AMED – Derhêner Giyasettîn Şehîr ê ku bi fîlmê “Meş” di Mihrîcana 48’emîn a Fîlmên Altin Portakal a Antalya de xelata “Derhêneriya Herî Baş a Hunerê” wergirt bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin.
Li Amedê di 26’ê îlonê de polîsan bi ser mala Derhêner Giyasettîn Şehîr ve girt û ew binçav kiribûn. Piştî darizandina li emniyeta bajêr Şehîr duh sewqî Dadgeha Amedê kirin. Dozgeriyê îfadeyên Şehîr girt û ew bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” sûcdar kir û bi daxwaza girtinê sewqî dadger kir. Dadger jî bi heman îdiayê biryara girtina Şehîr da û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.
Derhêner Giyasettîn Şehîr di sala 2011’an de bi fîlma “Meş” tevlî Mihrîcana 48’emîn a Fîlmên Altin Portakal a Antalya bûbû û xelata “Derhêneriya Herî Baş a Hunerê” wergirtibû.
Şehîr di avakirina Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê de cih girt û bi salan li vir mamostetiya sînema, şano û dansa modern da û bi sedan xwendekar têgihand.