EDENE – Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê bi hinceta jimariya li ser lingan qebûl nekirine, hat îdiakirin ku 32 girtî 4 rojan hilawesteka Filîstînê jî di nav de bi gelek awayan hatine îşkencekirin. Girtiyê bi navê Mehmet Erbey ku hat îşkencekirin got: "Di dema îşekneckirinê de midûr ji me re got 'Hûn ê hêza Tirko bibînin. Dê ecdadê we hesab bide. Hûn ê bedêl bidin. Em ê xwîna we birijînin.'"
Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê bi hinceta jimariya li ser lingan qebûl nekirine, hat îdiakirin ku 32 girtî 4 rojan hilawesteka Filîstînê jî di nav de bi gelek awayan hatine îşkencekirin. Girtiyan di 28'ê Îlonê de bi rêya telefonê li malbatê xwe geriyan û gotin hatine îşkencekirin. Têkildarî vê malbatên girtiyên bi navê Selami Keleş, Mehmet Erbey, Sinan Gur, Vedat Turgut, Vedat Gultekin, Halil Kaplan û Şeyhmus Bilgiç serî li şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Mêrsîn û Edeneyê dan û alîkarî ji Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUYA-DER) xwestin.
'4 ROJ IN EM TÊN ÎŞKENCEKIRIN'
Azîze Gultekîn, diya Cedat Gultekînê di Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê de ye, diyar kir ku diviya kurê wan roja sêşemê li wan bigeriyana lê belê di 28'ê Îlonê de li wan geriyaye û dema geriya dengê wî nexweş dihat. Gultekîn got: "Di telefonê de kurê min bi zorê diaxivî. Kurê min got 'ez û hevalên xwe tên îşkencekirin. Bi hilawesteka Filîstînê em îşkence dikin. Me bi erdê ve kişandin û birin odeya bisînger. 4 roj in ev îşkence didome. Di qawîşekê de 10 û di qawîşekê de jî 22 hevalên me hene. Me hemûyan îşkence dikin. gefan li me dixwin û dibêjin 'dê ev yek dewam bike.'"
'ÇIMA ÎŞKENCEYÊ DIKIN?'
Gultekîn, diyar kir ku ev van pêkanînan qebûl nakin û got: "Çima îşkenceyê li kurê min dikin. Îşkence derî mirovatiyê ye. Hilawesteka Filîstînês ûc e, çima dikin. Jixwe ceza li kurê min birîne. Jib o dawî li vê îşkenceyê bê çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê giliyê wan bikin."
Gulzel Keleş, dayika girtiyê nexweş Selamî Keleş jî, anî ziman ku kurê min bi telefonê li wan geriyaye got, destê wan hatiye kelemçekirin.
'HÛN Ê HÊZA TIRKO BIBÎNIN'
Dayik Keleş got kurê wê gotiye: "Midûrê nû îşkenceyê li me dike. Li me dide. Me 3 caran rapor girt. Dayê me xelas bike." Dayik Keleş got: "Kurê min nexweş e, rewşa wî giran e. Dengê wî qet xweş endihat. Em ê zarokên xwe bi tenê nehêlin. Em li cem wan in. Jixwe di girtîgehê de ne. Çima wan îşekence dikin."
Her wiha Mehmet Erbey jî bi telefonê li malbata xwe geriya û got: "Em xistin qawîşên yekkesî û dest û piyên me kelemçekirin. Derba mirinê li me xistin. Ê ku îşkenceyê li me dike midûrê nû ye, navê wî Kazim e. Di dema îşekencekirinê de midûr ji me re got 'Hûn ê hêza Tirko bibînin. Dê ecdadê we hesab bide. Hûn ê bedêl bidin. Em ê xwîna we birijînin.' Tu derek me nema ku reş nebûye. Îşkence û zext hîn jî dewam dikin."
Têkildarî mijarê em li îdareya girtîgehê geriyan. Îdareyê got: "Ên hatine gotin îdia ne. Niha midûrê me di civînê de ye. Ji ber vê em nikarin telefonê bidin rayedaran."
MA/Hamdullah Kesen- Cemil Ugur