a Enqereyê bû. Di 2'ê Mijdara 1993'an de ji aliyê kesên xwe polîs dan naskirin ve hat revandin û 2 roj şûnde cenazeyê wî hat dîtin. Cenazeyê wî 200 metre nezî Navenda Kordîne ya Giştî ya Teşkilata MÎT'ê hat ditin. Destê wî li pişt wî hatibû girêdan û bi çekê hatibû kuştin. Tevi hemû hewldanên malbatê lêpirsîn bê encam bi dawî bû. Di 26'ê Adara 2011'an de Polîsê timê Taybet Ayhan Çarkin, îfade da Dozgeriya Komarê ya Stenbolê û dtiyar kir ku Basin di 19937an de bi fermana Serokê Daîreya Tevgera Taybet Îbrahim Şahin hatiye binçavkirin û Baskın ji aliyê Ziya Bandırmalıoglu û Ayhan Akçay ve hatiye kuştin. Di sala 2011'an de li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê doz hatiye vekirin, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Em ji bo Abdulmecit Baskın û hemû kesên hatin windakirin edaletê dixwazin. " 
 
'HEFTEYA BÊ EM LI QADA GALATASARAYÊ NE' 
 
Piştî daxuyaniyê Dayika Şemiyê Hanife Yıldiz kir qêrîn û got: "Hefteya bê Em li Qada Galatasarayê ne" û dengê xwe bilind kir. Dema Tosûn daxuyanî da, dengê wê li avahiya CHP'ê ya li ser Kolana Îstiklalê ya li nêzî Qada Galatasarayê bi Hoparlorê hat belav kirin. Dengê Tosun li qemû qada Îstîklalê belav bû. 

Sernavên din

01/10/2018
15:00 Berdana bersûca DAIŞ’î di rojeva Meclîsê deye
14:58 Wekîla Serokên Koma HDP'ê Kurtulan: Guven berdin
14:36 Guhertina navê taxên kurdî ji Soylu hat pirsîn
13:47 Dozgerê dadgeha bilind biryara beraata kujerên Vartinisê îtîraz kir
13:10 Karkerên Şaredariya Beşîktaşê dest ji kar berdan
12:41 3 xebatkarên Kovara Odak hatin binçavkirin
12:40 Meclîsa Karkerên jin hat avakirin: Em li dijî patronan bin
10:46 Girtî Ahmet Akbalik: Ev 3 rojin îşkencê li me dikin
10:45 Aborînas Durmuş: McKinsey wateya aboriya li dijî civakê ye
09:47 Ji bo yekîtiya Sûriyeyê li Helebê pilatforma danûstandinan pêk anîn
09:09 Meha Cotmehê bi zema Xaza Xwezayî dest pê kir
09:08 Parêzer Şeker: Girtiyên li Xarpêtê bi odeya singer tên tehdîtkirin
09:07 Başaran: Tecrît zirarê dide gelên Rojhilata Navîn
09:06 Sendîkayan piştgirî dan malbatên karkerên girtî
09:06 Bi hinceta lêpirsîna ewlekariyê 2 sal in nayê tayînkirin
09:01 Qeyûmê Şirnexê çavkaniyên şarederiyê ji bo polîs û qereqolên cendirmeyan xerc dike
09:00 ROJEVA 01'Ê COTMEHA 2018'AN
08:37 Di tusûnamî ya Endonezya de hêjmara miriyan gihişt 832 kesan
30/09/2018
20:59 Karkerên ber bi Enqerê ve meşiyan hatin binçavkirin
18:50 Dengdana Herêma Kurdistana Federe bi dawî bû: Tevlîbûn kêm bû
15:44 Li Bagokê şer derket
15:30 Li girtîgeha Kandira jin rastî gef û lêdanê hatin
15:17 Buldan: Sedema sereke ya kriza aborî tecrîdkirina Ocalan e
14:19 ÎHD ji Osman Kavala re azadî xwest
13:37 Konferansa ciwanên HDP'ê dest pê kir: Têkoşîna yekbûyî dê Dojhilata Navîn azad bike
Parlamen Dag: Em dê bi berxwedanê tecridê bişkînin
13:05 Li Nisêbînê ji bo operasyonên eskerî qolan qedexe kirin
12:15 Qeyûmê Qoserê navê 3 taxên kurdî kirin tirkî
10:11 Komekê êrîşî malbata Comert ê di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest da kir
10:04 Hilbijêr li Herêma Federe a Kurdistanê çûn ser sindoqan
09:55 ÎYÎ-SEN: Dengê lingê karkeran tê
09:18 Psychology Kurdî bi hejmara 7’emîn bû 3 salî
09:16 'Dê sûcdarên edlî berdin, muxalifan bigirin'
09:14 Ji bo çêkirina Bîrhatina Demokrasiyê li benda 'dîtina' serokomar in
09:13 Tabloyên xwe nafiroşe, diyarî mirovan dike
09:10 Çîrokek mînîmal: Rû û Kûr
09:08 Kursên kurdî dest pê dikin
09:06 Zeraq: ‘Bêhna Dara Sincê’ jin e, dema tu bêhna wê hildidî tu dibî mirov
09:04 Meclîs bi tezkereya operasyona derveyî sînor vedibe
09:01 Tuwaleta li ser goristana ermeniyan çêkirin hêj xera nekirine
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2018'AN
29/09/2018
17:14 Hezaran Erdogan li Kolnê şermezar kir
16:41 Aqûbeta Tekdag ê 24 sal berê hat binçavkirin û windakirin pirsîn
16:34 Cenazeyê Bagriyanik sipartin axê
16:11 Malbatên girtiyan: Îşkenceya li Duzce bila bidawî bibe
15:37 Polîsan Alev Şanîn binçav kirin
15:28 Xizmên Windakiriyan aqûbeta 10 girtiyên hatin qetilkirin û Kaya yê winda pirsîn
15:15 Pirtûka Demîrtaş û Baluken yên ji Guven re şandin desteser kirin
14:57 Di bin dorpêça polîsan de azadiya Sunkur xwestin
14:51 Serokê Rîsale-î Nur: AKP’ê aliyek dîndariya zalim derxist holê
13:56 Dayikan astengî nas nekirin: Di hefteya 705'an de jî daketin kolanê
Dayikan ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
13:40 Beşek şewata daristanên Dersimê hat vemirandin
13:38 Li Kolnê bi deh hezaran dibêjin 'Tu bi xêr nehat Erdogan'
13:08 Hevberdevkê DÎK’ê Bedîrhanoglu: Îslamperest tenê hewl didin xwe bi hêz bikin
12:32 Derhênerê xelat girtî ji ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin
12:31 Berhem Salih Barzanî ziyaret kir
12:19 Temellî: Îtîfaq li taxan bi wate dibin
11:41 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Tartuffe perdeya sezonê vekir
11:08 Bi hezaran girtî dest bi çalakiyên protestokirina tecrîdê dikin
10:50 Parêzera Ocalan Gunay: DMME'yê tecrîd parast
10:25 3 kes têkildarî mirina Sedanûr hatin girtin
09:46 Xelatên mihrîcana fîlmên Edeneyê hatin dayîn
09:40 Li Rihayê şevek bi rageşî
09:09 Ji bo Doza Pasûrê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da
09:08 Li Girtîgeha Duzceyê 32 girtî hatin îşkencekirin: Dê ecdadê we jî hesab bide
09:07 Destûra îmarê nadin welatiyan, dixwazin wan mehkûmî TOKÎ'yan bikin
09:06 Koçyîgît: DMME'yê pişta xwe da kurdan
09:05 Ozdemîr: Qey DMME hatiye desteserkirin?
09:04 'Îbrahîm Ayhan ji nirxên xwe tawîz nedida'
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2018'AN
28/09/2018
16:50 Temellî: Meclîsa ku wekîla wê girtî be dê çawa pêşnûmeyê biaxive?
15:49 KCD: Biryara DMME’yê dewama komploya navdewletî ye
15:36 ‘Ji bo faîlên Elçî bên dîtin, divê zext li desthilatdariyê bê kirin’
15:25 Nivîskaran rêxistinbûyîna wêjeya kurdî gengeşe kirin
15:05 Mûdaxilekirina şewata Dersimê asteng dikin
14:45 Dayikên Şemiyê: Li aliyekî derb kirin û li aliyekî ziyareta qurbaniyan dike
14:44 Ji sendîkayên karkerên înşaetê daxuyaniya hevpar: Hevalên me serbest berdin
14:37 Tunç: Em ji bo xwezaya Dersimê bibin dilopek av
14:29 Turan: Girtîgeh veguherîne kampên Nazî
13:48 Doza Ambulansê ya Cizîrê: Ji bo em vî ‘sûcî’ bikin me sond xwariye
13:39 17 meh şûnde dê cenazeyê Yuksel li welatê wê defin bikin
13:26 Ocalanê HDP’î pirsa tenduristiya Abdullah Ocalan kir
13:07 Di doza KCK’a Stenbolê der barê 18 kesan de biryara girtinê
12:47 TJA: Biryara Ocalan a DMME’yê êrîşa li ser vîna Kurdane
12:40 Buldan: Em dê Qeyûman bişînin Qiraatxaneya Erdogan
12:28 Li Herêma Kurdistana Federe hêzên ewlekariyê çûn ser sindoqan
11:54 Li Çewlikê qedexeya 26 herêman hat dirêjkirin
11:51 Kesekî din li Rihayê xwest ji ber krîza aborî xwe bişewitîne
11:40 Kesê Zana kuştina Turan ê 16 salî rewa dît
11:36 Ocalan ê HDP’î: DMME ne li gorî armanca avakirina xwe tevgeriya
11:09 Parlamenterên HDP'ê: Biryara DMME'yê biryara hişmendiya serdest e
11:05 Şêxo bersiv da Erdogan: Dixwazin Idlibê ji rojevê derbixin
10:48 Ciwanekî kurd li dijî tecrîdkirina Ocalan xwe şewitand
10:16 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê rastî lêdanê hatin: Difina girtiyekî şikest
10:15 Nivîskar Dînç: Ger jin binivîsin, dê dîrokekê jinê ava bikin
10:03 Gera Recep Erdogan a Almanyayê
09:49 Prof.Dr. Nesrin Nas: Polîtîkaşên zextan dê zêde bibin
09:42 Parêzerê Ocalan Dînç: Biryara DMME’yê encama bazarên siyasî ye
09:24 Esnafên Amedê: Fiyet du qat zêde bûn
09:23 'Li Girtîgeha Sîncanê xwarinê di mazgalê de ji girtiyan re davêjin'
09:22 Rojê 6 saetan ceryana wan tê qutkirin, ceryana wan ji sedî sed hat zemkirin